1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji CPT soza çûyîna Îmraliyê
Ji CPT soza çûyîna Îmraliyê,ji,cpt,soza,çûyîna,îmraliyê

Ji CPT soza çûyîna Îmraliyê

Bi armanca şermezarkirina xemsariya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û barbariya çeteyên AKP'ê, ciwanên Kurd avahiya CPT dagir kirin

A+ A-

STRASBOÛRG - ANF Bi armanca şermezarkirina xemsariya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û barbariya çeteyên AKP'ê, ciwanên Kurd avahiya CPT dagir kirin.

Çalakiyê bi 30 ciwanan destpê kir û ev hejmar piştre 100 derbas kir.

CIWANEK HAT BINÇAVKIRIN, NASNASMEYÊN 2 CIWANAN HATIN KONTROLKIRIN

Ciwanan li ber avahiya CPT dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Berxwedan jiyan e" û "Çeteya AKP'ê ji Kurdistanê bicehime" qîriyan û sirûda Çerxa Şoreşê xwendin. Polîsên Fransayê yên dor li ciwanan girtin, yek ji ciwanan binçav kirin û 2 ciwan jî piştî kontrola nasnameyên wan, serbest berdan. Agahî ji ciwanê hatiye binçavkirin, nayê wergirtin.

CIWANAN HIŞYARÎ DAN CPT

Ji ber destwerdan û êrîşa polîsan, ciwanan cam û deriyê CPT şikandin û xwestin hevdîtinê bikin. Ciwanan dan xuyakirin, ku eger rayedarên CPT bi wan re hevdîtinê nekin, ne deriyê CPT ew ê CTP bi xwe hilweşînin. Li ser israra ciwanan a ji bo hevdîtinê, rayedarên CPT daxwaza hevdîtiNê qebûl kirin. Heyeta ji 5 kesan a bi rayedarên CPT re hevdîtin kir, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got, "Me ji wan re ragihand, ku tecrîda li ser Rêberê me Abdullah Ocalan kiryarek li dijî mirovahiyê ye, xemsariya CPT ya li pêşberî vê yekê ne ya qebûlkirinê ye û me ji wan xwest, biçin Îmraliyê lêkolînê bikin. Me ji wan re got, 'eger ev neyê kirin wê çalakiyên me yên wê bi tundî dewam bikin. Me ji wan re ragihand, ku di şexsê Rêberê me de AKP li Kurdistanê polîtîkayên şerê kirêt dimeşîne, zarok, extiyar, mirovên nexweş her kesî qetil dike û yekane rêya sekinandina vê dewleta qetlîamker jî azadiya Rêberê me ye."

CPT DIXWAZE BIÇE ÎMRALIYÊ

Heyeta hevdîtinê di dewama daxuyaniyê de got, "Piştî hevdîtinê, rayedaran diyar kirin ku haya CPT ji rewşê heye û di dema pêş de ew dixwazin biçin Îmraliyê."

Çalakiya ku danê nîvro destpêkir, piştî hevdîtina bi CPT re saet di 14:30 de bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana YPS û YPS Jinê" bi dawî bû.

DI DEMA VEGERÊ DE HATIN BINÇAVKIRIN

Ciwanên ku dawî li çalakiya xwe anîn, di dema vegera li malê de ji aliyê polîsên Fransayê ve hatin sekinandin û hatin binçavkirin. Tê gotin ku 7-8 ciwan hatine binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin.