1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Ji bo jiyanek azad em ê têkoşîna zayend bilind bikin’
‘Ji bo jiyanek azad em ê têkoşîna zayend bilind bikin’,ji,bo,jiyanek,azad,em,ê,têkoşîna,zayend,bilind,bikin

‘Ji bo jiyanek azad em ê têkoşîna zayend bilind bikin’

A+ A-

MEXMÛR (DÎHA) - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem jinan bi reng û dengê xwe tundiya li hemberî jinan tê meşandin şermezarkirin û bi yek dengî gotin, “Bijî Têkoşîna Azadiya Jinê”.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem li Navenda TEV-ÇAND a Wargehê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîddeta li Dijî Jinê, bi tevlîbûna sedan jinan daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan bi reng û dengê xwe tundîtûjiya li hemberî jinan tê meşandin şermezarkirin û jinan bi yek dengî gotin “Bijî Têkoşîna Azadiya Jinê”.

Endama Meclîsa Îştar Mamoste Dîcle Dag daxuyanî da. Dag, di daxuyaniyê de diyar kir ku jin mafdar e û wiha got: "Ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ye, jin hêza berxwedanê ye; ji ber ku xwedî mîrasa Zilan, Sema û Viyanan e. Jin vîna azad e; ji ber ku bi hest, hizir û ramanên xwe tevdigerin. Jin xwedî rêxistin e; ji ber ku xwedî li jiyanê derdikeve. Jin civak e; ji ber ku çavkaniya hemû afirandina jinê ye. Jin mafê jiyan, ked, hebûn, hezkirin, hizirandin û xwezaya xwe dixwaze. Lewma jin rastî lêdan, kuştin, qirkirin, darvekirin û destavêtinê tên.”

‘25’ê Mijdarê roja dawîanina tundîtûjiya li hemberî jinê beyankirin e’

Dîcle Dag, destnîşan kir ku di 25’ê mijdara sala 1960’î de li Komara Domînîkê li hemberî şîddeta rejîmê, jinan serî hildaye û wiha berdewam kir: "Sê xwîşkên bi navê Marîa, Patrîa û Mînerwa ji aliyê komarê ve tên tecawizkirin û piştre tên qetilkirin. Bi armanca lanetkirina vê bûyerê û şîddeta desthilatdariyê, Femînîstên Latîn Amerîka û Karayîpê pêşniyar dikin ku ev roj weke; “Roja dawîanîna şîddeta li hember jinan” were beyankirin. Ev pêşniyar di civata jinan a Latîn Amerîka de tê pejirandin. Roja 25’ê Mijdarê weke “Roja têkoşîna li hemberî şîddeta li ser jinê û roja piştgiriya neteweyî” tê diyarkirin. Ev biryar di sala 1985’an de ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve tê erêkirin û heta roja me ya îro ev roj di wateya dawî anîn, şermezarkirin û lanetkirina şîddetê tê zanîn.”

‘Ji kuştin, girtin, êşkence û tacîzê re bêjî êdî bes e’

Dîcle Dag, di daxuyaniyê de dest nîşan kir ku heya niha bi hezaran jin ji aliyê bav, bira, hevser û mezinên xwe ve bi lêdan, kuştin, seqetkirinê rû bi rû dimînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di roja me de bi qasî şîddeta fizîkî, şîddeta şerê taybet jî li ser jinan tê meşandin. Ev weke şîddeta derûnî, fizîkî, aborî û cins e. Terora li ser jinê ji tevayî terora mirovahiyê girantir e. Di heman demê de jî jin ji aliyê dewlet, malbat û civakê ve jî rastî şîddetê tê.”

Dag, herî dawî got: “Rêber Apo dibêje: ‘Şoreşa ku jin têde tune be, bi ser nakeve’ Em bi şoreşa xwe xwedî li mafê xwe derkevin û bi ser bixin. Bi şopandina vîna xeta azad a Rêheval Zîlan, Viyan û Çîçekan de bi hezaran şehîdên têkoşîna azadiyê em têkoşîna xwe bilind bikin û ji kuştin, girtin, êşkence û tacîzê re bêjin ‘Êdî Bes e.’ ” Daxuyanî bi dirûşmayên “Bijî Têkoşîna Azadiya Jinê”, “Bimire bi Her Awayî Zîhniyeta Kevneşop a li ser Jinê”, “Bjiî Serok Apo” bi dawî bû.

(kom/mae)