1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji jiyaneke bi êş ber bi ‘Jiyana nû’ ve
Ji jiyaneke bi êş ber bi ‘Jiyana nû’ ve,ji,jiyaneke,bi,êş,ber,bi,jiyana,nû,ve

Ji jiyaneke bi êş ber bi ‘Jiyana nû’ ve

A+ A-

ENQERE (DÎHA) – Namzeta HDP’ê ya herêma yekemîn a Enqereyê Îsmîhan Ateş a ku jiyaneke bi êş jiyaye di temenê biçûk de hatiye zewicandin û yek ji “bûkên zarok e” diyar kir ku di HADEP’ê de aşpêjî kiriye wê demê têkoşîn nas kiriye. Ateş a ku der barê têkoşîn û jiyana xwe de agahî da nirxandina “Di HDP’ê de cih girtin bûna xwedî wijdanê ye. Ez bi HDP’ê bawer im. Wekî ava ji kaniyê diherike ye. Ev yek hêviyê dide min” kir.

Namzetên HDP’ê bi jiyan û têkoşîna xwe balê dikişînin. Yek ji wan jî namzeta HDP’ê ya herêma yekemîn a Enqereyê îsmîhan Ateş e. Ateş di 1965’an de li gundê Kale ya navçeya Yildizelî ya Sêwasê ji dayik dibe û di pola 4’emîn de ji ber sedemên malbatî mecbûr dimîne dibistanê biterikîne. Ateş piştre ji derve perwerdehiya xwe didomîne û hêj di 16 saliya xwe de tê zewicandin û dibe “bûka zarok.” Di 17 saliya xwe de hêj ew bixwe zarok e lê dibe dayik û zaroka xwe mezin dike. Ateş a ku hem barê dayikbûnê hem j îbarê malbatê digire li ser milên xwe, li aleyeke jî paqija malan dike, li kargehan aşpêjiyê dike û bi vî rengî debara mala xwe dike. Ateş 35 salan li malan û kargehan dixebite paqijî û aşpêjiyê dike, gelek zor û zehmetiyan dikişîne. Ateş di 1995’an de tevgerên çepgir û sosyalîst nas dike û ji ber ku pirtûkên siyasî dixwîne di navbera wê û hevserê wê de pirsgirêk derdikeve û rastî şîdeta hevserê xwe jî tê.

‘Di HADEP’ê de 5 salan aşpêjî kir’

Ateş a ku 25 salan li dijî hevserê xwe têkoşîn daye ji ber nêrînên xwe yên siyasî ji hevserê xwe vediqete û bi 2 zarokên xwe ve têkoşîna xwa didomîne. Ateş a ku ji bo debara malê di HADEP’ê de dest bi kar dike û aşpêjiyê dike, nêzî 5 salan li vir dixebite û nêzîkatiya kesên li vir geleke bandorê li ser wê dike. Ateş piştî ku fikrên siyasî nas dike û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwîne, lêkolînê dike bi vî rengî li hemberî derûdorên xwe ve têkoşînê dide. Ateş a ku bi têkoşîna xwe ve dibe yek ji mînaka jineke serkeftî niha j îli Enqereyê di herêma yekemîn de di rêza 5’emîn de namzeta HDP’ê ye. Ateş têkoşîna xwe ya jiyanê û naskirina xwe ya HDP’ê ji DÎHA’yê re vegot.

Ateş a ku salên xwe yên bi êş nirxand ev tişt anî ziman: “Dema ku ez zewicîm tam kole bû. Bi salan ez weke koleyeke bi pere xebitîm. Lê ji ber kum in fikrên sosyalîst nas kir û pirtîkên siyasî dixwend hevser û malbata min, ez tune hesibandim.” Ateş bilêv kir ku ligel vê yekê jî têkoşîna xwe domandiye û bi taybetî jî “Kovara Demokratîk Ulus” ew teşwîqî xwendine kiriye, di kovarê de rastî û qîmeta ji bo jinê tê dayîn dîtiye.

‘Ez di 40 saliya xwe de ketim ferqa jinbûna xwe’

Ateş a ku qala zewaca xwe jî kir anî ziman ku ew “bûkeke zarok e” û jiyaneke biêş jiyaye ji ber vê yekê jî gotina “bûk” zêde hez nake. Ateş da zanîn ku piştî ku zewicîye gelek zehmetî kişandiye, birçîbûn dîtiye û bilêv kir ku di civakê de jinbûn û koletî heman tiştê tê dîtin û ruhên kole jî dê rojeke azad bibin. Ateş pêvajoya naskirina xwe ya HDP’ê jî vegot û wiha berdewam kir: “Di 1995’an de di HADEP’ê de min dest bi aşpêjiyê kir. Min gelek mirovên bi xîmet nas kir. Min fêm kir ku ez jî mirov im, çawa qîmetê didin mirovan min di têkoşîna wan de dît û vê yekê gelek bandor li ser min kir. Piştre jî êdî ez qet qût nebûm. Di 40 saliya xwe de min fêm kir ku ez jin im. Piştî vê hişmendiya min pêş ket û tevli çalakiyan bûm. Min li idjî malbat û derûdora xwe têkoşîn meşand.”

Ateş namzetbûna xwa ya HDP’ê jî nirxand û wiha berdewam kir: “Di HDP’ê de cih girtin bûna xwedî wijdanê ye. Ez bi HDP’ê bawer im. Wekî ava ji kaniyê diherike ye. Ev yek hêviyê dide min. Ji ber ku ez fikrên xwe bi awayeke azad dikarim bidim jiyîn û min têkoşîna ku HDP dide dît, ji bo ku xizan bi ser kevin, edalet bi cih bê ez li vir im û em ê bi ser kevin. HDP bi dilê min ket ji ber vê ez li vir im.”

‘Ez ê ji bo jin û gelan têbikoşim’

Ateş bilêv kir ku ew jî kedkarek e û hemû karker, koleyên bi pere ne û tenê ji bo ku bi awayeke mirovî bijîn jig elek tiştan bêpar in. Ateş got ku niha goristan jî ji bo sîtema kapîtalîst bûne cihê rantê. Ateş diyar kir ku dema ku bikeve meclîsê dê ji bo ku jin û gel di her qadê de bên dîtin têkoşîna xwe bidomîne.

(sa)