1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo zarokan dê kampanya bidin destpêkirin
Ji bo zarokan dê kampanya bidin destpêkirin,ji,bo,zarokan,dê,kampanya,bidin,destpêkirin

Ji bo zarokan dê kampanya bidin destpêkirin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - "Hewldana ji bo zarokan aştî" ya ku ji aliyê sedî zêdetir rêxistinên sivîl ên civakî li dijî qatlîamên zarokan ên li Kurdistanê hatiye avakirin daxuyandin ku li herêmê mirov li dijî şer û êrîşan têkoşîna jiyanê didin dê li dijî qatlîaman kampanyayê bidin destpêkirin.

"Hewldana ji bo zarokan aştî" ya ku ji aliyê sedî zêdetir rêxistinên sivîl ên civakî li dijî qatlîamên zarokan ên li Kurdistanê hate avakirin piştî ku bi UNICEF û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û piştî hin rêzeçalakiyan çûn Amedê. Hewldana ku ji bo rêxistinên zarokan ên li Amedê ve koordînasyona piştevaniyê ava bikin ji gelek bajaran bi nûnerên 40 rêxistinan re çûn bi plansaziya çalakiyên 2 hefteyan vegeriyan. Endama Komeleya Gundem Çocuk Ezgî Koman anî ziman ku hewldanê bi nûnerên 40 rêxistinan ve li Amedê civîn li darxistiye û nexşeriya ku îro şunde dê bişopînin nirxand. Koman anî ziman ku ji ber şertên awarte yên herêmê plana çalakiyan a 2 hefteyan derxistine.

'Zarok dê çawa biçin dibistanên bûne biryargeh?'

Koman da zanîn ku bi temsîla 85 rêxistanan bi 45 kesan ve çûne Amedê û li Amedê forumek pêk anîne û wiha berdewam kir: "Di vê forumê de rêxistinên zarokan ên li herêmê, agahî dan me. Me jî di çarçoveya van agahiyan de bi hevalên li wir re nîqaş kir, serê xwe êşand û li gorî vê jî nexşeriyek diyar kir." Koman got ku hemû rêxistinên ku çûne Amedê biryara li cihên vedigerin çalakî li dar bixin girtine û bi taybetî jî anî ziman ku zarok ji mafê perwerdehiyê bêpar hatine hiştin û ev rewş li Wezareta Perwerdehiyê şermezar kirine. Koman destnîşan kir ku dibistan bûne biryargeh û wiha axivî: "Dibistan bûne qada şer, heke ev pêvajo bi dawî bibe zarok dema ku vegerin dibistanên xwe dê çi his bikin, dê çawa li gorî pêvajoya normal xwe motîve bikin? Ev xalên gelekî girîng e."

'Li herêmê jiyan rawestiya ye'

Koman çavdêriyên xwe yên li herêmê parve kir û anî ziman ku mirov di bin şertên giran de têkoşîna jiyanê didin û wiha got: "Bi taybetî Sûr a ku pevçûn zêde ye ji bo pêdiviyên ên bingehîn zarokan de pirsgirêkên cidî hene. Paçê zarokan, mama pêwist e. Li wir destur nayê dayîn ev pêdivî bên bicihanîn. Rêxistinên sivîl ên civakî yên ji bo pêdiviyên gel bi cih bînin diçin wê derê jî destur nayê dayîn ku biçin." Koman destnîşan kir ku xizmetên tenduristiyê tê astengkirin bi taybetî kedkarên tenduristiyê yên diçin Sûrê tên astengkirin. Koman bilêv kir ku ew ê li dijî qetilkirina zarokan, astengkirina mafê tenduristiyê çalakiyên xwe bidomînin. Koman got ku ji bo balê bikişînin li ser rewşê dê kampanya bidin destpêkirin.

(sa)