1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Ji bo guhertinan pêwîstî bi parlamentoyê heye’
‘Ji bo guhertinan pêwîstî bi parlamentoyê heye’,ji,bo,guhertinan,pêwîstî,bi,parlamentoyê,heye

‘Ji bo guhertinan pêwîstî bi parlamentoyê heye’

Endamê Komîsyona Karên Pêşmerge, Şehîd û Enfaliyan li parlamentoya Herêma Kurdistanê Qadir Rezgeyî got: "Ji bo reform û guhertinan astengiyên mezin hene. Guhertin bi dirûşmeyan nayên kirin. Ji bo guhertinan pêwîstî bi parlamentoyê heye

A+ A-

AŞTÎ EHMED / ROJNEWS

Endamê Komîsyona Karên Pêşmerge, Şehîd û Enfaliyan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Qadir Rezgeyî têkîldarî mijarê ji RojNews re axivî û wiha destnîşan kir; "Lîsteya mûçeyên şehîdên çeperê, enfalkiriyan û qûrbaniyên komkujiyan pêwîstî bi guhertinê heye. Ji ber ku di nava lîsteyan de hinek kes hene, ne bi gel re û ne jî li eniya şer cih girtine. Alîgirên dijmin bûn. Niha jî bi şehîd bi nav kirine. Hinek kes di nav de cerdevan bûn, niha weke şehîd diyar kirine. Yan ji bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane, ew ji şehîd bi nav kirine û navê wan di lîsteya şehîdan de tomar kirine. Ji ber vê yekê pêwîste mûçeyên wan kesan bê birîn."

Qadir Zergeyî di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir; "Sedemên siyasî hene, ji bo reform di warê lîsteya şehîdan de bê kirin. Ji ber ku hêz heye, bi neyasayî kes di nava lîsteya şehîdan de tomar kirine û niha naxwazin navê wan kesan ji lîsteyê derbixin. Ji ber vê yekê di vê demê de, di van lîsteyan de guhertin çêkirin zehmete. Li hemû Herêma Kurdistanê reform û guhertin nikare bi kesên dinava nelirêtiyê de ne bên çêkirin."

Endamê Komîsyona Karên Pêşmerge, Şehîd û Enfaliyan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Qadir Rezgeyî diyar kir ku bi ne aktîvkirina parlamentoyê û nebûna îradeyê reform nikarin bên kirin û wiha ragihand; "Pêwîste peymanek stratejîk di nava xwe de îmze bikin. Ger ev bê kirin wê astengî jî neyên kirin.Bi alîkariya parlamentoyê û hikûmetê pêngavan bavêjin. Ji bo reforman pêwîstî bi dem heye. Niha astengiyên mezin li pêşiya reforman hene û reform jî tenê bi dirûşmeyan nabe."

(ab)