1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo zarokên Kobanê li Stockholmê gala alîkariyê
Ji bo zarokên Kobanê li Stockholmê gala alîkariyê,ji,bo,zarokên,kobanê,li,stockholmê,gala,alîkariyê

Ji bo zarokên Kobanê li Stockholmê gala alîkariyê

Jinên li Swêdê dijîn, destek dan projeya IJWF, WJAR û Wezareta Jinê ya Kobanê, ku ji bo zarokên bêkes mane dixwazin "Navenda Xwegihandina Jiyanê" vekin

A+ A-

STOCKHOLM - ANF Jinên li Swêdê dijîn, destek dan projeya Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IJWF), Weqfa Jinên Azad ên Rojava (WJAR) û Wezareta Jinê ya Kobanê, ku ji bo zarokên bêkes mane dixwazin "Navenda Xwegihandina Jiyanê" vekin.

Bi vê armancê jinên Kurd û Tirk ên li Stockholmê dijîn, şevek lidar xistin û hemû hatineyên ji vê şevê, ji bo tevkarî li projeyê were kirin şandin Rojava.

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê ve hat organîzekirin, di heman demê de veguherî piştgiriya ji bo berxwedana xwerêveberiyê yên li Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê.

Çalakî bi dirûşma "Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya jina, li Bakur ber bi serketinê ve dimeşe" hat lidarxistin û damezrandina YPS Jin a li dijî êrîşên dewleta Tirk, hat silavkirin.

Nûnerên rêxistinên amadekar li vir axivîn û dan zanîn ku êrîşên wehşî yên dişibin êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, di roja îro de ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê tên kirin. Bang li tevahiya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan hat kirin, ku piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê xurttir bikin.

Ji Weqfa Jinên Azad a Roajva Axîn Amed jî bi rêya Skype beşdarî Galayê bû û rewşa dawî ya li Rojava û Kobanê ji beşdaran re ragihand. Amed der barê projeya ji bo zarokên bêkes agahî da.

Amed da zanîn ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide. Piştî axaftina Amed, palyaço derket pêşberî zarokan û kêfa wan anî.

Hunermendên Kurd Denîz Deman, Ozan Fîgen, Memo Gelo, Sosî û Gursel, stranên xwe ji bo zarokên bêkes ên li Kobanê û gelê li Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide, gotin.