1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Ji KCK'ê ji bo muzakereyan sê şert
Ji KCK'ê ji bo muzakereyan sê şert,ji,kck,ê,ji,bo,muzakereyan,sê,şert

Ji KCK'ê ji bo muzakereyan sê şert

A+ A-

BEHDÎNAN 29.10.2013 07:26:38 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji bo rêveçûna pêvajoya ku tevgera Kurd bi awayekî yekalî meşandiye û aniye roja îro, sê şert aşkera kir. Bayik got, eger şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin, guhertinên qanûnî werin kirin û aliyekî sêyemîn li muzakereyan bê zêdekirin, dê pêvajoyê dewam bike.

Bayik ragihand ku wan bi gavên yek alî pêvajoya çareseriya dmeokratîk anîne roja îro û diyar kir ku AKP'ê beranberî gavên wan ti gaveke biçûk neavêtiye, berevajî polîtîkayên kûrkirina şer meşandiye û xwestiye vîna gelê Kurd bişkîne.

Bayik ji rojnamevan Farûk Balikçi re axivî û diyar kir ku AKP bi dirêjkirina pêvajoya diyalogê re hesabên biçûk dike û destnîşan kir ku yê şer dixwaze ne ew in, lê AKP ye.

Bayik diyar kir ku pêvajoya heyî dişibe pêvajoya beriya destpêkirina muzakereyên aştiyê yên li Efrîka Başûr û got, "Hevdîtinên aştiyê yên li Efrîna Başûr xetimî bûn. Hatibû nuqteyeke welê ku ya wê muzakereya berfireh bihata destpêkirin, yan jî şerê navxweyî derbiketa. Mandela û rêxistina wî ji bo muzakereyan ketin nava hewldanan. Rejîmê ev qebûl kir. Ew rewşa xetimandî veguherî muzakereyê. Naxwe dê şerekî giran rû bida. Ya li Tirkiyê tê jiyîn jî, dişibe vê."

MEŞANDINA BI DIYALOGÊ DÊ ZIMANDIRÊJÎ BE

Bayik asta ku pêvajoya diviyabû di 1'ê Hezîranê de derbasî muzakereyê bibûya wiha nirxand: "Pêvajoya diyalogê demeke dirêj dewam kir. Lê tiştekî diyaloga wê bê kirin nemabû. Her tiştên bihata axaftin, hatibûn destnîşankirin. Tiştekî bihata axaftin nemabû. Heyeta aliyê din jî ev qebûl kiribû. Me ji 93'an û pê ve 9 caran agirbest bi yekalî îlan kirin. Di Newroza 2013'an de jî ne tenê îlana agirbestê, me dîlên di destê xwe de serbest berdan û biryardarn ku hêzên xwe vekişînin Başûrê Kurdistanê û me ev yek kir. Bi vê yekê re me xwest, bingeha muzakereyê xurt bikin. Lê belê dema 1'ê Hezîranê hat AKP'ê dest bi dijderketinê kir. Derbasî muzakereyê nebû. Me hin hişyarî dan. Me diyar kirin ku divê dawî li vê mijûlkirinê bê anîn, hesabên hilbijartinê neyên kirin, her tişt qurbanî hilbijartinê neyên kirin. Me gotin; eger bi vî rengî dewam bikin dê vekişîna gerîla raweste. Ji ber ku siyaseta xwe bi vî rengî dewam kir, me jî vekişîna gerîla rawestandin û diyar kirin ku agirbestê dewam bike. Me destnîşan kirin ku eger muzakere neyê destpêkirin, emê biryarên nû werbigirin. Ti ji hişyariyên me li ber çavan negirtin. Li ser vê yekê me deklarasyonek weşandin û bi raya giştî re parve kirin. Di asta heyî de pêvajo xelas bûye. Yê ku ev pêvajo qedandiye AKP bi xwe ye."

ME ŞER RAWESTAND, LÊ AKP ŞER BIR ROJAVA

Bayik da xuyakirin ku AKP'ê ti carî çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd ne pejirandiye, ti carî mafên xwezayî yên gelê Kurd qebûl nekiriye û destnîşan kir ku ev yek jî sedema pêkneanîna muzkareyê ye.

Bayik got, "Eger di armanca wê de çareseriya pirsgirêka Kurd hebûya, weke PKK me bingeheke guncaw afirandin. Lê AKP bêyî derbasî muzakereyê bibe hewl da pêvajoyê bi diyalogê bimeşîne. Dema me gerîla ji mewziyan vekişand, AKP'ê amadekariya şer kir. Me şer rawestand, lê AKP'ê berê şer guherand. Berê li Bakurê şer dikirin, niha jî berê şerê xwe zîvirandiye Rojavayê Kurdistanê. Bi her şêweyî alîkarî da rêxistinên bi navê El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û li dijî gelê Kurd da şerkirin. Yê ku li Rojava şer dimeşîne AKP bi xwe ye. Me şer rawestand, AKP'ê şer dewam kir. Rêber Apo bingeha muzakereyan bi lezgînî afirand, lê belê derbasî muzkareyê nebûn û nexwestin derbas bibin."

JI BO RÊVEÇÛNA PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ 3 ŞERT

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li hemberî destwerdana li heyeta BDP'ê ya diçe Îmraliyê nerazîbûn nîşan da. Bayik diyar kir ku ji bo dewama pêvajoyê divê şert û mercên wekhev bên afirandin û ji bo rêveçûna pêvajoya muzakereyê jî şert anî ziman.

Nirxandina Bayik bi vî rengî ye: "Di helwestên xwe yên li hemberî Rêber Apo de ti guhertineke biçûk nebû. Mesela heyeta BDP'ê bi sê kesan destpê kir, dûre hejmar daxistin du kesan. Timî heyet guhertin. Destpêkê Ehmed Turk ji heyetê derxistin. Di heyetê de timî guhertin kirin. Sirri Sureyya Onder ji heyetê derxistin. Niha jî Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji heyetê derxistin. Çima ev ji heyetê hatin derxistin? Ji ber ku hin rexne kirin. Li ku dera cîhanê hatiye dîtin, ku heyeta kesên dixwazin pirsgirêkê çareser bike ji aliyê hêza dijber ve hatiye diyarkirin? Ev yek tê wê wateyê ku karên tên kirin, cidî nagirin. Heyetê ji nedîtî ve tê. Hem heyeta xwe diyar dike hem jî heyeta aliyê din diyar dike. Ev yek li dijî wekheviyê ye. Çima agahiyeke sererast nade aliyê din, ku dixwaze çi bike. Nexşeya rê danîne holê. Mirovên Aqilmend hatin avakirin. Van mirovên ji aliyê wan ve hatin diyarkirin, ked dan. Rapor amade kirin, rapor pêşkêş kirin. Erdogan piştî ku rapor stend da xuyakirin ku ewê nexşeyên rê aşkera bike. Rapor stend, lê belê nexşeyên rê aşkera nekirin. Ev hemû çima tên kirin. Ji ber ku armanca xwe ya çareseriya pirsgirêkê nîne. Heyeta diçe gel Rêber Apo diguherînin. Li aliyekî dewlet bi heyeta xwe re rûdinê diaxive, li aliyê din jî Rêber Apo bi tena serê xwe ye. Ti şert û mercên wekhev nîne. Eger dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, hingî divê mercên wekhev biafirînin. Û pêwîste ev yek bi çavdêriya aliyekî sêyemîn pêk were. Ne destûr ji aliyê sêyemîn tê dayîn, ne jî şert û mercên Rêber Apo diguherîne. Bi pêkanîna mehkûmekî giran, qaşo dixwzin pirsgirêkê çareser bikin. Ev bêhurmetî ye. Kurd xwedî rûmet in. Kurd bêrûmetiyê qebûl nake. Divê dest ji vê helwestê were berdan. Eger dest jê bernedin, dê pêvajoya muzakereyan destpê neke. Ji bo destpêkirina pêvajoya muzakereyê; Divê şert û mercên Rêber Apo werin sererastkirin, guhertinên qanûnî bên kirin û hevdîtin û muzakere di bin çavdêriya aliyê sêyemîn de werin kirin.

Eger van qebûl bikin, hingî pêvajo ji nû ve dikare destpê bike. Muzakere ji nû ve dikarin pêk werin. Eger van qebûl nekin, hingî pêvajo ji aliyê AKP'ê ve hatiye qedandin. Gotinên 'pêvajo dewam dike' razemeniyên hilbijartinê ne. Propaganda ye."

POLÎTÎKAYA AKP'Ê LI SER ŞIKANDINA VÎNA KURDAN DIMEŞE

Bayik got, "Eger me bixwasta şer dewam bike, me yê bi yek alî agirbest îlan nekiribûya. Meyê şer ranewestandibûya. Meyê bi yekalî dîl bernedabûna. Bi awayekî yekalî vekişîna gerîla ji Bakurê ber bi Başûr ve dê destpênekiribûya. Rêber Apo di Newrozê de dê daxuyaniya xwe di bin şahidiya bi mîlyonan de nekiribûya. Eger me bixwasta şer dewam bikira." Bayik da xuyakirin ku demeke însiyatîfa şer ketibû destê gerîla û gerîla dikarîbû bi awayê herî serketî têkoşîna çekdarî bimeşîne de wan şer rawestandine û destnîşan kir ku ev yek ne qelsiya tevgera Kurd, nîşaneya baweriya ji xwe ya tevgera Kurd e.

Bayik di vê mijarê de wiha peyivî: "Pirsgirêka giran a mîna pirsgirêka Kurd çavkaniya nearamiyê ye, em dixwazin çareser bikin. Ji ber ku em bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bawerin me ev gav avêtin. Ya ku AKP û derdora wê dike propaganda navendên şer e. Propagandayên 'PKK dixwaze ji nû ve dest biavêje şer' dikin. Em baş dizanin ka hilbijartinên li Başûr jî çawa meşiyane. Li Qoserê beriya destpêkirina hilbijartinan em baş dizanin çi hatiye axaftin. Sûcdar timî dixwazin sûcê xwe biavêje ser milê hin kesan. Em dibêjin; yên ku naxwazin pirsgirêkê çareser bikin dê di binê çareseriyê de bimînin. Dema hevdîtinên destûra bingehîn destpê kirin gotin ku ewê nebin aliyê li dora masê rabin. Me baş dizanîbûn ku nikarin destûra bingehîn biguherînin. Xwestin yên din ên li dora maseyê rakin. Nedixwestin pirsgirêkê çareser bikin. Neçarî çareseriya pirsgirêkê man. Dema Rêber Apo pêvajoya aştiyê da destpêkirin neçar man. Nikarî bigota em şer dixwazin. Lê belê xwestin hundirê pêvajoyê vala bikin. Xwestin kontrolê deynin ser hilbijartinan û bi vî têkevin hilbijartinan. Ne çareseriya pirsgirêkê, hesabên; gelo ezê çawa însiyatîfê têxim destê xwe, ezê çawa neçareseriyê misoger bikim, kirin. Dibe ku AKP biçe hilbijartinan, desthilatdariya xwe dewam bike, lê belê emê ti carî destûrê nedin ku gavên me avêtine ji xwe re bike kelûmel ji hilbijartinan. Ji bo AKP demekê qezenç bike, me ev gav neavêtin. Ji bo AKP li dijî gelê me yê li Rojava şer bimeşîne, me ev gav neavêtin. Me ji aliyê xwe ve her tişt kirin. Yê ku nekir AKP ye. Hem li Rojava şer meşand. Parêzerên Rêberê me ev du sal in nikarin hevdîtinê bikin. AKP çeteyan xurt dike. Bendavan çê dike. Şer dimeşîne. Balafirên keşfê difirin. Li ser dîwarê Sûriyê dîwar tê lêkirin. Qaşo pakêtê amade dikin. Ne bi Rêberê me, ne bi BDP, ne bi ti partiyên li parlamentê û rêxistinên civakî yên sivîl re nîqaş nemeşand û pakêt derxist. Gelo pakêteke bi vî rengî ya demokrasiyê dibe? Ji aliyekî ve bi xweranegirtî êrîşî hêzên demokrasiyê dike, ji aliyê din ve behsa demokrasiya pêşverû dike. Nêzîkatiya li heyetan li holê ye. Rexneyeke biçûk jî qebûl nake. Gefan dixwe. Şerê şikandina vîna Kurdan e. Dîwarên ku beriya bi salan hatin hilweşandin, niha AKP ji nû ve lê dike. Li Dîlok û Nisêbînê dîwaran lê dike û dixwaze Kurdan ji hev veqetîne. Bi şerkirina çeteyan li hemberî Kurdan pirsgirêk çareser dibe? AKP'ê heta roja îro gaveke bi tenê ya ji bo nîşandana niyeta baş, neavêtiye. Erdogan got; bila çek bêdeng bibin siyaset biaxivin. Me ev pejirandin û stratejiya wê ava kirin. Li hemberî gavên me avêtin, Serokwezîrekî ku behsa axaftina siyasetê dikir diviyabû bi hezaran siyasetmedarên dîl hatine girtin, serbest berdabûya. Li girtîgehan girtiyên nexweş hene, piştî jiyana xwe ji dest didin, radestî malbatan tên kirin. Jİ bo bawerîdayînê ev gav dikarîbûn bihata avêtin. AKP bi karê dike re pêşî li siyasetê venake, şer dimeşîne. Kurdan bi tenê hurmeta ji vîna xwe xwestin. Lê belê AKP'ê ji bilî şer ti gav neavêt. Bi biryardarî xwest pêşî li siyaseta demokratîk bigire, vîna Kurdan bişkîne."

EM DIXWAZIN PÊVAJOYA RÊBERÊ ME DAYE DESTPÊKIRIN PÊK BÎNIN

Bayik da xuyakirin ku ew li pişt pêvajoya Abdullah Ocalan a di Newrozê de îlan kiribûn e û dixwazin pêvajoyê bicih bînin. Bayik diyar kir ku li hemberî hewldanên şer tevgera Kurd dê xwe biparêze û destnîşan kir ku li hemberî biryardariya tevgera Kurd a ji bo pêşîvekirina li siyaseta demokratîk AKP'ê pêşî li vê girtiye û got, "Ne dikarin PKK'ê tine bikin ne jî dikarin teslîm bigirin. PKK'ê ji destpêkê ve ji bo teslîmkarî û xiyanetê rawestîne, hatiye avakirin. Di şertên herî dijwar de têkoşîn qezenç kiriye. Kes ne dikare vê tevgerê teslîm bigire ne jî dikare vîna wê bişkîne. Êdî kes nikare bê PKK û bê Kurdan siyasetê bimeşîne. Lewma divê hurmetê ji Kurdan re nîşan bidin. Nêzîkatiyên bêhurmetiyê yên li hemberî Kurdan dê rê li ber teqîna zaynarî û hêrsan Kurdan vebikin. PKK tevgereke ku çareseriyê di nava xwe de û bi xwe diafirîne ye. PKK'ê li Rojhilata Navîn Kurd kiriye gelê herî girîng. Divê bi hurmetî nêzî Rêberê Kurdan bibin."

JIYANA AZAD BI NETEWEYA DEMOKRATÎK DIBE

Bayik anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema pêvajo afirand di nava PKK û eniya Kurd de yekparetiyek afirand û got, "Di warê çareseriyê de aliyê ku ne yekpareye aliyê Tirk e. Hin derdor ne di tê de aliyê çep jî pêvajo baş nexwend. Eger baş bixwenda, pêvajo dê pêvajo li nuqteyeke din bûya. Zextên xwe yên li hemberî dewlet û hikûmetê zêde nekirin. Eger ev pêvajo neyê çareserkirin, ne tenê Kurd dê Tirkiye û Rojhilata Navîn ji vê zerarê bibînin. Li cihê şer û pevçûnan demokratîkbûyîn nayê. Pêwistiya Tirkiyê herî zêde bi destûreke bingehîn a demokratîk heye. Divê destûra bingehîn ji nû ve bê danîn. Hewceye civaka Tirkiyê vê zanibe. Pirsgirêka bingehîn a li pêşiya vê yekê jî pirsgirêka Kurd e. Bi feraseta netewe-dewlet û feraseta faşîst re pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ya divê were kirin terikandina vê ferasetê û qebûlkirina mafên xwezayî yên gelê Kurd e. Demokratîkbûyîn ev e. Birayek xwedî her tiştî ye, birayê din xwedî tiştekî nîne. Ev biratiyeke çawa ye. Di vê de demokratîkbûyîn nabe. Tirkiye ji ber vê dinale. Eger gelên Tirkiyê li cem gelê Kurd cih bigirin, dê demokratîkbûyîn pêk were. Çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyê ye. Qetilkirina gelê Kurd qetilkirina şoreş û gelên cîhanê ye. Lewma divê her kes pêşî li van êrîşan bigirin. Divê gelê tirk van rastiyan bibîne, li ser bingeha demokrasî û azadiyê piştevaniya Kurdan bike. Em sînoran esas nagirin. Em neteweya demokratîk esas digirin. Em tevgereke azadiya gelan dixwazin e. Ev jî bi neteweya demokratîk dibe. Em heq nakin ku me weke zarokan bibînin. Berevajî eger nêzîkatiye rûmetşikandinê bê nîşandan, ti tiştekî ku PKK neke nîne. Ji vê wêdetir teslÎmkarî ye."

DEM DEMA AZADIYA JINÊ YE

Bayik da xuyakirin ku hilbijartinên herêmî yên di meha Adarê de werin lidarxistin hem ji bo Kurdan hem jî ji bo AKP'ê xwedî girîngiyeke stratejîk e û got, "Eger AKP nikaribe van hilbijartinan bixe bin garantiyê, desthilatdariya AKP'ê dê bikeve xeteriyê. Destketiyên hilbijartinê ji niha û pê ve yên AKP'ê dê bi vê hilbijartinê re diyar bibe. Hemû derfetên desthilatdariyê ji bo vê armancê tên bikaranîn û wê bikar bîne. Ne tenê ji bo hilbijartinên Serokkomariyê AKP dixwaze li Kurditanê dengên Kurdan werbigire û bi gotina "Kurd AKP'ê dixwazin" mêtîngerî û talanê dewam bike. Eger hilbijartinê qezenç neke, hingî neçare pirsgirêkê çareser bike. Serketin hilbijartinan ji bo Kurdan, dê bibe sedem ku pirsgirêk baştir were fêmkirin. Ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin dê yekemcar jinek weke namzet bê nîşandan. Ev yek wê asta azadbûnê ya civaka Kurdistanê nîşan bide. Ev yek dê di heman demê de bibe sedem ku civaka Tirkiyê li xwe bipirse. Dema me êdî dema azadiya jinê ye. Kî jina azad esas bigire, ewê civakê bi pêş ve bibe. Kî jina azad esas negire, divê ne li bendê be ku bi ser bikeve. Ev asta jinên Kurd dê asta demokratîkbûyînê nîşan bide."

YA MUZAKEREYEKE BI RÛMET YAN JÎ BERXWEDANEKE JI AGIR

Bayik herî dawî wiha peyivî: "PKK dema xwe ya herî bi hêz dijî. Êdî kes nikare Kurdan bixapîne. Îro Rêber Apo, PKK û tevgera siyasî ya Kurd yek in, kes nikare dubendiyê têxe navbera wan. Kes nikare perçe bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rê û rêbazan diafirîne. Eger bi rastî dewlet û hikûmeta Tirk bixwaze pirsgirêkê çareser bike, divê şert û mercên Rêber Apo sererast bike, guhertinên qanînî pêk bîne û di bin çavdêriya aliyekî sêyemîn de muzakereyan bimeşîne. Di rewşeke berevajî de pêvajo qediyaye. Ya ku li ser me tê ferzkirin şer e. Yan jî tinekirinê ferz dikin. Ne ev gel ne jî ev tevger dê tinekirinê qebûl nekin. Heta dawiyê dê li ber xwe bide. Ji ber vê yekê dixwaze xwişk û birayên xwe yên Tirkiyeyî dixwaze li gel xwe bibîne. Derdorên demokrat û her kesên biratiya Kurdan dixwazin, divê daxwaza destpêkirina muzakereyê bikin. Bi polîtîkayên xapandinê tiştek bi dest nakeve. Eger civaka Tirkiyê barê dikeve ser milê xwe bicih bîne, hingî PKK jî dikare wezîfeya xqwe bicih bîne. Divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê ji vê piştrast bin. Emê ne xwe, ne gelê xwe ne jî gelên Tirkiyê nekin qurbanên lîstikên hilbijartinan. Ya muzakereyeke bi rûmet yan jî berxwedan. Divê her kes vê wiha bizanibe. Daxwaziya me ji gelên Tirkiyê ew e ku di nava piştevaniya gelê Kurd de be. Ji vê yekê jî ewê civaka Tirkiyê û gelên Rojhilta Navîn qezenç bike. AKP bi kesî re nîqaş nekiriye û pakêt dernexistiye. Li ti devera cîhanê bi nêzîkatiyeke wiha pakêtên demokrasiyê nayên amadekirin. Tiştên ku di pakêtê de ji bo Kurdan hatine destnîşankirin, tiştên ji xwe heyî ne. Hînê ne diyar e ku vana dê qanûnî bibin yan na. Li Tirkiyê qanûna li dijî terorê heye, mîna lastîkê tê vezelandin. Ti kes neman ku ji vê qanûnê mexdûr neman. Li Tirkiyê rojnamevanên baş û jêhatî ji kar hatin dûrxistin. Doktorên birîndarên Parka Gezî tedawî kirin, tên girtin. Behsa pakêta demokrasiyê tê kirin, lê dîwarên hatine hilweşandin lê dike. Li dibistanên taybet bi pereyan Kurd zimanê xwe hîn dibe. Li ku devera cîhanê gelek bi pere zimanê xwe hîn dibe. Ka demokrasî. Ewçend pirsgirêkên civaka Tirkiyê hene, qanûna antî terorê hat guhertin? Ewçend pirsgirêkên Elewiyan hene. Ewqas pirsgirêkên kurdan, rewşenbîrên wan, nivîskarên wan hene, kîjan ji wan hatin çareserkirin? Mafê Kurdan ê meşandina siyasetê ji dest tê girtin, gelo mirov dikarin ji vê re bêjin pakêta demokrasiyê? Pirsgirêka kesî nehat çareserkirin. Lê belê çapemeniya alîgir hewl dide vê yekê weke şoreşê bi mirovan bide pejirandin."