1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Ji bo Bakur tenê PDK ne xwedî helwestek zelale'
´Ji bo Bakur tenê PDK ne xwedî helwestek zelale',ji,bo,bakur,tenê,pdk,ne,xwedî,helwestek,zelale

´Ji bo Bakur tenê PDK ne xwedî helwestek zelale'

´Li Başûrê Kurdistanê ji bo Bakur tenê PDK ne xwedî helwestek zelale'

A+ A-

HANA AZAD/ HEWLÊR

Parlamenterê YNK'ê Newzed Resûl got ku li Başûrê Kurdistanê tenê PDK ne xwedî helwestekî zelale li hemberî Bakurê Kurdistanê.

Berxwedana gel li Bakurê Kurdistanê berdewame û li Başûrê Kurdistanê jî her diçe piştgiriya ji bo berxwedana Bakurê Kurdistanê zêde dibe. Parlamenterê YNK'ê li Parlamentoya Iraqê Newzed Resûl ji RojNews re axivî, wiha got; "Heya niha li Başûrê Kurdistanê PDK'ê li hemberî berxwedana Bakurê Kurdistanê ti helwest nîşan nedaye. Sedema vê jî têkiliyên navbera PDK û AKP'ê de ye."

Parlamenter Newzed Resûl bal kişande ser bêdengiya PDK'ê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û wiha got; "Zêdetirê aliyên siyasî û partiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirine ku ew piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê dikin. Lê ji ber nezelalbûn û nebûna helwesta PDK'ê ya li hemberî berxwedana Bakurê Kurdistanê, ji ber têkiliyên navbera PDK û AKP'ê de ye."

Newzed Resûd di dawiya axaftina xwe de got ku divê em hemû alî êdî qebûl bikin ku di lewazkirina DAIŞ'ê de rola PKK'ê pir sereke û giringe û axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Îro dema wê hatiye ku hemû alî û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê li ser têkoşîn û pêşengiya PKK'ê ya dişerê dijî DAIŞ'ê de bibîn hemfikir û vê bi giringî bigirin dest."

(sk)