1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji bo Ocalan 15 salin kincên reş li xwe dikin
Ji bo Ocalan 15 salin kincên reş li xwe dikin,ji,bo,ocalan,15,salin,kincên,reş,li,xwe,dikin

Ji bo Ocalan 15 salin kincên reş li xwe dikin

A+ A-

9 Gulan

ÎSMAÎL ESKÎN

GIRKÊ LEGÊ (DÎHA ) - Xwîşkên hev Esma û Ayhan Murad ên ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin, heya niha kincên reş li xwe dikin. Xwîşkên hev ên 15 salin bi kincên reş dijîn diyar kirin ku heya Ocalan azad nebe kincên xwe yên reş ên sîmgeya şînê naguherin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan salên dirêj li Suriyeyê ma. Xîmê şoreşa Rojava di salên Ocalan li Suriyeyê dima hate avêtin. Gelê Rojava heskirin û girêdana xwe ya bi Ocalan re her tim nîşan didin. Li her malê wêneyên Ocalan daliqandî hene. Xwîşkên hev Esma û Ayhan Murad ên li Girkê Legê yê girêdayî Kantona Xweser a Cizîrê ya Rojava dijîn jî ji 15'ê Sibata 1999'an dema Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin heya niha şînê digirin. Esma û Ayhan 15 salin kincên reş li xwe dikin û girtina Ocalan şermezar dikin. Her du jin ji karên malê heya dehwetan bi kincên reş diçin û tevlî dibin. Esma Murd a ku ji ber vê çalakiyê gelek caran hate girtin a ku keçekî wê di nav PKK'ê de û kurekî wê jî di nav YPG'ê de diyar kir ku piştî Ocalan naskir hînî ramana azadiya jinê bû.

'Jiyanekî xweş min ji xwe re herem kir'

Murad, anî ziman ku yekemîn û herî dawî Ocalan di 15'ê tebaxa 1991'an de Ocalan li Bekayê dît û wiha got: "Di sala 1991'an de ji bo Rêberê Apo bibînim ez çûbûm Bekayê. Wekî hemû Kurdistan li wir kombibû. Yekemîn caran û her wiha cara dawî min li wir dît. Tu hêviya min a ku ez Rêber Apo bibînim tunebû. Dema min ew dît weke ez di xwevnê de bûm. Lê tenê min çend saetan dît." Murad, da zanîn ku piştî Ocalan naskir bi hêz di nava tevgera azadiya kurd de dest bi xebatan kir û wiha axivî: "Roj bi roj girêdana min a bi Rêber Apo ve zêde bû. Girêdana min gelek zêde ye. Piştî dîl ket min xwe winda kir." Murad, bilêv kir ku dîlketina Ocalan gelê Rojava gelek xemgîn kir û wiha pê de çû: "Dema min dîmenên wî yên çavên wî girêdayî gîtin min sozek ji xwe re da. Weke jinekê min ji xwe re jiyanekî xweş heram kir." Murad, bilêv kir ku bi dîl ketina Ocalan dest bi çalakiyan kir û ji roja Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin heya niha kincên reş ên sîmgeya şînê li xwe dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Min bi xwîşka xwe re biryara heya Rêber Apo azad nebe em jiyanekî xwe najîn girt."

'Ji me re gotin, girêdana me bi Ocalan re tuneye te berbidim'

Murad, destnîşan kir ku piştî dest bi çalakiyê kirin bi hêz tevlî xebatên rêxistînî bû û demek dirêje di Yekîtiya Star de peywirdar e. Murad, anî ziman ku ji roja kincên reş li xwe kirin rastî zext û girtina rejîma Suriyeyê hat û wiha got: "Ji roja min kincên reş li xwe kirin heya niha zextên dewlet Suriyeyê li ser min zêde bûn. Ez di sala 2004'an de hatim girtin. Di binçavan de ji min re gotin, 'Bêje girêdana min bi Ocalan re tuneye em dê te serbest berdin' Lê tu caran min ev gotin negot." Murad, anî ziman ku di sala 2009'an de bi xwîşka xwe re hate girtin û ji ber ku kincên reş li xwe dikirin rastî zextan dihatin û ji wan dihate xwestin ku dest ji kincên re li xwe kirinê berbidin.

'Heya Rêber Apo azad nebe ez dest ji çalakiya xwe bernadim'

Murad wiha axaftina xwe berdewam kir: "Herî dawî di sala 2012'yan de hatim girtin ez birim girtîgeha Şamê. Nekarîn min ji vê çalakiyê vegerînin. Ez li pey soza min ji xwe re dayîme. Heya Rêber Apo azad nebe ez dest ji vê çalakiyê bernadim. Heya ez dimirim dê ev çalakî bidome. Heye Kurdistan azad nebe û Rêber Apo azad nebe ez dest ji vê çalakiyê bernadim." Murad, da zanîn ku ji bo biçe gundê Amarayê yê Ocalan lêhatî dinê gelek caran hewilda lê dewleta Tirk û Suriyeyê destûr neda. Murad hemû dîwarên mala xwe bi wêneyên endamên YPG'ê yên di pevçûnên Rojava de jiyana xwe ji dest dan û Ocalan xemildanin e.

'Bi Rêber Apo me xwe nasî'

Ayhan Murad jî weke xwîşka xwe Esmayê 15 salin heman çalakiyê li dar dixe. Ayhan Murad jî diyar kir ku wê jî weke xwîşka xwe ji xwe re sozek da û pêdiviyên soza dayî bi cih tîne û wiha got: "Di navbera jiyana me ya berê û ya niha cudahî heye. Me bi ramana Rêber Apo ya li ser jinê xwe nasî." Ayhan Murad, anî ziman ku kesera wê ya herî mezin dîtina wê ya Ocalan e. Ayhan Murad, da zanîn ku her tim dîmenên Ocalan û qeydên Ocalan ên kevin guhdar dike û wiha axivî: "Xeyala min a herî mezin deqeyekî jî be wi bibînim e. Ligel min ew nedît min ramanên wî ji xwe re esas girt."

(bd)