1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ji bo Koma Xebata Kurdî
Ji bo Koma Xebata Kurdî,ji,bo,koma,xebata,kurdî

Ji bo Koma Xebata Kurdî

A+ A-

Komîsyona Zimannasan

Hevalên hêzha yên Koma Xebata Kurdî,

Ev demek e ku di nav ćapemeniya kurd u kurdî da ez bi baldarî hewldanên we yên pîroź diśopînim. Bê guman gava mirov bi kar u barên we yên ku hun źibo zimanê me yê kurdî dikin - ku li ber mirinê ye -, tenê dikare pê kêfxwaś u bextiyar bibe. Loma, bi baweriya min bibe, ewdê hemî kurdên dilsoź u kurdîperest qîmeteke gelekî mezin bidin ćalakiyên we.

Lê li hêla din divêt mirov hindekî bi baldarî tevbigere. Bê luzim xwa u zimên nexe nav pirsgirêkên mezintirîn. Bi dêhna min bibe, halî hazir zimanê kurdî di her warî da dikane bersîva pirsgirêkên heyî bide. Lê kêmasî ne di zimên, di me da ye. Źiber ku me hîn źî bi têra xwa hewl nedaye xwa ku zimanê xwa baśtir u têkuztir hîn bibin. Bê śik encama vê yekê źî xwa di bi kar hanîna zimên da dide der.

Termînoloźiyên ku hun dixwazin berhev bikin, źixwa di zimên da hee ne. Lewra źibo ku mirov bikanî bibe van peyvan li gorî miźaran źi hev cihê bike, formên kurdiya resen bîne der, pêwistî bi «komîsyoneke zimannasan» hee ye (ne «qeśmerên zimên»). Bêyî «komîsyona zimannasan» bivêt-nevêt ewdê kêmasiyên bê tarîf derbikevin u di nav zimên da tehrîbatên bingehîn ćêbikin.

Di nav xebatên we da mîna ku xuya dibe, we zimanê tirkî, ku ti eleqeya vî zimanî ya genetîk bi kurdî ra tun e, bingeh girtiye. Bivêt-nevêt ewdê ev tercîha we zirareke mezin li zimanê kurdî bixe. Herî kêm divêt mirov bi tevî zimanê farsî van xebatan bide meśandin, yan źî qet nebe bi înglîzî, frensî, elmenî, spanî u hwd., źiber ku ez zimanana tevda źî zimanên hîndî-ewrupî ne.

Di nav termînoloźiyên śaredariyan da min li gelek ciyan kêmasiyên zayendî u ćeftiyên din yên rêzimanî dîtin.

Ez dixwazim careke din li vir dubare bikim, bêyî «komîsyoneke zimannasan» ewdê ćeftiyên pirr mezin werin kirin. Lê telafiya van źî dibe ku paśê ne mimkun bibe.

Bi hêviya ku hun ê kar u barê xwa yê bimbarek bi serkeftî dawî bikin.

Beghyanî Shadî Sharîn (Beyhanî Shahîn)


Bêjeyên Miftehî