1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji jiyana bajêr bêzar bû, berê xwe da jiyana ekolojîk!
Ji jiyana bajêr bêzar bû, berê xwe da jiyana ekolojîk!,ji,jiyana,bajêr,bêzar,bû,berê,xwe,da,jiyana,ekolojîk

Ji jiyana bajêr bêzar bû, berê xwe da jiyana ekolojîk!

A+ A-

ÛMÛT AKPINAR - ÎZMÎR 08.11.2013 08:08:28 Biyolog Bîlge Ersoz a ji jiyana bajêr bêzar bûye, ji bo "jiyaneke paqij" dest ji karê xwe berde û berê xwe da jiyana ekolojîk. Li Gundê Karaot ku bi çandiniya ekolojîk navê xwe da nasîn, dest bi jiyaneke nû kir. Ersoy beşdarî xebatên ji bo parastina jiyana xwezayî dibe.

Biyolog Bîlge Ersoy a ji Zanîngeha Teknîkê ya Derya Reş mezûn bû, li gundê Karaot'ê bicih bû û xwest jiyaneke xwezayî bijî. Gundê ku lê çandiniya ekolojîk tê kirin, navê xwe bi "Şahiyên Pevguhertina Bizir a Karaot" dabû bihîstin. Ersoy li ser daxwaza hevalek xwe ya ji bo amadekariyên van şahiyan hat gundê Ersoy, piştre beşdarî xebatên çandiya ekolojîk bû û dest bi alîkarîdayîna gundiyan kir. Piştî demekê Ersoy di şûna atmosfera diltengî ya bajêr de berê xwe da jiyana xwezayî û hînê li Komeleya Bizir a Gundê Karaot'ê xebatên xwe dewam dike.

‘JIYANA EKOLOJÎK TIMÎ BALA MIN DIKŞAND’

Ersoy li Stenbolê di kargehek mezin de karê xwe dikir, lê bi biryareke ji nişka ve li gundê Karaot'ê bicih bû. Ersoy behsa çîroka xwe kir û ragihand ku jiyana ekolojîk demeke dirêj bala wê dikşand.

Ersoy ragihand ku hevsengiya ekolojîk her roj hîn bêtir xera dibe û destnîşan kir ku divê ev rêveçûn were rawestandin.

Ersoy da xuyakirin ku wê karyer û dîploma xwe di berdêla kedekê de bi dest xistiye, bênirx nîne û got, "tiştên mîna karyer û dîploma li aliyekî nayê hiştin. Ne ku ez naxwazim di karê xwe bixebitim. Li Îzmîrê li Parka Jiyana Xwezayî de çima nexebitim."

LI SER DAXWAZA ALÎKARIYÊ YA HEVALEK HAT GUND

Ersoy da xuyakirin ku gundekî wê yan jî jiyaneke wê ya gund qed çê nebû û got, "Ji bo Şahiyên Pevguhertina Bizir a Karaot'ê hevalek min ê mamoste ji min alîkarî xwest. Min jî bi kêfxweşî biryar da ku were gund, hefteyekê ji hevalan re bibim alîkar. Me lojmanê gund veguherand mala komeleyê. Di vê demê de min gelekî ji gund û gundiyan hez kir. Wan jî bi heman rengî ez qebûl kirin."

‘ÊDÎ EZ JI GUNDÊ KARAOT'Ê ME’

Ersoy ragihand ku hevalê wê yê mijara gotinê piştre xaniyek li gund nîşanî wê daye û jê re gotiye, 'ev xanî êdî yê te ye' û got, "Gelek ji gundiyan min weke keça xwe ya manewî qebûl kirin û gelek malên min çê bûn. Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku ez êdî gundiyê Karaot'ê me."

Ersoy ragihand ku ew biyologvaniya dilxwaz a Komeleya Bizir a Karaot'ê dike û kêfxweşe ku pişeyê xwe ji bo xêra komeleyê bikar tîne.