Ji bo parastina Surên Amedê KUDEB pêwîst e
AMED (DÎHA) - Surên Amedê yên ku niha di pêvajoya ketina UNESCO'yê deye tu girîngî jê re naye dayîn û naye parastin. Arkolog Remzî Yokuş diyar kir ku divê ji bo parastina Surên Amedê di şaredariya Surê de KUDEB bê avakirin. Yokuş got ku dîroka civakan nasnemeya civakane û eger ew dest ji dîroka xwe berdin wê demê dest ji nasnameya xwe berdidin.
Di roja me ya îro de roj bi roj berhemên dîrokî tên tunekirin an jî yên heyî li ber tunebûnê ne. Yek ji van berhemên dîrokî jî Sûrên Amedê ne. Sûrên Amdê beriya nihan bi 6 hezar salî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Sûrên Amedê bi qasî 12 metro bildiya xwe, 4 metre firebûn û 6 hezar metre jî dirêjbûna xwe heye. Dema ku li jor ve lê tê nihêrîn wekî masiyekî xuya dike û bi bedewiya xwe bajarê kevnar Amed dorpêç kiriye. Surên Amedê niha di pêvajoya pejirandina ji bo Saziya Perwerde, Zanîst û Hunerê ya Neteweyên Yekbuyî (UNESCO)'yê de ye. Lê dema em li Surên Amedê yên ku nasnameyên dîroka Amedê ne dinêrin hem ji aliyê dewlet, hikûmet, Şaredarî û gelê Amedê ve pir giring nayên dayîn.
'Dîrok hertim ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsîn'
Li ser parastina destkeftiyên dîrokî me ji Endamê Komxebata Dîroka Arkolojiya Kurd û Metodolojiya Têgehan Arkeolog Remzî Yokuş nerîn girt. Yokuş der barê mijarê de diyar kir ku dîroka civakan nasnemeya civakane û eger ew dest ji dîroka xwe berdin wê demê dest ji nasnameya xwe berdidin. Yokuş destnîşan kir ku di cîhanê de hertim dîrok ji aliyê kesên desthilatdar ve hatiye nivîsandin û wiha got: "Destkeftên civakên ku nebûne dewlet û desthilatdar, an nehatine dîtin an jî bûne malê desthilatdaran.Mînaka herî berbiçav di Rojhailata Navîn de dîroka Kurdistanê ye. Dîroka fermî tu berhemên gelê kurd wek berhemek kurdî nabînin. Behremê kurdan wek behremê hêza desthilatdar tê dîtin."
'Divê ji bo parastina Surên Amedê Şaredariya Surê KUDEB'ê ava bike'
Yokuş diyar kir ku yek ji berhemên kurdan ku bi salane di bin destê desthilatdaran deye, Surên Amedê ne û divê em mîrateyên dîrokî biparêzin û radestî nifşên nû. Yoluş destnîşan kir ku rewşa Surên Amedê ya niha me xemgîn dike û niha jî di pêvajoya pejirandina UNESCO'yê deye. Yoluş da zanîn ku parastina Surên Amedê dikeve ser milê dewlet, hikûmet û şaredariyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikûmeta navendî hem jî rêveberên herêmî divê mekanîzmayên parastinê biafirînin. Hikûmeta navendî dikare di bin banê Wezareta Çandê de xebatên parastinê bi derdorên pispor bide xurtkirin û heman demê de ji bo hişmendiya parastina cihên dîrokî û hûnerên dîrokî waneyan di dibistanan de bicih bike." Yokuş anî ziman ku rêveberên herêmî dikarin di bin sîwana şaredariyan de Biroya Parastin Venêherî û Pêkanînê (KUDEB)'ê ava bikin û wiha got: "Divê Şaredariya Surê ji bo parastina Surên Amedê saziya KUDEB'ê ava bike."
Serokê Daireya Endizyarî û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Murat Alokmen der barê avakirin û xebitandina KUDEB'ê de axivî û diyar kir ku her çiqas cihên dîrokî di bin banê Wezareta Çandê de be jî dîsan barek dikeve ser milê şaredariyan. Alokmen anî ziman ku KUDEB di bin sîwana şaredariyan ji bo parastin û restorasyona mîrateyên dîrokî tê avakirin. Alokmen destnîşan kir ku di 2009'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê KUDEB ava kir û lê dikare heta astekê berhemên dîrokî biparêzin. Alokmen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ji bo Surên Amedê Şardariya Surê jî KUDEB'ê ava bike. Lewra Surên Amedê di sînorê Şaredariya Surê de ye. Em jî girîngiyê didin berhemên dîrokî û niha Surên Amedê jî di pêvajoya pejirandina UNESCO'yê deye."
(byt/ zb)
