1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo avakirina Geverê bangawazî
Ji bo avakirina Geverê bangawazî,ji,bo,avakirina,geverê,bangawazî

Ji bo avakirina Geverê bangawazî

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) – Parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku li navçeya Geverê ku hemû mal ji aliyê hêzên dewletê ve hatine xirakirin pirsgirêkên bicihbûnê tê jiyîn û bi taybetî jî bang li ciwanan kirin xwestin di xebatên avakirinê de cih bigirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî uk êrîşên qirkirinê yên 79 rojan qedexe bi roj hate rakirin aste texrîbat û zirarên ku hêzên dewletê dane navçeyê jî derdikeve holê. Vegera welatiyan a li navçeyê jî didome. Ji ber ku piraniya avahiyên navçeyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine xirakirin, şewitandin û talankirin li navçeyê pirsgirîka cidî ya cih heye. Parlamenterên HDP'ê yên li bajar jî banga piştevaniya bi gelê Geverê re kirin.

Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan diyar kir ku wekî tol ji gelê Geverê hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Sûcekî li dijî mirovahiyê pêk hatiye, rûyên xwe yên rast li Geverê nîşan dane. Bi nivîsên nemerdî yên li ser diwaran nîşan dane ku çiqas nemerd in. Li vir faşîzma Qesrê hatiye jiyîn."

'Hêviyên biratiyê şewitandin'

Botan anî ziman ku gelê kurd hemû tengasî bi piştevaniyê ve derbas kiriye û dê hesabê vê yekê bê pirsîn, gelê Geverê çog daneyne, serî netewîne. Botan wiha got: "Piştî ku gotin operasyon bi dawî bû jî 40 rojan her der şewitandin, xira kirin. Hêviyên biratiyê û edalet jî we şewitand."

'Em birînên xwe bi hevre bipêçin'

Parlamenterê HDP'ê Nîhat Akdogan jî destnîşan kir ku ligel ku operasyon beriya meheke bi dawî bûn jî hêzên dewlê malek jî saxlem nehiştine û wiha got: "Li vir li dijî gel şerek hate meşandin. Malên ku ketine yek jî saxlem nehiştine û hemû dane ber agir. Gel peyama ku AKP'ê li ser diwaran bi nîşaneyên naziyan daye baş fêm kir." Akdogan da zanîn ku ew ê piştevaniyê bidin gelê Geverê û bang li welatiyên li Tirkiye û Kurdistanê jî kir û ev tişt anî ziman: "Em dikarin bi piştevaniyê vî ferasetê derbas bikin. Ev gel dê teslîm nebe. Em bang li hevalên ku dixwazin bi dildarî bên vê derê bixebitin dikin werin vê derê em bi hevre birînên gelê xwe bipêçin."

'Werin tevli xebatan bibin'

Parlamenter Abdullah Zeydan jî destnîşan kir ku gelê kurd ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibe, berxwedaneke dîrokî nîşan dide û wiha berdewam kir: "Di vî pêvajoya dîrokî de piştevanî pêwîst e. Pêvajoyeke bi zehmet e lê divê em piştevaniyê derxînin asta herî jor. Em dixwazin ji Kurdistanê heta hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û Ewropayê piştevaniyê bidin Geverê. Divê pêwîstiyên wekî zaxîre kon û avê bêbicihanîn."

Zeydan da zanîn ku gelê Geverê tê tu caran axa xwe bernede û wiha got: "Em li benda alîkariya gelê Wanê ku piştgiriyê bidin Geverê. Bi riya Komeleya Rojava dikarin alîkariyên xwe bigihînin. Gelê Geverê bi vegerê êrîşên qirkirinê pûç dike. Ji bo ciwanan bangawaziya me ye werin tevli xebatên înşayê binin."

(sa)