1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji bo ciwanan qursên nû!
Ji bo ciwanan qursên nû!,ji,bo,ciwanan,qursên,nû

Ji bo ciwanan qursên nû!

Mala Çand û Ciwanan, ji bo ciwanan qursên nû vekir

A+ A-

Mala Çand û Ciwanan a Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê ji bo ciwanan kursên çand û hunerê dan destpêkirin.

Mala Çand û Ciwanan a Şaredariya Dêrikê ku di sala 2011'an de dest bi xizmeta çandê kiribû, serdemek nû ya kursan da destpêkirin. Mala Çandê ku berê kursên resim, kişikê vekiribû, niha jî kursên şano, tembûr û pîşeyên din vekir. Piştî kurs hatin vekirin ji bo beşa tembûrê 15, beşa şanoyê 20 kursiyeran serî li Mala Çandê dan. Mala Çandê armanc dike ku piştî kursiyer di beşa xwe de bi ser ketin komên nû ava bikin.

Wekîlê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, anî ziman ku armanca wan a sereke xizmeta çand û civakî bidin û aliyê çand û hunerê pêş bixin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî