1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Ji Jina Polonî dersên çand û wêjeya Kurdî
Ji Jina Polonî dersên çand û wêjeya Kurdî,ji,jina,polonî,dersên,çand,û,wêjeya,kurdî

Ji Jina Polonî dersên çand û wêjeya Kurdî

A+ A-

ÊRIŞ QOSER - MOSKOWA - ANF Jina Polonî Dr. Joanna Bochenska, di Enstîtuya Zankoya Jagillonian a Poloniya de, di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û wêjeya Kurdî dersê dide. Dr. Bochenska destnîşan kir, ku zarok pêşeroja civakê ye, lewma bang li malbatên Kurd kir ku bi zarokên xwe bi Kurdî biaxivin.

Jina Polonî Dr. Joanna Bochenska, di Enstîtuya Zankoya Jagillonian a Poloniya de, di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û wêjeya Kurdî dersê dide. Dr. Joanna Bochenska cara yekem çand û wêjeya Kurdî çawa naskir, di çanda û wêjeya Kurdî de tiştê herî bala wê kişan çibû, ev çend salin bi vê xebatê re mijûl dibe, di vê derbarê de heya niha çi kar kirine, li gor wê wêjaya Kurdî çiye û di berbarê projeyê wê yê li ser çand û wêjeya Kurdî ji ajansa ANF’ê re axifî.

“Di nav gelên din ye cîhanê de dema bahsa Kurdan tê kirin kuştin, êş, pênaberî, şer û maxdûrî tê bira mirovan” ev gotinên Dr. Joanna Bochenska ji bo civaka Kurd gelek tişta îfade dike. Ji ber ku di qada navnetewî de gelê Kurd zêde nehatiye naskirin di warê çand û wêjeyê de jî zêde nayê naskirin. Ji ber vê yekê li welatên xerîbiyê kar û xebatên li ser çand û wêjeya Kurdî tê kirin pir bi wate ye. Bi taybet çand û wêjeya Kurdî ku îro xwedî kevneşopiyek dîrokî ye ji hêla netewên din jî naskirina wan ji bo Kurda serfiraziyek mezine. Di vê debarê de jina Polonî Dr. Joanna Bochenska ya di Enstîtuya Zankoya Jagillonian ya Poloniya de di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û hunera Kurdî dersa dide, me xwes kar û xebatê wê ji nêz ve nasbikin.

Cara yekem we çand û wêjeya Kurdî çawa naskir. Tişta ku herî bala we kişand çibû. Hûn dikarin vê bi me re par vekin?

Min cara yekem Kurd û çanda Kurdî 13 sal berê naskir. Ez ji bo li ser wêjeya Rûsî û akademiya sînemayê bixwînim hatibûm Moskowayê. Li vir min Kurd naskir bala min kişandin. Di serî de min çend pirtûkê ku li ser çand û wêjaya Kurda bi Rûsî hatine nivîsandin min kerî û xwend. Ev mijar ji bo min nû bû û bala min pirtir dikişand ser xwe. Ji ber vê yekê min xwest teza xwe ya doktora li ser wêja çand û rewşa Kurdê Bakûrê Kurdistanê bikim. Ji ber vê yekê di serî de min xwest zimanê Kurdî fêr bibim. Beriya ku ez fêrî zimanê Kurdî bibim bi alîkariya wergerê min çanda Kurdî dixwend. Lê niha ez fêrî Kurdî bûme mirov wêjeyê bi zimanê wê yê orjînal bixwîne xweşe ev yek dilxweşiyekê dide dilê min. Ez dixwazim ev berhemên Kurdî ji bo zimanêndin jî werin wergerandin. Bi taybet ji bo zimanê min yê zikmakî zimanê Polonî.

Li ser çand û wêjaya Kurdî we ti berhemê we hene. Hûn di astê de li ser çand û wêjeya Kurdî kar dikin?

Di sala 2011’an de li ser çand û nasnameya Kurdî pirtûka min hat çapkirin. Navê Pirtûkê bi Kurdî “Di nav tarî û ronahiyê de nasname û wêjaya Kurdî” ye. Piştî min pirtûk nivîsand û şûn ve min des bi wergera çîrokê Kurdî kir. Ji ber ku çîrokê Kurdî xwe û balkêşin bala mirovan pir dikşînin. Ji van çîrokan çend ji wan bi zimanê Polonî dê bên çapkirin. Di vê dema dawî de min û çand hevalê xwe yê Polonî ji bo pêşxistina Kurdolojiyê li Polonya me proje nivîsand. Ev projeya me hat qebûl kirin û niha em di çerçoveya pêşxistina wêjaya Kurdî karê xwe berdewam dikin. Bi saya vê projeyê em hewil didin ku bi cihana derve re jî têkevin tekîliyê. Ez hewil didim ku her sal biçim Kurdistanê bi taybet jî Bakûrdistanê lê di van salê derbasbûyî de ez çûm Başûrê Kurdistanê jî.

Li gor we di civakê de rola çand û wêjeye çiye?

Li gor min pêwîste mirov civakê tenê bi mile wê yê siyayî negre dest. Ji ber ku ew ji beşekî yê civakê ye. Lê çand û wêje dîroka civakane. Pêwîste ew bên famkirin û bên xwendin. Bedewiyên çanda Kurdî pir girîngin lê, mixabin dema îro mirov qala Kurd û Kurdistanê tê kirin şer, pevçûn, mirin, penabertî û hwk. Tişt tên bîra mirovan. Ev ne raste li gor min pêwîste aliyê din yê jiyanê jî bê dîtin. Çanda û wêjaya Kurdî pir dewlemende ev dewlemendî pêwîste nebe qurbana van pêşbîryara. Pêwîste Kurd jî bê tirs û xem têkevin nav çanda û wêjaya xwe. Bi taybet wêje tiştekî wisaye ku heya mirov bi giştî nekeve nav wê û pê mijûl nebe mirov tiştekî jê famnake.

Di çand û wêjayê de rola fîlma hûn çawa dinirxînin. Bi vê ve girêdayî hûn fîlmên Kurdî dişopînin an na?

Di van salên dawî de sinemaya Kurdî jî pir derdikeve pêş. Bi taybet di warê çand û wêjeyê de serkeftinê baş bidest dixe. Ez ji xwe gelek caran qala sinemaya Bahman Ghobadî dikim. Bi saya flîmên wî cîhana derve jî çanda û wêjeya Kurdî nas dike. Ji ber pirtûkên Kurdî kêm tên wergerandin û di cîhanê de çand û wêjaya Kurdî zêde nayê naskirin mirov li ser vê mijarê zêde lêkolînan nakin. Lê bi saya van flîmên sînema gelên din jî çanda û wêjaya Kurdî nas dikin.

Di warê çand û wêjeya Kurdî de çavkaniya herî mezin dengbêjiya Kurdî ye. Hûn dengbêjiyê çawa şîrovedikin. Li gor wê dengbêjî çiye?

Bêgûman keveşopiya dengbêjî tiştekî pir girînge. Di wêjeya Kurdî de gelek nivîskar di nivîsê xwe de bi awayekî pir hêja qala dengbêjiyê dike. Piştre ez bi wêjeya Kurdî re mijûlbûm û şûn ve dengbêja jî gelek bala min kişand. Ji ber vê yekê ez çûm Amedê mala dengbêja. Tişta min bi çavê xwe dît tiştê pir hêja û delal bû. Li gor min dengbêjî ferhenga ziman û wêjeyê ye. Dengbêjî di warê ziman, wêje, civakî û axlaqî de civakê jî perwerde dike. Ji ber ku di sitranê denbêjî de şêwazê jiyanê tê gotin. Ji ber ku dengbêjê Kurd jiyana xwe kirne sitran ev yek kevneşopiya Kurda ya bi hezar sala radixe ber çava. Ev kevneşopıya dengbêjî ji bo pêşeroja gelê Kurd jî pir girînge. Her wiha niha gelek kes bi vê çandê re mijûl dibim min ev yek li Amedê mala dengbêja dît û ez bivê gelek keyf xweş bûm. Di heman demê de çanda degbêjî ji bo wêjeya Kurdî ya nûjen jî çavkaniyek mezine. Niha gelek nivîskar, helbestvan, çîrokva, senarîst û hûnermend ji vê çavkaniyê sûd werdigrin. Ji ber vê yekê çand û wêjeya Kurdî her roj xwe nûh dike û pêş dikeva.

Rola ziman li ser wêjeyê çiye. Hûn jî fêrî zimanê Kurdî bûne zahmetiyê ziman li ser çand û wêjeyê hûn çawa dinirxînin? Bi vê ve girêdayî Kurd bi zimanekî ne fermî ve çanda wejaya xwe diparêzin hûn li ser vê çibêjin? Gelo ziman pêşnekeve çand û wêje pêş dikeve?

Bêgûman wêje bi ziman, ziman bi wêje pêşdikeve. Gelê Kurdi heya roja îro zimanê xwe parastiye. Lê pêwîste ev ziman bibe zimanê perwerdeyê jî. Ji bo vê gelê Kurd tekoşînekê dide meşandin. niha hêdî hêdî encamê xwe digre ev tekoşîn. Lê ne wek Tirk dibêjin ji sala bêncemîn û şûn ve pêwîste ji dibistana seretayî heya zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerde bê dayîn. Ger zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde wê demê di warê wêjeya Kurdî jî de dê gelek pêşketinên baş bê çêkirin. Wê demê gelek ciwan jî dê bi vî zimanî kar bikin. Ziman wisa pêş dikeve.

Ez bi xwe Polonî me heya demekê zimanê me jî qedeqebû. Lê m bi zimanê xwe kar û xebatê xwe dikir. Em li benda biryarekî nivîski yê dewletên serdest neman. Pêwîst gelê Kurd jî, ji bo pêşxistina zinanê xwe yê zikmanî ji xwe re ti astengiya nebîne. Dibe ku dewletên serdest mafê perwerde û bi zimanê xwe yê zikmakî axaftin nede yan jî dereng bide ger mirov li benda van bîne ziman pêş nakeve. Niha li Tirkiyê li kolanan axaftina bi Kurdî neqedexeye ji ber vê yekê pêwîste Kurd bi zimanê xwe biaxife û çi bi turîst yan çi jî bi kesên tên heremê re Kurdî biaxifin. Zimanê xwe bi wan bidin naskirin. Evyek min li Bakûrê Kurdistanê dît lê kême pêwîste pirtir pêşbikeve. Bi vî awayî bala kesên din jî mirov dikare bikîşîne ser zimanê xwe û çand û wêjeya xwe bi wan bide naskirin. Çareseriya pirsgirêka ziman ne tene problema dewletê ye. Li gor min ger dilê mirov bixwaze û xwesteka mirov hebe ti astengî nîne. Min zimanê Kurdî qet nebihîstibû cara yekem çîrokek Kurdî ji bo Rûsî hatibû wergerandin min ew xwend û pir bala min kişan gelo ev bi zimanê resen çawa hatiye nivîsandin. Ji bo vê ez bi zimanê Kurdî re mijûl bûm û fêrî ziman bûm. Ger mirov bixwaze ti astengî nîne. Ji bo pêşketinê pêwîste mirov di serî de sînorê di mejiyê de ji holê rake. Niha rojname, kowar, pirtûk û gelek sîteyê înternetê yê bi Kurdî hene. Di vî warî de derfetekî pir baş heye. Pêwîste gelê Kurd vê bibîne. Di serdanê xwe yê Kurdistanê de min dît ku Kurd bi çanda xwe re mijûlin dev ji çanda xwe bernedane. Nabêjin qedexe hene. Raste dibe ku astengî hebin lê ji bo pêşxistin û berdewamiya çanda xwe jî tekoşînek tê dayin bi xwedî derketina çandê ev tekoşîn bi wate dibe.

Tekoşîna gelê Kurd ya ji bo pêşxistina çand û wêjaya xwe hûn çawa dinirxînin. Li gor we karên tê kirin besin an na?

Gelê Kurd ji bo çanda xwe pêş bixe gelek saziyê çandî jî avakirine. Di serdana xwe ya Kurdistanê de min serdanî navenda çand û huner ya Cigerxwîn û Nûbaharê kir. Ez bi wan gelek keyf xweş bûm. Bi saya rêxistinên vî rengî çand pêş dikeve. Kurd ev derfetên ku bi dest xistine baş bikartînin. Ji bo Kurdê ku dixwazin bi çand û wêjeya Kurdî re mijûl bibin gelek derfet hatine afirandin. Ev yek cihê keyf xweşiyê ye. Pêwîste malbat bi zakorê xwe re bi Kurdî biaxifin. Ji bo malbat bi zarokan re biaxifin pêwîstî bi ti destûra nîne. Ger malbat xwe bidin bende dewletê û destura bi zimanê xwe yê zikmakî axaftinê ziman pêşnakeve. Ji bo vê jî ez dibêjim Kurd dikarin bi taybet malbat bi zarokên xwe re kampanya bi zimanê zikmakî axaftinê despêbikin. Ji ber ku zarok pêşeroja civak û çanda Kurdî ne û ji bo ev çanda kevnar neyê wendakirin bi zaroka xwedî lê derketin ya herî başe.

Çand û wêjeya Kurdî kevnar e. Lê hûn zêdetir bi milê wê yê nûjen ve eleqedar dibin. Li gor we di roja me ya îro de wêjeya Kurdî ya nûjen d içi astê de ye?

Di nav Kurdan de gelek nivîskarên cûrbecûr hene. Dibe ku hemû nivîskar wek hev nefikirin û heman tiştî nenivîsînin. Car caran tiştê cûda dibe bên nivîsandin. Bi vî awayî fikrên nûh derdikevin holê. Her dem bi gotinên xweş û şêrîn xeletiyê civakê nayên naskirin û nayên famkirin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi her rengî nerînê heye. Di vî warî de wek Ahmedê Xanî jî dibêje “pêwîste mirov riya xwe ya tarî jî bibîne, daku riya çareseriyê bibîne.”

Ji bo pêşerojê çi projeyê we hene. Hûn dixwazin vê derbarê de çi bikin. Di xeyalê we de çi heye?

Ji bo li Poloniyayê li ser çand û wêjeya Kurdî kar bê kirin û li ciwana pêşî were vekirin ji dewleta Polonî yan jî ji ti saziyên cûda ti alîkarî me nedît. Lê di vê çerçoveyê de ger alîkariya Kurd bi me re nebûya me nedikarî karê xwe ewqas pêş bixin. Ji bo alîkariya hevalên min yê Kurd bi riya we ez sipasiya wan dikin. Di rojê pêşiya me de emê di derbarê çand û wêjeya Kurdî de li enstutiyê dersan bidin. Ev yek ji bo me girînge. Ev derfet bi hesanî nehatin bidest xistin. Niha bi baldariyek mezin em li ser vê disekinin. Ev yek ji bo gelê Polonî jî başe. Her wiha ji bo gelê Kurd jî pir başe ku çand û wêjaya civaka wan tê naskirin. Li ser çand û wêjeya Kurdî lêkolînên me berdewam dikin. Ger em encamên baş di xebatê xwe de bidest bixin emê di demê pêş de di derbarê vî karî de senterekî vekin. Bi vî awayî dê çand û wêjeya Kurdî baştir bê famkirin.