1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Ji Hewlêr Diçin Qendîlê
Ji Hewlêr Diçin Qendîlê,ji,hewlêr,diçin,qendîlê

Ji Hewlêr Diçin Qendîlê

A+ A-

HEWLÊR - Ji Kerkuk, Hewlêr, Silêmanî, Mexmur, Zaxo, Sêmêlê yên Herêma Federal a Kurdistanê bi tevahî 80 wesayit û 2 otobus ber bi herêma Qendîlê ve bi rê ketin.

Piştî ku Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, ji bo li dijî operasyonan rawestin û bertkên xwe bînin ziman çûn Colemêrg û Şirnexê îro li gelek bajar û navçeyên Herêma Federal a Kurdistanê jî bi sedan welatî li dijî kuştina duh a 7 kesan û operasyonên hewayî yên tirk ên dersînor ber bi Qendîlê ve bi rê ketin. Mertalên zindî yên ku ji bo rawestandina êrîşên Hêzên Çekdarî ya Tirk saet di 10:30 an de ji Hewlêr, Kerkuk, Mexmur, Sêmêlê, Zaxo, Silêmanî, Germiyan, Ranya li hev kom bûn, ber bi Qendîlê ve bi rê ketin Hat zanîn jin zarok, ciwan, kal herkes bejdarî çalakiyê bûn. Hatî zanîn dê mertalên zindî destpêkê biçin sersaxiya malbata ku duh di encama bombebarankirina balafirên artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dan û piştî re jî dê biçin Qendîlê û li wir konan vekin.


Bêjeyên Miftehî