1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji birîndarên Cizîrê Sultan Irmak jî jiyana xweji dest da
Ji birîndarên Cizîrê Sultan Irmak jî jiyana xweji dest da,ji,birîndarên,cizîrê,sultan,irmak,jî,jiyana,xweji,dest,da

Ji birîndarên Cizîrê Sultan Irmak jî jiyana xweji dest da

A+ A-

Li Cizîrê ji birîndarên ku ev 8 roj in li benda ambulansê ne û îro dema ku dê ji avahiya ku lê ne derketana rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, Sultan Irmak jî jiyana xwe ji dest da.

Hewldanên ji bo wergirtina 16 birîndar û cenazeyên 6 welatiyên ku ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan, car din hate astengkirin. Dema ku dê birîndar û cenaze ji mal bihata derxistin û rakirina ambulansên ku 700 mt. dûrî malê li ser Kolana Emîr Tacdînê radiwestin, hêzên dewletê dest bi êrîşê malê kir.

Tevî ku parlamenterên HDP'ê bi rayedarên Wezareta Karên Hundir re hevdîtin kirin û bi riya telefonê bi birîndaran re hate axaftin jî êrîşê hêzên dewletê ranewestiya û bi birîndaran re têkilî qut bû. Piştî vê hevdîtinê car din têkilî bi birîndaran re hate danîn û hate zanîn ku yek ji birîndaran ku rewşa wê giran bû Sultan Irmak jiyana xwe ji dest daye.

Tevî Sultan Irmak, hejmara kesên ku di nav 8 rojan de di qata jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dan bû 7 kes.