1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo vekirina gorên tomerî meşiyan
Ji bo vekirina gorên tomerî meşiyan,ji,bo,vekirina,gorên,tomerî,meşiyan

Ji bo vekirina gorên tomerî meşiyan

A+ A-

Bi sedan kes di pêşengiya MEYA-DER'ê de li navçeya Qoserê gihiştin hev û bi boneya gorên tomerî bên vekirin meşek lidarxistin.

Di pêşengiya MEYA-DER'ê de bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Qoserê li hev kom bûn û bi boneya gorên tomerî bên vekirin û piştgiriyê bidin gelê Tunus û Misirê heta Qonaxa Hikûmetê meşek pêk anîn. Girsê di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û pankarta "Bi germahiya xweseriya demokratîk em raperîna Tunus, Misirê û Urdunê silav dikin" û "Bila gorên komî vebin, bila dewlet rûreşiya xwe bibîne" vekirin. Girsê her wiha bi dirûşmeyên "Qirêjiya dewletê deşifre bû", "Ne Candaşê qirej, ne lêborina tu bêj" û " û "Bijî Serok Apo" rojnameya posta şermezar kir. Pişt re li ser navê girsê nûnerê MEYA-DER Necîp Uyanik, daxuyanî xwend û xwest bi lezgînî hemû gorên tomerî bên vevekirin.

Hevseroka BDP'ê ya Qoserê Gurbet Tekîn jî axivî û anî ziman ku ev gorên tomerî qirêjiya siyaseta Tirkiyeyê dide nîşan û xwest bi lezgînî hemû gorên tomerî bên vekirin. Tekîn, helwesta rojnameya Postayê jî şermezar kir û anî ziman ku tu carî kurd li hemberî van neheqiyan bêdeng namînin.

(mae)