Ji bo Xurmatu hêzek hevbeş hat avakirin
ZANYAR DAQUQÎ / KERKÛK / ROJNEWS
Ji ber aloziyên çend roj in li Xurmatu dinavbera hêzên pêşmerge û Heşd El Şebî de berdewam dikin, Hikûmeta Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dan ku hêzek hevbeş ava bikin.
Duh bi armanca çareseriya aloziya navbera hêzên pêşmerge û Heşd El Şebî ya li navçeya Xurmatu ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn de, şandek a ku ji rayedarên Bexda, parlamenterên Herêma Kurdistan, wezareta pêşmerge û rayedarên Heşd Şeibî pêk dihat, li Bexda hatin gel hev.
Li gor agahiyên der barê vê civînê ketin destê RojNews de, di civînê de li ser sê xalên, pêkanîna hêzek hevbeş di navbera Heşd El Şebî û pêşmergeyan de, guhertina dîlan dinavbera her du aliyan de û tazmînata zererên di aloziyên rojên dawî navbera her du aliyan de rû dane, hevpeymanek hatiye mohrkirin.
(sk)
