1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Ji holê rakirina êrîşên li dijî jinê bi rêxistinbûnê dibe'
'Ji holê rakirina êrîşên li dijî jinê bi rêxistinbûnê dibe',ji,holê,rakirina,êrîşên,li,dijî,jinê,bi,rêxistinbûnê,dibe

'Ji holê rakirina êrîşên li dijî jinê bi rêxistinbûnê dibe'

Endama Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Delal Afşîn bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên di bin navê ol de li jinê dike û ji bo ji holê rakirina van êrîşan işaret bi girîngiya rêxistinbûnê kir

A+ A-

BEHDÎNAN - RÛHAL NÛRÎ Afşîn got, "Pûçkirina polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî bedena jinê dimeşîne, bi têkoşîna çalak a jinan dibe."

Endama Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Delal Afşîn diyar kir, ola ketiye bin kontrola dewletê, ji aliyê wijdan û exlaqê ve herifiye û bandoreke neyînî li civakê kiriye. Afşîn got, "Ol bi xwe wijdan e. Wijdan jî tiştekî civakî ye û cîhana manewî ya mirovan vedihewîne. Di rêk û pêk kirina jiyana civakî de jî xwedî roleke çalak e. Bicihhatina exlaqa civakî, jiyîna jiyana baş, rast û bedew a civakê ye. Olên ku ji aliyê cewherî ve hêza pêkanîna exlaqa civakî ne, dema dikevin bin kontrola desthilatdariyê, ji cewhera xwe derdikevin. Dewletan bi bikaranîna hestên olî ve hewl dane emrê desthilatdariyên xwe dirêj bikin. Di roja îro de li gelek herêmên cîhanê bi taybetî li Rojhilat Navîn şerê mezheban, qirkirina baweriyan û şerê ji ber dijminatiya navbera olan diqewimin. Ev rewş ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe."

'AKP ÎSLAMIYETÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BI KAR TÎNE'

Afşîn destnîşan kir, ku AKP ola Îslamiyetê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "AKP ji roja destpêkirina desthilatdariya xwe ve, ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe herî zêde Îslamiyet di oxira berjewendiyên xwe de bi kar aniye. Bi rêya îstîsmarkirina Îslamiyetê hewl dide hebûna xwe biparêze. Nahêle ku mirov bi hestên xwe yên paqij ên olî, bi wijdana civakî bijîn. Di mijara jinê de jî em roj bi roj baştir dibînin, ku hikûmeta AKP'ê çiqasî zexel e û ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Bi îstîsmarkirin û bikaranîna jinê ve hewl dide desthilatdariya xwe xurt bike."

DI ŞEXSÊ JINÊ DE DIXWAZE CIVAKEKE KOLE BAFIRÎNE

Delal Avşîn da zanîn, AKP ji bilî anîna dinyayê ya zarokan û dayikbûnê, ti mîsyonê hêjayî jinê nabîne û got, "Jinê weke 'hebûneyeke bi qasî hejmara zarokên aniye dinyayê hêja ye', dibîne. Ji bilî dayikbûnê, ti rêyê ji jinê re nahêle. Rêya ku weke rizgariya ji zext û zordariyê datîne pêşiya jinê; zewicandina bi mêrê dest avêtiyê ye. AKP bi rêya van polîtîkayên xwe dixwaze di şexsê jinê de civakeke kole bafirîne. Tayyîp Erdogan neteweperestî û olperestî kiriye yek û bi vî rengî dimeşe. Ev yek jî gefê li gelan, bawerî û jinan dixwe. Li welatekî ku nifûsa ciwanan lê zêde ye, bêkarî di asta herî bilind de ye û jiyana mirovan nehêja tê dîtin, qareqara 'gelek zarokan bînin dinyayê' ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe ye, ji bo bicihanîna pêkanînên yek nîjad, yek ol, yek ziman û afirandina artêşeke koleyan e."

TÊKOŞÎN NEBE AZADÎ JÎ NÎNE

Afşîn bal kişand ser rê û rêbazên têkoşîna jinan ên li hemberî van polîtîkayan û got, "Zanebûn û meşa jinê ya di nava têkoşîna azadiyê de, ji bo zihniyeta serdest xeteriyeke gelekî mezin e." Afşîn destnîşan kir, divê jin baş zanbin; heta ev rewşa li pêşiya azadiya jinê asteng e ji holê neyê rakirin, jin nikare azad bibe û wiha dewam kir: "Ji destçûyîna jinê tê wateya ji destçûyîna desthilatdariyê. Lewma hemû rêxistinbûyînên azadiya jinê esas digirin, ji bo zihniyeta serdest xeteriyeke gelekî mezin in. Hikûmeta AKP'ê ya ku destketiyên heyî yên jinê li hemberî desthilatdariya xwe weke xeteriyê dibîne, hewl dide rê û rêbazên ji nû ve kolekirina jinê peyda bike. Dixwaze sîstema haremê jî bixe rojevê. Jina ku xizmetê ji mêr re dike û gelek zarokan tîne dinyayê weke jina baş, jina ku zarokan nîne dinyayê jî weke jina nebaş pênase dike. Bi vî rengî fesadiyê dixe nava jinan. Ji holê rakirina van pirsgirêkan bi rêxistinbûn û çalakiyên hevpar ên jinan dibe. Em ji têkoşînên jinan dizanin, jina ne rêxistinbûyî û dûrî têkoşînê, nikare azad bibe."

Di dawiya axaftina xwe de Afşîn bang li hemû rêxistin û komeleyên ji bo azadiya jinê û demokrasiyê têdikoşin hat kirin, rêxistinbûneke hevpar ava bikin û bi lezgînî dest bi çalakiyan bikin.