1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Ji dîrokê ber bi Konferansa Netewiya Kurdistanê
Ji dîrokê ber bi Konferansa Netewiya Kurdistanê,ji,dîrokê,ber,bi,konferansa,netewiya,kurdistanê

Ji dîrokê ber bi Konferansa Netewiya Kurdistanê

Ciwanên kurd ji bo yekitîya netewî konferansa xwe ya dûyem jî lidarxist

A+ A-

"Konferansa Ciwanên Kurd a Netewî" piştî ku li Amedê pêk hat îsal jî li bajarê Hewlêr a Herêma Federal a Kurdistanê pêk hat. Ciwanên ku di konferansê de biryarên girîng girtin, armanc dikin ku deriyê yekîtiya netewî vekin. Ciwanan diyar kirin ku Konferansa Netewa Kurd ji bo Gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û gotin; "Me bi vê pêngava xwe re aşkera kir ku dikare yekîtiya kurd pêş bikeve. Li ser vê bingehê em hêvî dikin ku konferansa netewa kurd bi tevlîbûna hemû partî û rêxistinên kurd pêk bê.

Ji bo ku yekitiya neteweyî ya kurd ava bibe, ciwanên kurd jî ketin nav hewldanan. Li Tirkiyeyê heta îro ciwan hem ji bo yekitîya ciwanên kurd hem jî ji bo yekitîya ciwanên Tirkiye di nav hewldanan de ne. Di dema darbêya 12’ê Îlona 1980’an de bi tevgerên DEV-GENÇ, DDKO, ADYOD û DEM-GENÇ gelek gavên dîrokî ji bo yekitîya ciwanên kurd û tirk hatin avêtin. Ji bo wê jî ciwanên kurd herî davî bi hewldanên xwe ya netewî cara yekem Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî ku bi bangawaziya Ciwanên Welatparêz ya Demokratîk’ê (DYG) ya BDP'ê ve hev kombibûn di 16’ê Adara 2011’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê ya Amedê hatê lidarxistin.

Ji welatên Ewropayê 30, ji Tirkiyeyê 100, ji Herêma Federal a Kurdistanê 120, ji Sûriyeyê 10, ji Îranê jî 10 ciwan beşdarî konferansê bûn. Konferans di salvegera komkujiya Helebçeyê de hate lidarxistin û mijarên girîng hatin nirxandin. Bi pankart û wêneyên hatin vekirin peyama yekîtiyê hate dayîn. Dîsa bi posterên ciwanên çar aliyan ji yana xwe j dest dabûn yekîtiya ciwanan hate ziman. Di konferansê de sirûda "Ey Reqîb hatibû xwendin û girîngiya yekîtiyêi anîbûn ziman. Di niqaşan de li ser rol û erka ciwanan a di nava yekîtî û netewbûna gelê kurd, rola ciwanan a li ser ziman, çand û civakê hatibû niqaşkirin.

Banga zû konferans pêk bê hate kirin

Di konferansa ciwanan de pirsgirêkên ciwanan yên her çar perçeyan cuda cuda hatibûn niqaşkirin û banga zûtirîn bila konferans bê lidarxistin hatibû kirin. Ciwanan liser xalên girîng biryar girtibûn.

Ciwanan konferansa duyem li Hewlerê pêk anîn

Ciwanan konferansa xwe ya duyem di 15’ê Adarê 2012’an de li Hewlêr pêk anîn. Endama Konseya Revebir a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Berfîn Serhad, nûner û endamên PKK, PJAK û PYD jî nav dê 240 delegeyan pêk hat. Di kombûne de ji bo yekîtiya kurdan peyamên giring hatin dayîn. Konferans a ku 3 roj berdevamkir de ser rewşa kurdan ye Suriye, Tirkiye, Îran, Herêma Federal a Kurdistan û yen dervayê welat hate rawestandin. Ji ber nakokiyên PDK û YNK ji her çar parçêya Kurdistanê nezî 100 delegeyan û 17 tevgerên ciwanan salona konferanse vala kirin. Piştê niqaşan ji ber ku ev biryar bi gihştî konferansa netewî giredide ev xal ji bo konferansa netewî hate hiştin û nakokîya navbera ciwanan bi davî bû.

Di konferansê de ciwanan 17 biryarên girîng girtin

Ciwanan li gel nakokî û niqaşan dîsa di serî de xwestin ku hekû ciwan li dijî hemû êrîşên li ser kurdan bibin yek û têbikoşin. Ciwanan 17 biryarên girîng ku polîtîkaya asîmîlasyona red dikin û li dijî înkar û îmhayê têdikoşin jî di navde girtin. Ciwanan, anîn ziman ku dê li dijî êrîşên li hemberî ziman, çand, nasname û hemû nirxên gelê kurd têbikoşin û ji bo Rêberê PKK Abdullah Ocalan azad bibe dê têbikoşin.

Serhad: Gava ciwanan pîroz û dîrokî ye

Endama Revebirî ye Konsêya KCK Berfîn Serhad ku ser nave KCK bêşdarê Dûyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurdistanê bibû di derbarê konferansê de ajansa mê DÎHA’yê re axivî. Serhad da zanîn ku kombûna ciwanan di alîye berpirsarîya netewî de gavek pir giringê û got. “Heta niha me nikaribû ku di asta netewî de ben gel hev. Le ev gava ciwanan ji bo wê yeke jî gavek pîroz û dîrokî ye. Hatina ciwanên kurd di gel hevdû pir bi watê ye” Serhad diyarkir ku dive ciwanên kurd hemû pirsgerekên civakî re alaqadar bibe û ser wan pirsgerekan qûr bibê. Serhad wiha dirêjî da axaftina xwe. “Asta netewî jî dive ciwan xwedî biryar û gavên xûrt bin. Di mile perwerdêhî û sîyasî de dive pêş bikevin. Cûdabûnen ku dervayê vîna me ser me hatîye çekirin em gerê bişkînin û yekitîya xwe ava bikin”

Gulo: Ev konferans ji bo konferansa netewî bibe bingeh

Di derbarê konferansa ciwanan, encamê wê konferansê û bandora wê ya ser konferansa netewî de Endamê Dîwan a 2’yêm ye Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd Rezan Gulo ajansa me DÎHA’yê re axifî. Gulo da zanîn ku ciwanên kurd nakokîyen di navbêra tevgêren kurdan ji hole rakirîye û got, “Di nav konferansê de di serî de hezên parastina netewî, federasyon, otonomî, serxwebûn, xweserî hatin niqaşkirin. Dîsa di serî de Rêber Apo, daxwaz hat kirin ku hemû girtîyen azadîye ben berdan. Hinek xal hebûn ku mafê ciwanan ser wan xalan tûne bu jî hatin peşkêşkirin le ev xal jî ber ku berpirsarîya hemû hezên kurdan de ye me nepêjirand û wê xalê ji bo konferansa netewî hîşt. Di asta yekitî û yek rezî de gelek biryarên giring jî hatin girtin û encamê wê bo konferansa netewî jî baş bû. Em hêvî dikin ku ev konferansa me bibe bingehêk mezin jib o konferansa netewî û bi beşdarîya hemû hêzen kurd ev konferans pek were”

Andok: Ciwanên kurd wek ciwanên din nikarîn asayî jîyan bikin

Delegêya konferansê Xebat Andok jî da zanîn ku ciwanên kurd ne ciwanêk ji wisa rêzê ye û got, “Ciwanên kurd ji ber ku hertim gelê wê bin zext û zordarîye de jîyan dike nikarê bibe wek ciwanêk asayî yên din” Andok diyarkir ku ciwan bi hewldanên xwe pêşîya konferansa netewî wekirîye û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Ciwan bi civakê heyê. Ciwan pêşarojê civakê ye. Eger civak be tûnekirin ciwan jî tûne dibin. Ji bo wê jî dibe ciwan asta hîşyarbûna wê rola xwe bibin. ji bo wê yekê jî ev konferansa ciwanan ji bo yekitîya kurdan gelek giringê. ji ber ku kurd eger bixwazin azad bibin û hebûna xwe biparêzin dibê sedû sed bibin yek û yek dengî û yek nerînê li hembêre dargirkerî ya herêmî û navnetewî bibe bersivêk mezin. Dive kongreya netewî di we dema dîrokî de pek werê û ev firseta dîrokî dest me neçê”

Mamay: Netewbûn bi beşdarîya çend partîyan çenabê

Di derbarê konferansa netewî de Komîtêya Amadêkar ya Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd Mustafa Mamay jî da zanîn ku konferans bo gele kurd gelek giring û dîrokî ye. Mamay wiha axivî. “Sala 1990’an heta roja me ev hewldana yekitîya netewî ya kurdan berdevam dike le ev hewldan heta salen davî encamek xûrt dernexistibû hole. Ji bo ku ev hewldan encam bigrin ciwan par ketin nav liv û tevgerê û tê zanîn ku li Amedê di encama wan hewldanan de konferanseke berfirêh hate lidarxistin. Konferanse de me gelek biryarên giring sitand û ser wan biryaran de hemû hezên ciwanên kurd bûn yek. Ev yek bo yekitîya kurdan gavek pir girin bû. Me bi wê biryarê destnîşan kir ku kurd dikarin bibin yek û helwesta xwe berambêre cîhanê nîşan bidin. Cara yekêmîn bu ku me helwestêk wisa diyarkir” Mamay di derbarê niqaşên beşdarnekirina hinek derdoran bo konferansa netewî de jî diyarkir ku ev niqaş zirarê didin yekitîya netewa kurd û got, “Dive hemû hezên kurdan îtîbar nekin wan niqaşan û bo yekitîya netewî kar bikin. Helwesta me ya berambêre nezîkatîyen wê şewazî re eşkerêye. Netewbûn beşdarbûna çend partîyan çenabê. Derbarê yekitîya netewî fikir û ramanê ki hebê pêwîste ye werin û tevlê wê konferansê bibin. Xwe ji ber wan nezîkatîyen şaş heta roja me yekitîya netewê ya kurdan pek nehatîye. Dive hemû hezên kurdan ji dîrokê ders derxin û wisa nezîke konferanse bibin. Em ji dîrokê dizanin ku hinek hezên mezin ye Kurdistan tiştên wisa de bi nezîkatîyekê şaş hezên din derwayê hewldanên wisa hîştine. Em wek ciwanên kurd tû car nezîkatîyen wiha kabûl nakin”

Amadekar: Murat KOLCA

Dîmen û Wêne: Kom

(mae)