1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji bo Ahmedê Xanî mewlûd hate dayîn
Ji bo Ahmedê Xanî mewlûd hate dayîn,ji,bo,ahmedê,xanî,mewlûd,hate,dayîn

Ji bo Ahmedê Xanî mewlûd hate dayîn

A+ A-

Li navçeya Bazîdê ya Agirî ji bo fîlozof û şaîrê kurdan Ehmedê Xanî mewlud hate dayîn.

Komeleya Fîlozof Ehmedî Xanî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo fîlomozf û şaîrê kurd ê mezin Ehmedê Xanî mewlûd da. Mewlud li salona Kuba ya dawetê pê pêk hat. Di mewlûdê de endam û rêveberên BDP'ê, parlementerê BDP'ê Halil Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde gelek kes amade bûn.

Serokê BDP'a Bazîdê Talat Aktaş, axivî û diyar kir ku Ehmedê Xanî ji bo gelê kurd kesayetiyek gelek mezin e û di berhemê xwe de jî behsa yekîtî û tifaqa gelê kurd dike. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz jî anî ziman ku Ehmedê Xanî ji bo gelê kurd nirxê herî pîroz e û wiha got: "Niha hikûmet dixwaze navê van pêşengê wêşe û çanda gelê kurd li gorî xwe bikar bîne û li ser van qîmet û nirxên kurd daweste." Korkmaz, êrîşên dersînor jî şermezar kir û wiha axivî: DÎHA (mae)