1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo navê Şerzan Kurt kampanya
Ji bo navê Şerzan Kurt kampanya,ji,bo,navê,şerzan,kurt,kampanya

Ji bo navê Şerzan Kurt kampanya

A+ A-

Ji bo navê Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurt li bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest daye bidin kolana lê hatiye qetilkirin kampanyaya îmzayan dan destpêkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurt ê 21 sal di 11 gulana 2010'an di encama êrîşa ulkucuyan a li hemberî xwendekarên kurd de bi guleya polîs jiyana xwe ji dest dabû. Doza Kurt bi hinceta "ewlehiyê" ji aliyê Dadgeha Bilind ve ji Muglayê birin Eskîşehîrê. Hevalên Şerzan Kurt ji bo ku navê Kurt bidin jiyîn dest bi xebatan kir. Di vê çarçoveyê de Komeleya Ciwanan Azad a Şerzan Kurt vekirin.

Komeleyê bi armanca navê Şerzan Kurt bidin kolana lê hate kuştin dest bi xebatan kirin. Komeleyê ji bo kolana Kurt lê hate kuştin a bi navê Kolana Recaî Gurelî bê guhertin bikin "Kolana Şerzan Kurt" kampanyaya îmzayan da destpêkirin. Îmzayên bên komkirin dê bidin Şaredariya Muglayê.

DÎHA (ft/tt)