1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji bo Meşa Jinan a Cihanê bangawazî
Ji bo Meşa Jinan a Cihanê bangawazî,ji,bo,meşa,jinan,a,cihanê,bangawazî

Ji bo Meşa Jinan a Cihanê bangawazî

A+ A-

EVRÎM KEPENEK

ÎZMÎR (DÎHA) – Di çarçoveya Meşa Jinan a Cihanê de bi hezaran jin dê îsal di 15’ê Adarê de li Qada Gundogdu ya Îzmîrê bi goven, tîlîlî û stranên bi zimanên xwe ve peyamên hemû jinan ragihînin cihanê. Jinên ku li Îzmîrê xebata Meşa Jinan a Cihanê didin meşandin bang li hemû jinan kirin û xwestin daxwazên xwe yên azadiyê bilind bikin.

Meşa Jinan a Cihanê ya îsal li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 6’ê Adarê de dest pê dike û di 7’ê Adarê de li Mêrdînê di 8’ê Adarê de jî li Amedê bidome. Meşa li Tirkiyeyê Kongreya Jinên Azad (KJA) organîze dike û jinên ku dê li Nisêbînê dest bi meşê bikin noqtekeye bigihîjin hev jî Îzmîr e. Jinên ku li Îzmîrê xebata meşê didomînin di 15’ê Adarê de li Qada Gundogduyê bên cem hev û bi hezaran jin dê bi slogan, starên xwe û tîlîliyan ve dê balê bikişînin binpêkirinên li dijî jinan bînin ziman.

Gulîstan Baltaci ji bo xebata Meşa Jinan a Cihanê ya Îzmîrê bangawazî kir û got ku divê jin dakevin kolanan û daxwazên xwe yên azadiyê ji hemû kesan re ragihînin û 15’ê Adarê dê dîmenên rengîn bi xwe re bîne. Balci anî ziman ku divê hemû jin biherikin Qada Gundogduyê.

Parêzer Banu Şengul jî diyar kir ku têkane riya ku jin ji dorpêça sîstema desthilatdar xwe rizgar bikin têkoşîna rêxistinkirîye û ji ber vê yekê jî daketina jinan li qadan û kolanan girîng e. Sengul got ku meşa jinan dê li Nisêbînê dest pê bike li Îzmîre bidome û derbasî Yewnanistanê be ev yek girîng e. Sengul jî xwest ku hemû jin di 15’ê Adarê de il Qada Gundogduyê bin.

Belavok hatin belavkirin

Jina bi navê Ebru Dînçel jî destnîşan kir ku ew ji bo ku xebatên 8’ê adarê ya Meşa Jinan a Cihanê ragihînin stand vekirine, belavok belav kirine.

Şebnem Kiymet jî xebatên ku jin bi hevre didin meşandin ji gelek xebatan biqimet e. Kiymat got kul i gel ku jin li kargeh û malan hilberînê dikin j îli her derê şîdetî dibînin mafên wan tên xespkirin û bo rawestandina van binpêkirina ew ê li Gundogduyê bin.

Xwîşkên bi navên Aynur Durak û Aygul durak jî anîn ziman ku piştevaniya di navbera jinan de dê xebatên bi vê rengî vê pêş bikeve û ew dixwazin LGBTÎ jî li qadan bin.

(sa)