1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo ziman 'boykota dibistanan'
Ji bo ziman 'boykota dibistanan',ji,bo,ziman,boykota,dibistanan

Ji bo ziman 'boykota dibistanan'

A+ A-

Serdema hindekarî û perwerdehiyê ya 2011-2012'an sibehê dest pê dike. Nêzî 16 milyon xwendekar û 700 hezar mamoste dest bi dibistanan dikin. Ji bo bi milyonan xwendekarên kurd jî Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD'ê banga "boykota dibistanan" kiribû.

Xwendekar û mamoste piştî betlaneya 3 mehan sihebê dest bi serdema hindekarî û perwerdehiyê ya heta 8'ê Hezîrana 2012'an bidome bikin. Egîtîm Senê diyar kir ku 16 milyon xwendekar bi gelek pirsgirêkan dest bi perwerdehiyê dikin û Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD'ê jî di 16'ê îlonê de bang li zarokên kurd kiribû û xwestibû hefteyeke neçin dibistanan.

KCD'ê bi banga "kurd ne li qadên sînorkirî dixwazin li hemû qadan zimanê xwe bi kar bînin. Ev daxwazeke xwezayî û rewa ye" xwestibû zarokên kurd di 19-23'ê îlonê de neçin dibistanan. KCD'ê xwestibû ku kurd di vê navberê de perwerdehiya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bikin û meclîsên taxan û mal dikarin wekî dibistan bên bikaranîn. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî