1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo kongreya BDP'ê ya Amedê
Ji bo kongreya BDP'ê ya Amedê,ji,bo,kongreya,bdp,ê,ya,amedê

Ji bo kongreya BDP'ê ya Amedê

A+ A-

Rêxistina BDP'ê ya Amedê dê di 22'ê cotmehê de kongreya BDP'ê ya Bajar pêk bîne. Ji bo rêveberiya kongreyê heta niha 94 kesan serî li Rêxistina BDP'ê da. Rêxistina BDP'ê beriya kongreyê li 12 navçeyên derve û 4 navçeyên navendî yên Amedê dest bi civînan kirin û lez dan xebatên kongreyê.

Rêxistina BDP'ê ku di çarçoveya doza KCK'ê de bi hezaran endam û rêveberên wê hatin girtin, di 22'ê cotmehê de kongreya Bajar Amedê pêk tîne. Rêxistina BDP'ê ya Amedê beriya kongreyê li tax û navçeyan bi civînan lez da xebatên xwe. BDP'ê ji bo beşdariyek mezin amadekariyê dike û armanc dike ku di kongreyê de beşdariyek gelek mezin pêk bîne. Ji bo kongreya 22'ê cotmehê de komîsyonên amadekar hatin avakirin. Ji bo rêveberiya nû ya Bajar li 12 navçeyên derve û 4 navçeyên navendî yên Amedê her şev civînên gel tên lidarxistin. heta niha 25 taxan civîn hatin lidarxistin û 26 saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin hatin kirin. Komîsyona Amadekar a Kongreyê diyar kir ku heta niha ji bo rêveberiya BDP'ê ya Bajar 94 kesan serî li wan daye û serlêdan her ku diçin zêde dibin. Endamên komîsyonê diyar kir ku di vê kongrdeyê de dê dîsa pergala hevserokatiyê pêk bînin û ji sedî 40 kotaya jinê pêk bînin. Endamê komîsyonê anîn ziman ku heta niha ji bo hevserokatiya rêveberiya BDP'ê ya Amedê 8 zilam û 6 jinan serî li wan daye. Endamên komîsyonê dan zanîn ku ji bo rêveberiyê heta niha 48 zilam û 16 jinan serî li wan daye.

Di vê pêvajoya ku serlêdan didomin de beriya kongreyê Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi delegeyan re li avahiya BDP'ê ya Amedê civîn pêk anî. Endamên Komîsyona Kongreyê û Endamên Meclîsa BDP'ê Yildiz Aktaş û Huseyin Dag beşdarî civînê bûn. Her wiha rêveber û serokên BDP'ê yên navçeyên navendî û derve yên Amedê, şaredarên BDP'î yên Amedê û navçeyên wê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de astengiyên li pêş hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û operasyonên siyasî û leşkerî yên dawî hatin şermezarkirin. Piştî niqaşên li ser serlêdanan û delegeyan civîn bi dawî bû. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî