1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji KCK’ê daxuyaniya Enqere û Sêrtê
Ji KCK’ê daxuyaniya Enqere û Sêrtê,ji,kck,ê,daxuyaniya,enqere,û,sêrtê

Ji KCK’ê daxuyaniya Enqere û Sêrtê

A+ A-

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê bûyerên li Enqere û Sêrtê de qewimîn de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev cure çalakiyên TAK’ê zirarê didin daxwazên rewa yên tekoşîna gelê Kurd.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê bûyerên li Sêrt û Enqereyê de daxuyaniyek da. KCK’ê TAK’ê hişyar kir ku ew weke KCK van çalakiyên TAK’ê napejirînin û bi fikar dibînin.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

HIKÛMETA AKP’Ê DIXWAZE KURDAN TESLÎM BIGIRE

Êrişa topyekun a dewleta AKP’ê ku tu quralên tu hiqûqan nas nake, li Kurdistanê ji nû ve hatiye kûrkirin. Hiqûqa xwe bi xwe bin pê dike û bi awayeke bê ehlaqî îşkenceya tecrîda şidandî li ser Rêberê me pêk tîne, gelê û rayagahiştî ji tenduristiya Rêbertiya me bê agahî hiştiye. Ligel vê jî, bi hincetên pûç û vala êrişê sazî û dezgehên siyaseta demokratîk ên Kurdistanê dikin, her kesê digirin û li holê qirkirina siyasî ya ku hatiye berfirehkirin heye. Hikûmeta AKP’ê bi girtina şaredar û endamên meclîsên gel ên ku di hilbijartinan de bi vîna gelê Kurd hatine hilbijartin, nîşan dide ku ew tu rêzê ji vîna Kurdan re nagire û dixwaze civaka Kurdan bi perçiqandinê teslîm bigirin. Ev yek li Kurdistanê ne qûralên dewletek a hiqûqê ye, qûralên hiqûqa dagirkeriyê ne, bi vê yekê dixwazin ku Tevgera Azadiya Kurdan tune bikin. Lê di vê mijarê de qîma hikûmeta AKP’ê bi wê bi xwe nayê, ji ber wê jî xwe diavêje welatên weke DYE û yên din û ji bo çewistandina Tevgera Azadiya Kurdan alîkarî ji wana dixwaze.

TAK BI RÊBAZEKE BÊ KONTROL TEKOŞÎNEK ŞAŞ DIMEŞÎNE

Hikûmeta AKP’ê bi awayeke ne hiqûqî û quralên ku li derveyê ehlaq pêk tîne, dixwaze vîna gelê me bin pê bike û helw dide bi rêbazên tehkrîkê şerê topyekun berfireh bike. Li hemberî hewldanên provakatîf a dagirkeriya Tirk ku bi rêbaz û zêhniyeta AKP’ê li hemberî Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, divê tekoşînek rast û dirust were meşandin. Çalakiyên ji ber tehrîkên AKP’ê tên kirin û têde sivîl têne kuştin, tên wateya ketina kemîna AKP’ê. Rêxistina TAK’ê (Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê) li hemberî van tehrîkên AKP’ê bi awayeke bê kontrol çalakî li dar dixe û bi rêbazeke şaş tekoşînê dimeşîne. Bila baş were zanîn ku çalakiyên ziyanê didin tekoşîna doza rewa û mafdar a gelê me, bi dilê hikûmeta AKP’ê ye jî.

AKP HEMÛ SÎNORÊN KONTROLÊ DERBAS DIKE

Bi tu awahî tu têkiliya KCK’ê an jî PKK’ê bi TAK’ê re tune ye. Yên ku dixwazin bila bi têra xwe berovajî binirxînin. Lê rastî ev e. Ji bo li hemberî êrişên AKP’ê bi riyên rewa berxwedan û rêbazên parastinê pêk werin, me her tim hewl da. Lê dema me ev hewl da, hikûmeta AKP’ê bi siyaseta xwe ya tuneker û tehrîkar hemû sînorên kontrolê derbas dike.

EM ÇALAKIYA TAK’Ê NAPEJIRÎNIN Û BI FIKAR DIBÎNIN

Em diyar dikin ku em vê çalakiya ku TAK’ê li Enqereyê li dar xist, napejirînin û daxuyaniya wan a ku dibêjin ew ê çalakiyên wiha berdewam bikin bi fikar dibînin û ew çalakî wê ziyanê bidin gelê me. Em bang li TAK’ê dikin ku ger bi rastî jî rêxistina TAK’ê dixwaze xizmeta tekoşîna azadiyê bike, divê ne van çalakiyan, çalakiyên ku ziyanê nadin sivîlan ji xwe re esas bigirin. Islûbê hikûmeta AKP’ê, rêbaza şer a bê qural a li hemberî gelê Kurd û siyasetmedarên wê tê meşandin, negirtina agahiyan a ji Rêberê Gelê Kurd, rewşên wiha xeter derdixin holê û rêxistinên mîna TAK’ê jî tehrîk dibin û vî şerî tînin asteke bê kontrol. Sedema bingehîn a van bûyeran rêbaza AKP’ê ya bê qural, bê berpirsyatî û tehrîkar e û berpirs jî ew bi xwe ye.

Hikûmeta AKP’ê xwe diavêje bextê hêzên derve û bi teknolojiya wan pêkanînên dagirkeriyên yên weke; binpêkirina mafê mirov û hiqûq, tunehesibandina vîna Kurdan, herî dawî kuştinên bê daraz ên di kolanên Şemizînan de li ser gelê Kurd dimeşîne, em di wê baweriyê de ne ku serkeftina hêzên gerîla, gel û alîgirên demokrasiyê ya li ser xeta berxwedanê li hemberî van pêkanînên AKP’ê dimeşîne, teqez bûye.

BÛYERA LI SÊRTÊ QELSIYEK MEZIN BÛ

Divê gerîlla dema çalakiyan de ji bo ku mirovên sivîl zirar nebînin gelek baldar be. Di vê çarçoveyê de tê dîtin ku di bûyera li Sêrtê ya 20’ê îlonê de qelsiyek mezin heye. Di vê bûyerê de ji ber xeletiya gerîlayan mirovên me jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê ji ber vê bûyerê ji gelê me û malbatên mexdûr lêborîn xwestiye. Ji bo bibîranîna van mirovên me yên ciwan ên jiyana xwe ji dest dane, gerîla dê êdî xwe bi gihijîne astek bilindtir.

KÊMASIYÊN DI VÊ BÛYERÊ DE WÊ BÊN DARIZANDIN

Pêşiyê em ji malbatên Zeynep Evîn, Nergîs Evîn, Kevser Çekîn û Nurcan Olgaç ên di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê dixwan. Em êşa malbatan parve dikin. Bila tu guman nebin ku em ê kêmasiyên di vê bûyerê de bidarizînin. Di heman demê de em ji malbata heval Erdal ê di vê bûyerê de şehîd ketiye jî sersaxiyê dixwazin û em soza xurtkirina têkoşîna wan didin.

GER GERÎLA BALDAR NEBE FERMANDARÎ WÊ BIBE BERPISYAR

Em wekî tevgera ji bo gelê xwe têkoşîn didin, zirardayîna gel qebûl nakin. Divê hemû yekîneyên li ser navê Tevgera Azadiya Kurd dixebitin di vî warî de baldar bin. Tiştên wiha hem zirar dide gel û tevgera me, hem jî pêşî li polîtîkayên AKP’ê yên tehrîk û tunekirinê. Ji ber vê divê hemû yekîneyên gerîla di dema plansazî û çalakiyên xwe de balê nîşanê vê yekê bidin. Nexwexe fermandariyên têkildar dê bibin berpisyarên vê yekê.

EM TU CARÊ TESLÎMIYETÊ QEBÛL NAKIN

AKP ji ber ku li hemberî têkoşîna me ya mafdar-rewa tengav bûye niha jî pişta xwe daye hêzên navneteweyî û dizaxwaze bi şer û komkujiyan encam bigire. Hikûmeta AKP’ê vîna gelê me nas nake û dixwaze hemû siyasetmedarên kurd pêpez bike bi teybet jî bi girtina nûnerên gelê me yê Botanê jî dixwaze komkujiya siyasî bike polîtîkayek fermî. Hikûmeta AKP’ê li gel qirkirinên siyasî dixwaze bi komkujiyek fizîkî jî gelê me teslîm bigire û bigihije armanca xwe.

DIVÊ GELÊ ME LI HEMBERÎ PÊKANÎNÊN AKP’Ê YÊN FAŞÎST XWE BIRÊXISTIN BIKE

Divê gelê me li hemberî pêkanînên AKP’ê yên faşîst xwe bi rêxistin bike, li her derê pergala xwe ya xweser ava bike û serhildanan geş bike. Di vê çarçoveyê de li hemberî hemû polîtîkayên komkujî û tehrîkê di serî de gelê Botanê û em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku berxwedana xwe bilind bikin, ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistana Xweser a Azad xwedî li peywirên welatparêziyê derkevin.

ANF NEWS AGENCY