Ji bo Ocalan kampanyaya îmzeyan
Li Fînlandiyayê ji bo Ocalan kampanyaya îmzeyan
Ciwanên Kurd ên li Fînlandyayê dijîn bo cara duwemîn dest bi kampanyaya berhevkirina îmzeyan kirin. Ciwanên Kurd belavokên bi zimanên Fînî, Swêdî û Înglîzî belav kirin û diyar kirin ku ew dê her hefte îmzeyan berhev bikin.
Ciwanên Kurd ên li Fînlandiyayê dijîn, li paytext Helsinkiyê bo cara duwemîn roja yekşemê 21’ê cotmehê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi hervekirina îmzeyan kirin.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Fînî, Siwêdî û Înglîzî yên li ser armanca kampanya îmzeyan hatin belavkirin û ji gelên Fînlandiya hate xwestin ku beşdarî kampanya îmze bibin.
Her wiha ciwanan li ser role Ocalan di azadî û aşitî ji bo Kurdistan û demokratîzekirina Tirkiyê ji bo gelên Fînlandiya aixvîn.
Ciwanên Kurd biryar dane ku her hefte li Fînlandiyayê di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” de îmze kom bikin. Bi vî awayî ciwan her hefte li cihên cûda stand vedikin û îmze berhev dikin.
ANF NEWS AGENCY
