1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo girtiyên nexweş kampanya
Ji bo girtiyên nexweş kampanya,ji,bo,girtiyên,nexweş,kampanya

Ji bo girtiyên nexweş kampanya

ÎHD ji bo girtiyên nexweş kampanyayekê dide dest pê kirin

A+ A-

DENİZ TEKİN Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo girtiyê nexweş Avnî Uçar ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sirgûnî Girtîgeha T a Şakranê hate kirin, kampanya "Ji bo Avnî Uçar Azadî" dê bidin destpêkirin.

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo balê bikşînin ser rewş û tenduristiya girtiyê siyasî Avnî Uçar ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 hate kirin, dest bi kampanya "Ji bo Avnî Uçar re azadî" dikin. Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan a Girtîgehan ya ÎHD'a Îzmirê Asya Kaya, der barê kampanyayê de agahî dan. Kaya anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 130 hezar girtî hene û wiha got: "Ji ber şert û mercên giran gelek girtiyên ku bi saxî tên girtin nexweş derdikevin. Li gel nexweşxaneyên dewletê rapor didin û diyar dikin ku ev girtî nikarin li girtîgehan derman bibin jî dîsa girtî nayên berdan û di şert û mercên giran de tên girtin. Kaya, destnîşan kir ku Saziya Tipa Edlî raporê nade girtiyên nexweş û destûr nade ku girtiyên nexweşiya wan giran rojên xwe yên dawî li cem malbatên xwe derbas bike.

'Mirovek nikare bi nîv gurçikê bijî'

Kaya, da zanîn ku Avni Uçar 21 salin girtî ye û ji ber pêkanînên Saziya Tipa Edlî terkî mirinê hatiye hiştin. Kaya, anî ziman ku di sala 2006'an de Uçar ji ber tumorekê ji gurçika xwe ameliyat bû gurçikek xwe jêkir. Kaya, bilêv kir ku di mesaneya Uçar de kanser hate dîtin û ji ber vê yekê di sala 2011'an de dîsa emeliyat bû û neviya gurçika wî ya din jî hate jêkirin û wiha got: "Uçar niha bi nîv gurçikê dijî. Ji ber ku baş nayê parastin û nayê dermankirin di sînorê mirinê de dijî. Lê divê Uçar ji bo tam baş bibe dîsa emeliyat bibe. Niha ev mirov bi nîv gurçikê dijî Lê pêwiste ku Uçar li nexweşxaneyê di bin kontrola doktorna de bijî. Li gel doktor ji bo Uçar rapora "nikare li nexweşxaneyê bimîne" jî dîsa li girtîgehê tê hiştin. Uçar ji Sêrtê anîne Îzmirê û hewa Îzmirê ya bi ritûbet bandorek neyînî li ser gurçika wî dike. Ji roja hatiye Îzmîrê heta niha êşê dikşîne. Ji ber şert û mercên giran her tim Uçar radikin nexweşxaneyê."

'Heta Uçar azad bibe dê kampanya bidome'

Kaya, bilêv kir ku lazim e Avni Uçar serbest bê berdan û li derve bê dermankirin. Kaya, da zanîn ku wan ji bo Uçar kampanya daye destpêkirin û heta Uçar azad bibe dê kampanya wan bidnome. Kaya, daxuyand ku wan wekî ÎHD'ê kampanya "Ji Avnî Uçar re Azadî" daye destpêkirin. Kaya, bibîrxist ku dê di 24'ê Tebaxê roja Înê ji Avni Uçar re kartan bişînin û kampanyayê bidin destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dê 2 hefteyan kampanya îmzeyan bidin destpêkirin. Em dê nivîs û nameyên Uçar biweşînin. Em dê panelan pêk bînin. Em dê serî li saziyên eleqeder bidin û heyeta raporan ava bikin ku biçin li wir lêkolîn bikin. Heta Avnî Uçar azad bibe dê kampanya ye berdewam bike. Em bang li her kesî dikin ku tev li kampanyayê bibe."

Di 10 salan de hezar û 697 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da

Di 10 salên serdema hikûmeta AKP'ê de hezar û 696 girtiyan li girtîgehê jei ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2012'an de li Girtîgehan 72 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

(mae)