1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji girtiyan banga serhildanê
Ji girtiyan banga serhildanê,ji,girtiyan,banga,serhildanê

Ji girtiyan banga serhildanê

Ji girtiyên PKK'yî û PAJK'î banga serhildanê

A+ A-

Li ser navê 10 hezar girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên Tirkiyeyê Denîz Kaya, têkildarî greva birçîbûnê ya bêdorveger û bêdem daxuyanî da û diyar kir ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îşkenceya herî zalîmane û hovane tê meşandin û xwest gelê kurd ji bo mafê xwe û azadiya xwe rabe serhildanê.

Li ser navê hemû girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî da. Kaya diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û hikûmeta wê AKP li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku temînata yekane yê gelê kurd û tirk bi hev re bijî ye, îşkenceya herî hovane û bêrûmetî dimeşîne û wiha got: "Îşkence û tecrîda li ser Rêber ketiye meha 15'an. Gelê kurd û raya giştî der barê Rêber Apo de agahiyê nastînin. Em nizanin bê dijî an najî. Di pergala îşkeneceya Îmraliyê de çi diqewimin em zinanin. Dewleta tirk dixwaze di şexsê Rêber Apo de gelê me teslîm bigire. Ji xwe re bike xulam û pergala xwe ya dagirkerî û nîjadperestî bidomîne."

Kaya, li ser polîtakiyên AKP'ê yên li ser gelê kurd tê meşandin wiha got: "Dewleta tirk û çeteya Erdogan di sondxwariya neyariya kurdan de israr dikin. Vê yekê di her kêlîkê de bi awayekî aşkera tînin ziman. Ligel helwdanên xwe yên nîjadperestî û înkarkirinê bêşerm û bêfedî derdikevin û qala biratiyê dikin. Em aşkera dibêjin em biratiya nîjadperestî û înkarkerî naxwazin. Daxwaziya me ew e ku dagirkeriya tirk li ser axa welatê me biceheme û biçe."

'Em tu carî polîtîkayên faşîzmê qebûl nakin'

Kaya, der barê berxwedana girtiyan de destnîşan kir ku berxwedana wan a greva birçîbûnê ya bêdorveger û bêdem bi hemû hêza xwe didome û wiha got: "Em di 9'ê îlonê de der barê rewşa Rêber Apo ya azadî, tenduristî û ewlehiyê de daxuyanî dabû raya giştî û me gotibû heke ev daxwazên me pêk neyên greva birçîbûnê ku me di 12'ê îlonê de dabû destpêkirin berfireh bikin. Berxwedana me îro ketiye roja 12'an. Ev daxwazên me pêk nehatiye û li dijî vê yekê li hemberî gerîla, gel û dîlên azadiyê şerê qirkirinê zêde kirin. Em tu caran polîtîkayên faşîst û qirkinê qebûl nakin."

Kaya, da zanîn ku ji ber daxwaziyên wan pêk nehatine girtîgehên nû dê têkivin greva birçîbûnê û wiha berdewam kir: "Di 12'ê îlonê de me li 6 girtîgehên Tîpa D û Tîpa E yên Amedê, Tîpa F a Boluyê, Tîpên F bi Hejmarên 1 û 2 yên Kandirayê û Tîpa E ya Sêrtê greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Di 24'ê îlonê de girtîgehên wekî Bakirkoy, Edîrne, Erzirom, Rîze, Mîdyad, Sîlîvrî û Mêrdîn tevlî vê berxwedanê bibin."

Kaya, destnîşan kir ku heke tiştek bi serê girtiyan bê berpirsyarê vê yekê dewleta tirk, Erdogan, Hikûmeta AKP'ê û daraza wan e. Kaya, di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê kurd kir ku li hemberî qirkirina civakî serî rakin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Niha dema serhildanê ye. Ji bo rawestandina rondikên çavên dayikan, ji bo bîranîn bi hezaran şehîdan, ji bo hildana tola Roboskî û êşa ku gelê me bi salane dikşîne û ji bo azadiya Rêber Apo û avakirina Kurdistana Azad divê gelê me rabe serhildanê. Bila neyê jibîrkirin ku tu tişt ji azadî û rûmetê bi qîmetir tune. Niha dem dema serhildanê ye."

(aw/mae)


Bêjeyên Miftehî