1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji Jinan 200 Hezar Îmze
Ji Jinan 200 Hezar Îmze,ji,jinan,200,hezar,îmze

Ji Jinan 200 Hezar Îmze

A+ A-

Endamên Meclîsa Jinan a Sosyalîst, ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe di tebaxê de kampanya "Dengekî bide û tundiyê rawestîne, li dijî tundiyê milyonek îmze" da destpêkirin. Jinan di çarçoveya kampanyayê de heta niha 200 hezar îmze kom kirin. Jin di çarçoveya kampanyayê de dê di 27'ê mijdarê de li Enqereyê mîtîngê pêk bînin. Bertevka SKM'ê Bîrsen Kaya, bang li hemû jinan kir û xwest li Enqereyê li dijî tundiya li ser jinê dengê xwe bilind bikin. Kaya, anî ziman ku dê di 28'ê mijdarê de îmzeyan pêşkêşî meclîsê bikin.

Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), ji bo tundiya li dijî jinan bi dawî bibe û kuştin raweste, di 22'e tebaxê de kampanya "Dengekî bide û tundiyê rawestîne, li dijî tundiyê milyonek îmze" dan destpêkirin. Îmzeyên ku di çarçoveya kampanya ku li dijî tundiya li ser jinê li gelek bajar û navçeyan didome her ku diçe zêde dibin. Berdevka SKM'ê Bîrsen Kaya, anî ziman ku em dê vê kampanyayê wekî polîtîkayek her dem bimeşînin û bi çalakiyên cur be cûr bidomînin da ku dawî li tundiya li ser jinê bê. Kaya, anî ziman ku wan di 20'ê nîsanê de kampanya "Ne goristan, stargehên malên jinan" dabû destpêkirin û îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de kom kirin pêşkêşî şaredariyan kirin. Kaya, da zanîn ku pitî vê kampanyayê di 22'ê tebaxê de kampanya "Dengekî bide û tundiyê rawestîne, li dijî tundiyê milyonek îmze" dan destpêkirin. Kaya da zanîn ku li hemû bajarên Tirkiyeyê ev kampanya didome û herî zêde li kolan, esnaf, cafe, dibistan, nexweşxane û warên ku zêde çûn û hatina wê zêde xebatên kampanyayê dimeşînin. Kaya, destnîşan kir ku li hemberî kampanyayê eleqeyek mezin heye û heta niha 200 hezar îmze kom kirine. Kaya, bilev kir ku li aliyekî belavokan belav dikin û li aliyê din civînan çêdikin. Kaya, bilêv kir ku bi çalakiyên cur be cûr xebatên rêxistinkirinê dimeşînin û wiha got: "Êdî tê dîtin ku pirsgirêk ne tekakesî ye êdî pirsgirêk civakî ye û di vê çarçoveyê de hişmendiyek pêş ketiye. Êdî jin dibîne ku zayenda jinê di bin gefan de ye. Armanca me em jinan têxin nava liv û tevgerê. Em dixwazin dewletê têxin nava liv û tevgerê."

'Şer tundiyê zêde dike'

Kaya, da zanîn ku gelek sedemên ku tundiyê li ser jinê zêde dikin hene û sedema herî zereke şerê herêmê ye. Kaya, bilêv kir ku daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê yên zayendî tundiya li ser jinê zor dike û wiha axivi: "Li herêmê 30 salin şer heye. bandora vê yekê jî heye. Zilamê ku di nava şer de dimînin bê guman aliyê wan ê mîlîtarîst xurt dibe û tundiyê zêde dikin. Ji ber vê yekê divê em li dijî şer jî têbikoşin."

Kaya, da zanîn ku ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe divê berî her tiştî jin bêtir xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe xurt bikin. Kaya, derbirî ku xizanî, şer, koçberî, tenêtî û gelek tiştên din tundiyê zêde dike û daraz jî rê li pêşiya tundiya li ser jinê vedike. Kaya, bilêv kir ku feraseta darazê a "Zilam dê hes jî bike û lêxe jî" rê li pêşiya tundiya zilam a li ser jinê vedike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hemû jin di nava piştevaniyê de bin. Em dê di 27'ê mijdare de li Enqereyê mîtîngekê pêk bînin û di 28'ê mijdarê de îmzeyan pêşkêşî meclîsê bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî mîtînga 27'ê mijdarî bibin û dengê xwe biqîrin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî