1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo meşa Serêkaniyê banga tevlîbûne
Ji bo meşa Serêkaniyê banga tevlîbûne,ji,bo,meşa,serêkaniyê,banga,tevlîbûne

Ji bo meşa Serêkaniyê banga tevlîbûne

Jinên Êlihê ji bo meşa Serêkaniyê banga tevlîbûne kirin

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) – Melcîsa Bajêr a Jinên Êlihê, ji bo meşa sibê ya li Serêkaniya Riha yê banga tevlîbûnê kir û xwest hemû kesên bi wîcdan tevlî meşê bibe û ji qetliyama Rojava şermezar bike.

Meclîsa Bajêr a Jinên Êlihê, ji bo balê bikişîne êrîşên li Rojava li hember sîvîlan pêk tên û ji bo meşa sibê ku li Serêkaniya Riha yê pêk were banga tevlîbûnê kir. Jinan li Salona Konferansê ya BDP’a Êlihê civîna çapemeniyê li darxist. Di civînê de endamên Meclîsa Bajêr a Jinên Êlihê amade bûn.

Li ser navê jinan endama Meclîsê Suna Parlak daxuyanî xwend. Parlak, bang li hemû gelê Êlihê kir ku sibê beşdarî meşa wan bibin û wiha got: “Em sibê saet di 08.00’an de li ber Şaredariya Êlihê ji bo tevlî meşa Serêkaniyê bibin dê wesayîtên me rabin. Banga me ji bo hemê gelê Êlihê yê bi hestiyar tevbigere. Di vê meha bi xêr ya Remezanê de û di erîfeya cejnê de em li hember qetliyamên li ser gelê Rojava pêk tên bêdeng nemînin. Em ji birçîbûn, xizanî û qetliyamên li ser zarokan pêk tên bê hîstiyar û bêdeng nemînin. Banga me li hemû kesê xwedî bi wîjdan û bi îmane, bila tevlî meşa me bibin.”

(bg/ça)