1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji bo nexweşên felçbûyî tedawiya bi şaneya bingehîn
Ji bo nexweşên felçbûyî tedawiya bi şaneya bingehîn,ji,bo,nexweşên,felçbûyî,tedawiya,bi,şaneya,bingehîn

Ji bo nexweşên felçbûyî tedawiya bi şaneya bingehîn

A+ A-

Ev tedawîn hîn tê ceribandin, ji bo nexweşên ji ber rijîna xwînê ya li ser mejî nikarin lebatên xwe kontrol bikin, tê bikaranîn. Zanyar dibêjin, di rewşa heyî de nexweşên ji ber qezayan felç bûne, bi vê rêbazê nayên tedawîrkirin.

Ji Zanîngeha Stanfordê Gary Steînberg diyar kir, nexweşekî tevlî vê ceribandinê bû û beriya tedawiyê bi tenê dikarîbû tiliyeke xwe hindikî bilivîne, piştî vê tedawiyê dest bi meşê kir û dikare destê xwe deyne ser serê xwe.

Di vê tedawiya ceribandinê de, ku ji aliyê şîrketa SanBîo ya li Kalîforniyayê ve hat afirandin, ji bo nexweşên xwîn rijiya ye ser mejiyê wan, şaneyên bingehîn bi rêk û pêk enjekteyî mejiyê wan tên kirin.

Di hemû ceribandinên dawî de, jiyana hemû nexweşên beşdar, baş bûye.

Di vê tedawiyê de, şaneyên bingehîn mezenchymal ên ji du kesên xwedî tenduristiyeke baş tên wergirtin, ji aliyê genetîk ve amadekirin û gena Notch1 a di pitikan de rê li ber pêşketina mejî vedike, tê aktîfkirin. Piştî ku ev şaneyên bingehîn ji mejî re tên dayîn, mejî aliyê xwe yê xisardîtî sererast dike.

Zanyar dibêjin, eger ev rêbaza tedawiyê encamên erênî derxîne holê, wê karibe ji bo gelek nexweşên din jî bên bikaranîn.