1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji Eko Jîn li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê tûra bîsîkletan
Ji Eko Jîn li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê tûra bîsîkletan,ji,eko,jîn,li,dijî,qirkirina,xwezaya,kurdistanê,tûra,bîsîkletan

Ji Eko Jîn li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê tûra bîsîkletan

A+ A-

AMED - ANF Kolektîfa Eko Jîn, ji bo balê bikişîne ser qirkirina xwezayê ji Dêrsimê heta Hewlêr wê tura bîsîkletan bide destpêkirin.

Kolektîfa Eko Jîn a ji komeleyên xwezayê yên cuda cuda û hawîrdorparêzan pêk tê, bi armanca balê bikişîne ser qirkirina xwezayê tura bîsîkletan dide destpêkirin. Tura bîsîkletan a bi dirûşmaya “Ez li xwezaya xwe xwedî derdikevim û ji bo jiyaneke nû pedalan bizivirîne” di 9’ê Tebaxê de ji Dêrsimê ku dê were destpêkirin di 26’ê Tebaxê de li Başûrê Kurditanê Hewlêr wê bi dawî bibe. Kolektîf Eko Jîn di daxuyaniya xwe de armanca çalakiya xwe bi van hevokan vegot: “Aştî ne tenê peymaneke ku di nav mirovan de pêk tê. Aştî dema bi tevayî xwezaya zindî nezindî ya di şeran de me zerar dayê, bê kirin watedar dibe. Aştî, ligel ku çekên tên bêdengkirin, seremoniya li hemberî xwezayê xwe berpirsiyar dîtin, jê lêborîn û efû xwestin e.

Em ê hewl bidin dengê axa xwe ya di dema şer û pevçûnan de hatiye wêrankirin bidin bihîstin. Em ê wêrankirina ekolojiyê bikin dîmen, wêne û qeyd bikin. Em ê ligel ku serî li hemberî sazî û dezgehên çapemeniyê rakin ku bi salan e hewl didin talan û wêrankirinê bi lîstîna sê meymûnan veşêrin û bêeleqen e, ji bo em hawara erdnîgariya xwe bigihînin dilên bi wijdan em ê pedalên xwe bizivirînin.”

Kolektîfa Eko Jîn her wiha got ku ew ê di tevahiya rê de bi pêşandana fîlman tecrûbeyên tevgerên hawîrdorparêz jî parve bikin. Rotaya tura bîsîkletan û dîrokên wê wiha ne:

09’ê Tebaxê / Dêrsim (Kombûn)

10’ê Tebaxê / Dêrsim - Kovancilar

11’ê Tebaxê / Kovancilar - Maden

12’ê Tebaxê / Maden – Amed

13’ê Tebaxê / Amed - Bismil

14’ê Tebaxê / Bismil - Heskîfê

15’ê Tebaxê / Heskîfê (Bêhnvedan û Çalakî)

16’ê Tebaxê / Heskîfê - Ilisu

17’ê Tebaxê / Ilisu - Şirnex

17’ê Tebaxê / Roboskî - Şirnex

18’ê Tebaxê / Şirnex - Silopiya

19’ê Tebaxê / Silopiya - Duhok

20’ê Tebaxê / Duhok – Amediyê

21’ê Tebaxê / Amediyê - Barzan

22’ê Tebaxê / Barzan - Akrê

23’ê Tebaxê / Akrê – Soran

24’ê Tebaxê / Soran - Şaqlawa

25’ê Tebaxe / Şaqlawa – Hewlêr