1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji dayîkên sînor jiyana hevpar a mînak
Ji dayîkên sînor jiyana hevpar a mînak,ji,dayîkên,sînor,jiyana,hevpar,a,mînak

Ji dayîkên sînor jiyana hevpar a mînak

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Şervanên YPG/YPJ'ê li Kantona Kobanê berxwedaneke bêhempan li dar dixin li vî aliyê sînor jî dayîk jiyana komun pêk tînin. Dayîkên Şirnexê yên li gundê Mehserê ji berxwedêran re xwarinê çê dikin û xeyala ji zarokên xwe yên Kobanê re jî xwarinê bikin dikin.

Şervanên YPG/YPJ'ê li Kantona Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî li dar dixin û li vî aliyê sînor jî dayîk jiyana komun pêk tînin. Li sînorê gundê Mehserê dayîk bi hev re jiyanê radiçînin û wiha dibêjin: "Em li vir dorveger ji gelê xwe re xwarinê çêdikin. Pêvîst me be em dê biçin Kobanê û ji zarokên xwe yê li wir jî xwarinê çêbikin."

Jina bi navê Asya Ohlakî (50) axaftina xwe bi silavkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên YPG û YPJ'ê dest pê kir û diyar kir ku ew ne dest ji nobeta xwe ya li sînor berdidin û ne jî dest ji Kobanê berdidin û wiha got: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Heya 4 parçeyên Kurdistanê dibin yêk me bernadin. Em ji bo vê yekê jî li vir bi hev re jiyanê parve dikin. Ji gel xwe re her roj yek ji me xwarinê çê dike. Hinî em li gund bin ji bo jiyana komunal çi ji destê me bê em dê bikin."

‘Em dê ji bo zarokên xwe biçin Kobanê'

Jina bi navê Esmer Demîr ji bexwedana Kobanê silav kir û wiha got: "Ji bo gelê xwe her roj yek ji me xwarinê çê dike. Tenê ji bo yên li sînor ber xwe didin na em amaden ji bo şervanên li Kobanê ber xwe didin jî xwarinê çê bikin. Pêvîst me em dê biçin Kobanê û li wir jiyana komun ji bo zarokên xwe bidomînin." Demîr, diyar kir ku her roj bajarek nobeta jiyana komun dewr digire û wiha axivî: "Em dayîk ji bo zarokên xwe bi tenê nehêlin li vir in. Em ne şehîdên xwe û ne jî zarokên xwe yên niha li Kobanê ber xwe didin bernadin. Em di bin zilam leşkerên tirk û çeteyên DAIŞ'ê de ne. Li hemberî vê zilmê hînî ji destê me bê em dê ber xwe bidin. Em ji bo vê yekê li vir in û em dê vê jiyanê bidomînin. Her roj du dayîk xwarinê çê dikin û pêvîst be em hemû bi hev re dê xwarinê çêbikin. Em amadene ji bo zarokên xwe yên li Kobanê jî xwarinê çê bikin."

‘Em dibêjin bila dayîk negirîn'

Dayîka bi navê Hamdiye Daniş jî diyar kir ku ew naxwazin tu dayîk êdî bigirîn û ji bo aştiyê li sînor in û di nava hewildanan jiyana komu bêxin pratîkê û wiha got: "Li vir her tiştê tê jiyandin ji bo aştî û Kobanê ye. Em dixwazin êdî tu dayîk negirîn. Jiyana me ya komu û berxwedana me ji bo vê yêkê ye."

(bd)