1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ji bo şehîdên Mereşê divê Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk bê avakirin
Ji bo şehîdên Mereşê divê Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk bê avakirin,ji,bo,şehîdên,mereşê,divê,kurdistana,azad,û,tirkiyeya,demokratîk,bê,avakirin

Ji bo şehîdên Mereşê divê Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk bê avakirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ji bo bersiv ji şehîdên Mereşê re bê dayîn divê Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bê afirandin.

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist, ku di ser Komkujiya Mereşê ya ku bi sedan Kurdên Elewî lê hatin kuştin re, 38 sal derbas bûn û got, "Em şehîdan careke din bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê bîranîna wan di têkoşîna Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad de bidin jiyîn."

Hevserokatiyê destnîşan kir, ku Komkujiya Mereşê roja destpêkê ya darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê ye û diyar kir, ji bo bingeha psîkolojîk a civakî ji darbeya faşîst a 12'ê Îlonê re amade bikin, hêzên faşîst û olperestên tund ên dijminê hemû baweriyan e bi kar anîn û bi sedan mirov kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, destpêka avabûna sîstemek faşîst, ku bi eciqandina sosyalîst û hêzên demokrasiyê re xwe gihandiye heta roja îro, Komkujiya Mereşê ye ku di Kanûna 1978'an de pêk hat.

KCK'ê diyar kir, weke encama biryara eciqandina hêzên demokrasiyê, zîhniyet û hêzên komkujiya Mereşê kirin îro li ser desthilatdariyê ne û mohra xwe danîtinên binê pêkanînên herî dijwar ên faşîst.

KOMKUJÎ BI HEVKARIYA ZÎHNIYETA MHP-AKP'Ê HATE KIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist, ku bi pêkhatina Komkujiya Mereşê re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir, ku eger hêzên demokrasiyê nebin yek û têkoşîneke hevpar nemeşînin wê li Tirkiyeyê darbeya faşîst pêk were û kampanya eciqandina hêzên demokrasiyê bi taybetî sosyalîstan dest pê bike.

KCK'ê da xuyakirin, ji ber ku di wê demê de eniya demokrasiyê nehat avakirin, pêşî li pêkhatina darbeya faşîst a 12'ê Îlonê vebû û wiha dewam kir: "Hemû bûyerên îro diqewimin, encama êrîşên bi Komkujiya Mereşê re dest pê kirin e. Ev êrîş ji aliyê hevkariya zîhniyeta MHP-AKP'ê ve hatiye kirin. Yên ku îro li ser desthilatdariyê ne, dîsa ew in. Heta ku ev rastî baş neyê fêhmkirin, wê têkoşîneke rast û xurt a li dijî desthilatdariya faşîst AKP-MHP a roja îro, nikaribe bê meşandin."

TEVÎ KURDAN HEWL TÊ DAYÎN ELEWÎ JÎ WERIN QIRKIRIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Komkujiya Mereşê ya di Kanûna 1978'an de hate kirin, ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê û eciqandina têkoşîna demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê hat kirin.

Hevserokatiyê destnîşan kir, heman zîhniyeta ku îro jî li ser desthilatdariyê ye, êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê dike û wiha dewam kir: "Tevî ku berê êrîşên heyî li Tegera Azadiyê ya Kurd e, ji aliyê esasî ve êrîş li hemû hêzên demokrasiyê tên kirin. Lewma wezîfeya ku divê bi lezgînî bi cih were anîn, avakirina eniyeke demokrasiyê ye. Eger eniyeke demokrasiyê neyê avakirin û li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê têkoşîneke bi bandor neyê meşandin, wê ji derbên giran ên darbeya faşîst a 12'ê Îlonê li hêzên demokrasiyê xistiye girantir, rewşeke neyînî derxîne holê. Bi avabûna sîstemek nû ya mezhebîparêz, neteweyîperest û hegemonîk re, Tirkiye wê bibe goristana hemû hêzên cihêreng û demokrasiyê. Bi qirkirina Kurdan re, wê qirkirina hemû Elewiyan bi taybetî Kurdên Elewî bê destpêkirin û qedandin."

KAMPA LI TEROLARÊ HEWLDANEK BÊMIROV HIŞTINÊ YE

KCK'ê bibîr xist, ku hema piştî komkujiya Mereşê Kurdên Elewî ji mereş, Meletî, Sêwas, Semsûr, Erzîngan û Dersîmê hatin koçberkirin, ev herêm bê mirov hatin hiştin û diyar kir, yek ji armancên Komkujiya Mereşê jî derxistina nifûsa Kurdên Elewî ji cih û warên wan, tinekirina Elewîtiyê li ser axa wan bû.

Hevserokatiyê da zanîn, heman polîtîka îro jî dewam dike û bal kişand ser çêkirina kampeke ji bo çeteyên DAIŞ û El Nûsra li gundê Terolar ê Mereşê, ku tê xwestin zêdeyî bîst û pênc hezar çete lê werin bicihkirin.

DIVÊ TIRKIYEYA DEMOKRATÎK Û KURDISTANA AZAD WERE AFIRANDIN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, eger Elewî û hêzên demokrasiyê li dijî vê pêkanîna li Terlarê berxwedaneke xurt nîşan neda bin, divê bê zanîn ku ev rewş yek ji encamên polîtîkaya qirkirina vînê ye, ku di sala 1978'an de hat meşandin.

KCK'ê da zanîn, zîhniyeta CHP'ê ya ku bû sedema bêbandormayîna berxwedana li Terolarê, di roja îro de jî careke din hate dîtin ku ji bo Elewiyan û hêzên demokrasiyê roleke neyînî dilîze.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bersiva destpêkê ya li komkujiya Mereşê, divê avakirina eniyeke demokrasiyê be. Sekna herî girîng a têkoşînê jî ew e, ku Mereşî û hemû Kurdên Elewî yên koç kirine, li axa Elewîtiyê vegerin û têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşînin. Li Tirkiyeyê, heta ku hêzên demokrasî û azadiyê têkoşîna xwe bilind nekin, heta ku Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ava nekin, nikarin bibin bersiv ji bîranîna şehîdên Komkujiya Mereşê. Li ser vê bingehê em bang li hemû Elewiyan, bi taybetî Kurdên Elewî û hêzên demokrasiyê dikin, ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di eniyeke demokrasiyê de li hev bicivin, têkoşînê mezin bikin û Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bafirînin."