Ji bo Ocalan ber bi Enqereyê ve
TUHAD-FED'ê daxuyand ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan dê ber bi Enqereyê meşeke li dar bixe.
TUHAD-FED'ê têkîldarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û greva bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ne li Sumerparka Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî xizmên girtiyan Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker û rêveberên TUHAD-FED'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Teker di daxuyaniyê de got ku di pirsgirêka kurd de muxatab Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: "Hevdîna parêzer û malbata Birêz Abdullah Ocalan ev 144 roj in bi hincetên ku mirov bawer nake tê astengkirin. Ji bilî vê jî bi girtina parêzeran jî mafên parastinê tê astengkirin." Teker anî ziman ku ew pêşketinin bi fikareke mezin dişopînin.
Teker da zanîn ku têkîldarî tecrîda li hemberî Ocalan gotinên wan hene û wiha axivî: "Em wekî malbatên girtiyan şahidên şerê 33 salan in. Em tu caran dev ji kurdbûna xwe bernadin."
Teker destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji ber tecrîda li hemberî Ocalan greva birçîbûnê de ne û ew ê wekî TUHAD-FED ji bo Ocalan û girtiyen siyasî azad bin dê ber bi Enqereyê meşekî li dar bixin. Teker got ku li her bajarî jî xizmên girtiyan dê bi awayeke sembolîk tevli meşê bibin û dê xwazên xwe ji Wezareta Dadê re ragihînin. Teker diyar kir ku meş dê di nava hefteyeke de pêk bê dîrokî jî piştre ji çapemeniyê re parve bikin. DÎHA
