Ji bo welatê xwe biparêzin dê vegerin Şengalê
ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiyên êzdî yên ji ber êrîşên çeteyên DIAŞ'ê reviyan û hatin navçeya Qilebanê ya Şirnexê, diyar kirin ku ji bo xizmên xwe biparêzin dê vegerin çiyayên Şengalê û li hemberî çeteyan şer bikin.
Beşek welatiyên êzdî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê xwe xilaskirin û bi ser çiyayên Şengalê re derbasî Herêma Federal a Kurdistanê û ji wîr jî derbarî Bakûrê Kurdistanê bûn biryara vegerin welatê xwe girtin. Penaberên êzdî yên berê hatin Roboskiyê û pişt re şandin bajarê kon ê li Êlihê hate vedan biryara vegerin welatê xwe û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên Şengal dagirkirin şer bikin, girtin. Li ser biryara girtin koma ji 14 kesan pêk tên ji Êlihê careke din vegeriyan Roboskiyê diyar kirin ku piştî jin û zarok li cem xizmên xwe yên li Dihokê bi cih kirin dê biçin Şengalê û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin.
Ji êzdiyên vedigerin welatê xwe Raît Xero, diyar kir ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên qirêj ên li hemberî gelê Şengalê şer bikin vedigerin û wiha got: "Ji bo em axa xwe ya pîroz biparêzin em dê vegerin Şengalê. Çeteyên DAIŞ'ê li ser axa me şer meşand û li hemberî jinan pêkanînên dijmirovahî pêk anîn û komkujî li dar xistin. Ji ber vê yekê piştî me jin û zarok li Dihokê bi cih kirin em dê biçin çiyayên Şengalê û axa xwe biparêzin."
Xero, anî ziman ku li Roboskî û Êlihê gelek baş hatin pêşwazîkirin û biryara vegerin Şengalê jî ji bo axa xwe ya piroz ji çeteyan re hiştin e.
Welatiyên êzdî diyar kirin ku ew dê bi PKK û YPG'ê re li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin.
(bd)
