1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji jinên Afganî ji bo KJA peyam
Ji jinên Afganî ji bo KJA peyam,ji,jinên,afganî,ji,bo,kja,peyam

Ji jinên Afganî ji bo KJA peyam

Komîteya Jinê ya Partiya Piştgiriya Afganîstanê ji ber zextên li dijî KJA’yê peyama piştgiriyê da

A+ A-

AMED - ANF Komîteya Jinê ya Partiya Piştgiriya Afganîstanê ji ber zextên li dijî KJA’yê peyama piştgiriyê da. Di peyamê de ku bi serenavê “Ji bo jinên KJA ku serî natewînin” hatî nivîsîn, êrîşa bi ser Berdevka Demê Ayla Akat Ata û binçavkirina wê şermezar kirin.

Di peyamê de hat diyarkirin ku tevaî êrîş têkoşîna KJA jî nîşan dide û wiha pê de çû; “Ev jî îspat dike ku têkoşîna we êdî gihiştiye wê astê ku dijmin nikare we ji nedîtî ve were. Ji ber li Kurdistan û Tirkiyeyê jin her tim di refên pêş ên têkoşînê de ne, gotinek lîdera damezirînera RAWA Meena tê bîra mirov; ‘Jin dişibin şepalên di xewê de û carekê şiyar bibin jî ti kes nikare wan bigre.’ Em bang li tevahî hêzên aşiqê azadiyê û pêşverû dikin ku dest bidin têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyeyê û daxwaz dikin ku her kesên ku hatine girtin bên berdan.”