1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Danîmarka û Ewropayê bangawazî
Ji bo Danîmarka û Ewropayê bangawazî,ji,bo,danîmarka,û,ewropayê,bangawazî

Ji bo Danîmarka û Ewropayê bangawazî

"Roj TV'ê negirin ji bo ku vegere axa xwe piştgiriyê bidin"

A+ A-

Hilbijartiyên BDP'î beriya doza Roj TV'ê ya ku dê di 15'ê Tebaxê de bê dîtin banga bihistiyariyê kirin hevparên KCD û Blokê anîn ziman ku doza ku der barê Roj TV'ê de hatiye vekirin li dijî azadiya çapemeniyê, mafên mirovan û azadiya zimanê gelan e û bang li Danîmarka û welatên Yekîtiya Ewropayê û wiha gotin: "Li dijî Roj TV'ê dozê venekin, ji bo ku weşaneke azad bike derfetên avakirina vegera welat piştgiriyêbidin."

Doza der barê Roj TV'ê ya ku Tirkiye bi salan e dixwaze bide girtin û ji bo gelek kampanyayan dide destpêkirin de dê 15'ê Tebaxê de bê dîtin. Ji bo ku zimanê kurdî weşanê bike û zimanê kurdî pêş ve bixe û ji ber ku li Tirkiyeyê şert û mercên weşanê nîn e li sirgunê weşanê dike. Doza ku der barê Roj TV'ê de hatiye vekirin li Tirkiyeyê di nava civaka kurd û hêzên demokrat de rastî nerazîbûnê hat. Hilbijartiyên BDP'î, hevparên KCD û Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê beriya dozê banga bihistiyariyê ji bo raya giştî kirin. Hevserokên BDP'ê Hamît Geylanî û Fîlîz Koçalî, 29 parlamenter, 98 şaredar, Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, parlamenterên Bloka Ked Demokrasî û azadiyê Levent Tuzel, Şerafettîn Elçî, Sirri Sureyya Onder metnek îmze kirin û bal kişand wetaya Roj TV'ê ya ji bo kurdan. Di metna ku hate amadekirin de tê gotin ku Roj TV ji ber ku dengê civaka kurd û muxalîfan e bûye hedef û ev doza ku hatiye vekirin jî li dijî azadiya çapemeniyê, azadiya zimanê gelan û mafên mirovan hatiye vekirin. Ev metna ku dê jibo hemû saziyên navneteyewî û saziyên Ewropayê re bê şandin de hate xwestin ku ji bo ku Roj TV li ser ava xwe weşanê bike piştgirî bê dayîn.

Di metnê de wiha hate gotin: "Weke ku tê zanîn Roj TV a ku lîsansa weşanê ji Danîmarkayê girtiye, ji belgeyên Wikileaksê jî tê fêmkirin ku bi awayeke nehiqûqî dozgerên Danîmarkayê der barê wî de doza girtinê vekirine. Dema ku mirov pîvanên çapemeniyê yên gundunî dibîne Roj TV ji çapemeniya dewlet û kartelê cuda ye û bi aweyeke serbixwe dengên gelen bêsansur digihîne her derê û bi perspektîfeke rexneyî xebatên xwe didomîne.

Roj TV şerê ku li Kurdistanê tê jiyîn, texrîbatên şer, sûcên şer û binpêkirinên mafan her tim tîne rojevê û piştgiriyê dide têkoşîna mafên mirovan. Herî dawî madeyên kîmyewî yên artêşa tirk a li jî gerîlayên PKK'ê nîşan da û sûcê şer deşîfre kir. Roj TV ji ber vê nasnameya xwe a muxalîf dibe hedef û der barê wî de dozên girtinê tê vekirin. Ev doza ku hatiye vekirin jî tê wateya ku ev binpêkirinên mafan tê qebulkirin.

Roj TV ji bo çand, ziman û dîroka kurdan xebat û bernameyên girîng kirin û li dijî asîmîlasyona li dijî kurdan xebateke demokratîk û vekirî dimeşîne. Ev doza ku der barê Roj TV'ê de hatiye vekirin heke bi girtinê bi encam bibe wê demê ev bê wetaye piştgirîdayîna van polîtîkayên asîmîlasyonê. (...)

Di serî de Kurdistan li Rojhilata Navîn, Kafkasya û Ewropayê Roj TV pir tê şopandin û ji ber ku bi pir zimanî weşanî dike û di navbera gelan de riyên diyalogê vedike. Dîsa ji ber ku Roj TV ji kevneşopiya çapemeniya azad tê û li dijî sansurê ye xizmetî civaka enformanê ya ku hedefa Ewropayê ye jî dike.

Hikûmeta Tirkiyeyê ku bi taybetî pirsgirêka kurd û gelek mijarên siyasî û civakî de azadiyan asteng dike di polîtikayên derve de jî dixwaze welatên din jî heman helwestê nîşan bide, bê guman ev yek manîdar e. Lê welatên ku endamên Yekîtiya Ewropayê de li gel hesasiyeta pirdengiyê bi peymanên veşartî ve hesasiyetan paşguh dikin û ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û raya giştî ya demokratîk a cîhanê dê bibe sedema bêhêvîtiyê. Ji ber vê yekê jî doza Roj TV'ê ya Kopenhangê ji bo azadiya çapemenî û demokrasiyê ezmûneke girîng e.

Weke civaka kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê hêviya me ji Danîmarka û welatên Ewropayê yên ku azadiya çapemeniyê ji xwe re esas digirin dixwazin der barê Roj TV'ê de dozê venekin û ji bo ku Roj TV bikaribe li axa xwe weşanê bike derfetan ava bikin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin li hemû cîhanê rewşenbîr, hilbijartî û kesên ku rûmetê didin demokrasî û azadiya zimanê dayikê li dijî vê doza ku der barê Roj TV'ê de hatiye vekirin derkevin û vê metnê îmze bikin û piştgiriyê bidin." DÎHA (sa)