1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Ji bo rizgarkirina Mûsilê têkiliyên Bexda û PKK’ê hene’
‘Ji bo rizgarkirina Mûsilê têkiliyên Bexda û PKK’ê hene’,ji,bo,rizgarkirina,mûsilê,têkiliyên,bexda,û,pkk,ê,hene

‘Ji bo rizgarkirina Mûsilê têkiliyên Bexda û PKK’ê hene’

A+ A-

EHMED HESEN/ BEXDA / ROJNEWS

Parlamenterê Iraqê û endamê desteya parastinê yê Iraqê Macîd Cebar diyar kir ku di mijara operasyona rizgarkirina Mûsilê de têkiliyên Bexda li gel PKK’ê hene.

Parlamenterê Iraqê û endamê desteya parastinê yê Iraqê Macîd Cebar ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Di mijara rizgarkirina Mûsilê de têkiliyên artêşa Iraqê li gel Herêma Kurdistanê hene.”

Der barê îdiayên PKK amadeye tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe, Macîd Cebar wiha peyîvî; “Têkiliyên hikûmeta Iraqê di mijara rizgarkirina Mûsilê de têkiliyên wê li gel PKK’ê hene. Belê di vê mijarê de hîn zêdetir niha li gel hêzên pêşmergeyan danûstandin dike. Bi teybetî jî der barê mijarên nîşankirina hedef û lojîstîkî de.”

Her wiha Macîd Cebar dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Hikûmet ji bo eşîr û Heşdî El Şeebî tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin derfet dide. Lê di vê mijarê de hêza bingehîn artêşa Iraqê ye. Li gor pêwîstiyê wê polîs jî tevlî bibin. Têkildarî îdiyaên ku hinek aliyên siyasî naxwazin Heşdî El Şeebî tevlî oparasyonê bibe, ger pêwîstiyek zor zerûrî pênebe wê tevlî nebe.”

(sk)