Ji bo penaberên Rojava banga alîkariya demildest
KOBANÊ 21.01.2014 07:01:24 Komîteyên Alîkariya Însanî yên Kobanê û Komîteya Xizmetê ya ser bi Desteya Bilind a Kurd, ji bo alîkariya bi penaberên ji pevçûnên li Cerablûs û Minbicê xwe li Kobanê girtine, banga alîkariya lezgîn li Kurdan û saziyên navneteweyî kirin.
Di navbera Dewleta Îslamî ya Şamê ya Iraqê û Muxalefeta Sûriyeyê de li navçeya Minbicê û Cerablusa Halebê pevçûn derketin û van pevçûnan jî rê li ber paneberiyê vekir û penaber berê xwe didin Rojava. Ji vê herêmê hejmara penaberên koçî Kobanê kirine gihiştin 7 hezarî.
Komîteya Alîkariyê ya Kobanê bi derfetên xwe dê alîkarî da 40 malbatî. Lê derfetên di destê Komîetyê de têrî hemû penaberan nake.
Riyên ji Kobanê diçin bijarên din di destên komên çekdar yên IŞÎD’ê de ne û ji ber girtina sînorên Tirkiyeyê ji xwe zehmetî tên jiyîn û niha jî bi zêdebûna hejmara penaberan de rewş hîn zêdetir dijwar bûye.
Peywirdarên alîkariyê ya Kobanê û rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê ya Ewropayê rewş ji ANF’ê re nirxandin û ji bo ku kurdên li Helabê û penaberên Kobanê banga alîkariya lezgîn kir.
Endamê Komîteya Xizmetê Muslim Muslim diyar kir ku piştî alîkariya ku dane penaberan depoyên wan vala mane.
AŞÊN HER DU BAJARÊN MEZIN DI DESTÊ IŞÎD’Ê DE NE
Endamê Komîteya Alîkariya Kobanê Suleyman Xelîl diyar kir ku ji destpêka şerê navxweyî heta niha tu alîkariyeke navnetewî negirtine û tenê alîkariya ji Bakurê Kurdistanê hatine û yên Heyva Sor a Kurdistanê ya Ewropayê şandine, bikaranîne.
Xelîl wiha berdewam kir: “Di destpêkê şerê navxweyî de li bajaran Heyva Sor a Sûriyê hebû. Vana piştgirî dida 6 hezar malbatî. Lê dji 8.5.2013’an û vir de van saziyan xebatên xwe dan rawestandin. Piştî zor û zehmetiyan rû da me komîteya alîkariyê ya Kobanê ava kir. Li ser vê yekê gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi hevkariya Heyva Sor a Tirkiyeyê alîkariya xurek, derman şandin. Dîsa alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê çêbû. Ji bo zarokan, şîr, xurek, derman û amûrên dibistanê hatin şandin. Ev bo me pir girîng bû. Ji ber ku ev 8 mehe li ser Kobanê ambargo heye.
Xelîl pêla dawî ya penaberan nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî pevçûnên Cerablus û Minbecê pêşa nû ya penaberan destpê kir. Minbice navçeya navçeya herî mezin ya duyemîn a Halebê ye. Hejmara penaberên hatine Kobanê 7 hezar derbas kiriye. Di rojên dawî de em bi derfetên xwe alîkariyê didin van penaberan. Em ji saziyên navnetewî tu alîkariyê nagirin. Mînak hewcedariya me bi betanî, cil û berg, xurek û derman heye. Dîsa bajaroka Şîrrîne û Şeyhler a li Bakurê Kobanê hene. Li Şirrîne kurd zêde ne, lê li Şeyhler Ereb pirin.
Van her du navçeyan hewcedariya xwe ya ard ji aşên Minbicê pêk dianî. Lê piştî IŞÎD’ê ev bajar girtin dest, aş desteserkirin. Ji ber vê jî hewcedariya lezgîn a vê navçeyê bi xurekê heye. Ji me daxwaza ard kirin. Niha di vê mijarê de zehmetiyên mezintên kişandin.
Şirrîne û Şeyler li başûrê Kobanê cih digirin. Li Şirrîne kurd, li Şeyhler ereb dijîn. Lê em cudahiyê nakin navbera gelan û divê alîkarî wekhev bê kirin.
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ GIRANIN
Li Kobanê di meha mijdarê de nexweşxane rastî êrîşê hat û li bajar pisgirêkên tenduristiyê rû dan. Lê du nexweşxaneyên taybet hatin vekirin. Ev yên taybetin. Li bajar yekane saziya ku xizmetê dide gel klînîkek biçûk ya ku Heyva Sor a Kurdistanê ava kiriye. Lê ev klînîk ji bilî rewşên lezgîn nekare tiştekî din bike.
Der barê mijarê de rayedarê ji Komîteya Tenduristiya Kobanê Bastawî Alî nrixandin kir û diyar kir k li bajar nexweşxaneyeke nû hatiye înşakirin, lê ji bo vekirinê amûr lazime û hewcedarî bi derman û amûrên tenduristiyê hene.
ME KAMPANYAYÊN HEYVA SOR LEZGÎNTIR KIR
Rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê Fahrettîn Gulşen jî alîkariyên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê berhevkirine nirxand û got wan ji saziyên navnetewî alîkarî negirtine. Gulşen got bi taybet Haleb ev 7-8 mehe di bin dagirkeriyê de ye û got li vir 7-8 hezar malbat di rewşeke dijwar de ne û li Kobaniyê j3i pirsgirêka penaberan derketiye holê.
Gulşen wiha pê de Çû: “Me ji bo 8 hezar malbatên Halebê xebatên xwe lez kir. Pirsgirêkên gihandinê ya li herêmê li ber çavan hate girtin û alîkariya me wek pere û derman didome. Bê guman alîkariya tiştên din jî li Kurdistan û Ewropayê jî didome.
Di demên dawî de rewşa Kobanê zêde ne baş e. Bi taybet piştî êrîşên Rakka û Cerablusê şûnde gelek kes çûn Kobanê. Niha banga alîkariyê tê kirin. Em bidixwazin ji bo van bangan bibin bersiv.
Em bang li gelê xwe dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Kampanya me ev salek û nîve didome. Lê niha divê em kampanyaya xwe lezgîntir bikin. Em bang li hemû kesî dikin ku aktîf piştgiriyê bidin gelê me yê wir. Em di mijara gihandina alîkariyan de zehmetiyan dikişînin. Ger astengî tunebûya dê alîkarî zû biçûya.
SAZIYÊN NAVNETEWÎ ALÎKARIYÊ NADIN KURDAN
Gulşen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bilî hinek saziyên alîkariyê yên biçûk wêdetir ji tu saziyên navnetewî piştgiriyeke cidî ya alîkariyê negirtine û got: “Ev jî ji ber polîtîkayên dewletan ya li dijî kurdan pêk tê. Gelê me alîkariyan dike. Mînak di rojên borî de li navenda Lîege-Aahen komeke kurd hatibûn cem hev û 90 hezar euro gihandin Rojava. Em piştgiriyê didin van hewldanan. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bikevin nava seferberiyê.”
