1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Ji bo ereban demokrat ji bo kurdan dîktator'
'Ji bo ereban demokrat ji bo kurdan dîktator',ji,bo,ereban,demokrat,ji,bo,kurdan,dîktator

'Ji bo ereban demokrat ji bo kurdan dîktator'

A+ A-

Hîndekara ODTU'yê Prof. Dr. Melîha Altunişik, da zanîn ku Erdoganê ji dîktatorê Misirê Husnu Mubarek re dibêje 'Guh bide gelê xwe' "Ji bo derve demokrat e lê ji bo kurdan dîktator e. Altunişik, wiha domand: "Tu jî guh bide gelê xwe. Heger ku tu li welatê xwe demokrasiyê pêk neyînî, li gorî van hêjayan tevnegerî dê li derve tu kes ji te bawer nake."

Hîndekara Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) Prof. Dr. Meliha Altunişik ise,raperîna gel a Tûnûsê heta Misirê belav bûyî nirxandin û balkişan ser helwesta Serokwezîr Erdogan û da zanîn ku Erdogan "popîlîst û duru ye". Altunişik, li ser karaktera raperînan sekinî û got ku raperîna li Tûnusê li bendê nebû. Altunişik, diyar kir ku li Tûnûsê ne wekhevî heye û ji ber pirsgirêkên civakî û aborî kêr gihiştiye hestî. Altunişik, li ser a Misirê jî sekinî û got: "Beriha niha çend ceribandinên wiha pêk hatibûn. Di 2005'an de çend xwepêşandanên Tevgera Kifayî hebûn. Rejîma Mubarek tu reforma pêk nayîne. Çimkî di van hilbijartinan de cih neda dijberiyê."

Altunişik, da zanîn ku li Rojhilata Navîn li hemberî dîktatoriyê nerazîbûneke mezin heye û wiha got:"Bi giştî pirsgirêkên aborî û siyasî hebûn. Ya girînge ne pirsa çima ev raferîn çebû? ya girîng ewe ku mirov bipirsa 'Çima evqas dereng bû?' Ji niha û pê ve nayî zanîn ku çi dê çêbibe. Dibe ku reform pek bên." Altunişik, li ser daxûyaniyên Serokwezîr Erdogan ên li ser Misirê sekinî û got ku:"Erdogan ji bo derve demokrat ji bo kurdan dîktatoriyê dike. Tu bi vê yekê baweriya xwe winda dikî. Serokwezîr Erdogan li wir alîkariyê dide reforman lê guh nade gelê Tirkiyeyê. Ji bo em hînî pirsgirikên Tirkiyeyê bibin divê mirov serlêdanên li DMME'yê binêre. Heger ku Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn bibe modelek divê demokrasiya di nava xwe de pêk bîne û bibe rûniştin."

DÎHA (ay/aw/mae)