1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Girtîgeha Amedê banga bihîstyariyê
Ji Girtîgeha Amedê banga bihîstyariyê,ji,girtîgeha,amedê,banga,bihîstyariyê

Ji Girtîgeha Amedê banga bihîstyariyê

Ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê banga bihîstyariyê

A+ A-

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê dijîn û binpêkirina mafan serî li Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, Şaxa ÎHD'ê û Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê dan. Girtiyên jin têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên di qadên "Şertên fîzîkî yên girtîgehê", "pirsgirêkên tendûrîstiyê", "xwedîkirina kêm" û "mafê ragihandin û hevdîtinê" pêktên de banga bihestiyariyê li raya giştî kirin.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê dijîn û binpêkirina mafan serî li Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, Şaxa ÎHD'ê û Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê dan. Serlêdana jinan wiha dest pê dike: "Di şaristaniyê de her tim girtîgeh wekî amûrê terbiyekirin û serî tawandiê hate dîtin. Dewlet û desthilatdar jî ji bo muxalîfan bêbandor bikin û ceza bikin girtîgeh weke malên mirinê bikaranîn." Di serlêdanê de bal kişandin ser zêdebûna kesên girtî. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku girtîgeh terkî qedera xwe hatine kirin û wiha hate gotin: "Bi taybet di sala 2009'an de operasyonên qirkirina siyasî û polîtîkayên girtinê girtîgeh dagirtin. Bi sedan jin hatin girtin, sewqkirin, sirgûnkirin. Kesên mayîn jî ji bo vîna wî bişkênin hemû pêkanîn pêk anîn."

'Wekî wargehên komkirinê ne'

Girtiyên jin têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên di qadên "Şertên fîzîkî yên girtîgehê", "pirsgirêkên tendûrîstiyê", "xwedîkirina kêm" û "mafê ragihandin û hevdîtinê" pêktên de jî wiha rêz kirin: "Li girtîgehên tîpên E, H û M weke tê dîtin kapasîteya odeyên me 2-3 qat zêde girtî lê tên girtin. Em girtiyên jin ên siyasî li 2 odeyan dimînin. Li odeya ku 10 kes lê bimînin 26 kes lê dimînin. Li odeya hezê zêde 20 kes lê bimînin jî 41 kes lê dimînin. Ji kapasîteyê zêdebûn weke wargeha komkirinê xuya dike. Çiqas ji bajarên din re girtî bên sewqkirin jî her roj kesên din tên girtin. Li ranzayên kesek lê rabikeve 2-3 kes lê radikevin. Hevalên me li serşo, destşo û metbaxê radikevin. Pirsgirêkên hijyenê û tendurîstiyê derdikevin."

'Girtiyên jin, zivistanê bi sermayê, havînê ji bi germê terbiye dikin'

Girtiyan, da zanîn ku bi zanebûn gelek ava gerim û sar didin û hewcehiya serşoyê bi cih nayê bi vê yekê dixwazin nexweşiyan derbixin. Girtiyan bilêv kir ku petekên li odeyan ji bo odeyê gerim bike gelek kêm in û zivistanê ji ber vê yekê gelek pirsgirêkan dijîn. Girtiyan bal kişand ser girtina derên hewşê û wiha destnîşan kirin: "Ji ber hejmara girtiyan gelek zêde ye paçeyên hewştê ji bo hewadariyê gelek kêm e. Melzemeyên li aşxaneya girtîgehê tên bikaranîn gelek kevin in û paqij nîn in."

'Zêde ewlehî sewqên nexweşxaneyê dereng dike'

Girtiyên jin di serlêdana xwe de diyar kirin ku pirsgirêka herî sereke pirsgirêka tendurîstiyê ye û wiha bilêv kirin: "Li hemberî pirsgirêkên tendurîstiyê yên lezgîn tu amadekariyên xizmeta tenduristiyê tunene. Bandora tunebûna personel, bi baldarî derman nekirin û sedemên dereng tê sewqkirin jî li ser vê yekê dike. Bi taybet tedbîrên ewlehiyê yên gelek zêde sewqan dereng dike. Nexweşiyên şewb dibe sedema nexweşiyên giran û mirinan. Hewcehiyên girtiyên jin ên taybet û hes li ber çavan nayên girtin. Ji ber şertan gelek hevalên me alerjî, êrşa piştê û perçîvîna dest û piyan, bêxwevî, migren, ser êşana û gelek nexweşiyên din dikêşin."

'11 girtiyên ji divê lezgîn bên darmankirin hen'

Girtiyên jin ên nexweş û divê bên dermankirin navê wan wisa ne: "Zeynep Boga (Di rahîm de miyon, pişt êrşan), Leyla Denîz (Troîd bezan de nodul), Dîrayet Taşdemîr (Di pêşta wê de dîsk li cihê xwe çûye û di riyên îdrarê îltîhap), Nîhayet Taşdemîr (Kronîk Alerjî), Zohre Bozaci (Kronîk Alerjî), Gullu Çolak (tansiyona çav), Elîf Ekîncî (pirsgirêkên med û îltîhapma mede), Herdem Kizilkaya (ulsera mede û nerehetiya gulcikê), Fatma Kabul (Koah), Zeynep Altinkaynak (Kronîk Astim) û Çîmen Alturk (Dermankirina pençe şêrê dît, rîsak di piyê wê de kîtle zêde bibe heye) Dema hevalên me dibin nexweşxaneyê kelepçeyên wan nayên vekirin. Ev yekê jî dibe sedema zehmetiyan."

'Rêveberiya Girtîgehê xwe şuna dadgehê dibîne'

Di serlêdanê de bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên hem li dijî wan û hem jî dijî malbatên tên hevdîtinê û wiha hate gotin: "Tiştên li kantînê tên firotin gelek bihayê wan zêdeye. Hevdîtin tê astengkirin, kesên tên hevdîtinê rastî lêgerînên bêrûmet tên. Li odeyan gelek disekînin. Cezayên dîsîplînê yên keyfî tên dayîn. Gelek girtî ji ber cezayên dîsîplînê yên keyfî bi salanin dernakevin hevdîtina vekirî. Li hemberî hemû mafên demokratîk cezayên dîsîplînê tên dayîn. Ji ber vê yekê cezayên me yan dîsîplînê yên bisalan hene. Rêveberiya Girtîgehê xwe wekî dadgeh dibîne. Îtîrazên em dikin jî bê encam dîmînin."

(bd)