1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji KCK’ê nerazîbûneke tund
Ji KCK’ê nerazîbûneke tund,ji,kck,ê,nerazîbûneke,tund

Ji KCK’ê nerazîbûneke tund

A+ A-

ANF13:09 / 25 Tebax 2011 BEHDÎNAN - Çar hefte ne destûr nayê dayîn ku parêzer bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne. KCK’ê nerazîbûnek tund nîşanî vê yekê da û got;“AKP dixwaze di kesayeta Rêber Apo, gelê Kurd stûyê xwe xwar bike, dixwaze gelê me bêdeng bike, û dixwaze gelê Kurd gavan ber bi paş ve biavêje.” Her wiha KCK’ê banga xurtkirina serhildanê û tekoşînê li gelê Kurdistanê kir.

Serokatiya Konseya Rêrveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûneke tund nîşanî tecrîdkirin û polîtîkayên îzolekirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da. KCK’ê got; “Polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya ku dewleta Tirk li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş dixe, asta êriş û operasyonên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî gelê Kurd daye destpêkirin, nîşan dide. AKP dixwaze bi bin navê stratejiya ‘nû’ de, di kesayeta Rêber Apo, gelê Kurd stûyê xwe xwar bike, dixwaze gelê me bêdeng bike, û dixwaze gelê Kurd gavan ber bi paş ve biavêje Bi vî awayî hemû zagonên gerdûnî dideyne aliyekê din û tundî, şantaj û gefxwarinê ji xwe re esas digire. Saziyên gelê Kurdistanê yên demokratîk bi dehan caran dane diyarkirin ku ‘Nêzîkatiya li hemberê Rêbertiya me, li hemberî me ye”.

KCK’ê destnîşan kir ku divê çarçoveyê de 4 hefte ne ku parêzerên Ocalan nikarin hevdîtinê pêk bînin û got; “Tam di çar hefteyan de parêzerên Rêbertiya me 8 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê di her carekê de rewşa hewayê an jî xirabûna kosterê kirine hincet û parêzeran vegandine. Lê her kes dizane ku ev dereweke mezin e. Di rastiyê de bi biryara Serokwezîr û AKP’ê nahêlin parêzer biçin giravê û Rêbertiya me di tecrîdê e ye.

Li vir girgireyek a dewletan ji xwe şerm nake derewan dike. Bi vî awayî bêrêziya xwe ya li hemberî rayagiştî û gelê Kurd didomîne. Bi taybet Erdogan û rayedarên hikûmetê di van demên dawî de her tim behsa hiqûqê dikin û diyar dikin ku şerê Kurdistanê hiqûqî ye. Lê şerê wan vê yekê berovajî nîşna dide û rûyê wan ê rast nîşan dide. Li gor hiqûqa dewleta Tirk divê Rêberê me hefteyê carek bi parzerên xwe re û 15 roj carekê jî bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li vir jî dixuyê ku hiqûqa xwe bi xwe bin pê dikin.

Aşkere ye ku li holê derew û nehiqûqiyek heye. Ji xwe mêtîgeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê jî li ser vî esasî hatiye avakirin. Rûyê dewleta Tirk a mêtînger her tim li Kurdistanê bi derew û kiryarên nehiqûqî derketiye holê. Îro jî hikûmeta AKP’ê di bin navê biratî, aşitî, demokrasî, azadî û mirovahiyê de bi awayeke sosret ev polîtîka dikmeşîne.

Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku di demek wiha de zextên li ser Ocalan zêde bûn de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê jî dest pê kirin û wiha didome:

“Ligel van êrişên hewayî yên li ser Hêrêmên Parastinê yên Medyayê, gelek deverên din jî tên topbarankirin. Di encama vê topbarana ku ziyanek mezin dide gelê belegaz ê Başûrê Kurdistanê, gelek xanî, avahî, pir hilweşiyane, rê xera bûne, bax, baxçe û daristan şewitîne, ajal telef bûne, goristanan gerîlayan ziyan girtine. Di encama van hemû êrişan de, weke me gotibû 3 gerîla jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di encama êrişa hewayî di 21’ê tebaxê de li ser Qendîlê pêk hat de 4 jê zarok, jinek ducanî û bi giştî 7 kesên sivîl hatine şehîdkirin. Bîloçaya aşkere ya êrişên hewayî û bejahî ya artêşa Tirk wiha ye. Weken din tu windahiyên gerîlayan çênebûne.

JI SER HETA BINÊ DAXUYANIYA SERFERMANDARAIYA TIRK DEREW E

Ligel vê rastiya li holê Serfermandariya Arteşa Tirk dema ku bilançoya 6 rojan daxuyand di daxuyaniyê de got ku di navbera 90-100 de gerîla hatine kuştin 80 jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên herêmê û gerilayan gel daye zorê ku bibin mertalên zindî. Ligel vê daxuyand ku ji bo sivilan hessasiyetê nişan didin û sivil zirarê nedîtine. Ev daxuyaniya Serfermandarê Arteşa Tirk ji serî heta dawî derew e rastiyan diyar nake û civakê şaş agahdar dike. Daxuyaniyên bi vê awayê ser hewldanên dij hiquqitiya Tirkiyeyê digirin.

DAXUYANIYA SERFERMANDARIYÊ HEQARET E

Ev daxuayniyên bi armanca şerê derûnê tên kirin ku derew in li hember civakê heqaret e. Ji ber ku li hember raya giştî derewek e. Sedemek neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî zimanê şerê taybet e. Saziyên fikrê ku ji saziyên dewletê ne û di bingehê de jî navenda politikayên şerê taybet in van derewan dixemilinin û xizmetî neçareseriyê dikin. Her wiha rêbaza li hember tevgera me ku çapemeniya Tirk civakê bi agahiyên şaş agahdar dike jî hê didome. Li holê ye ku dewleta tirk bi vê awaya şerê derûnî nagihêje cihek û tu encam jî nagire.

‘EM ÇALAKIYÊN MERTALÊN ZINDÎ BI TEQDÎR PÊŞWAZÎ DIKIN’

Di demek ku rastî tên berovajîkirin, li hemberî Rêbertiya me, gelê me, û Tevgera me şerek psîkolojîk ê topyeykun tê meşandin de, çalakiyên li hemberî van şeran ên ku li Bakûrê Kurdistanê bi pêşengiya Dayîkên Aşitiyê û li Başûrê Kurdistanê jî bi pêşengiya ciwanan hatine destpêkirin, teqdîr dikin.

Li hemberî hemû hewldanên çapemeniya Tirk û AKP’ê her kes dizane ku Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurdistanê û Gelê Kurd dixwazin pirsgirêka Kurd bi riyên aşitiyane çareser bibe û girîngiyeke mezin didin hewldanên aşitiyê. Çalakiya mertalên zindî ya ku dayîkên hêja û ciwanên Kurdistanê dimeşînin hewldanek watedar e.Lê hikûmeta AKP’ê di rêbaza xwe ya yekperestî de israr dike û çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka kurd qebûl nake. Ji ber wê jî biryara şer daye û îro jî hiqûqa xwe bi xwe bin pê dike dest bi tecrîda li ser Rêber Apo kiriye û Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê xistiye dewrê.

JI BO PARTÎ, RÊXISTIN Û SAZIYÊN KURDISTANÎ BANGAWAZIYA TEKOŞÎNÊ

Em bang li hemû partî, sazî, rêxistin û komeleyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê û pêkanîna azadiya gelê Kurdistanê , bi giyanê yekitiya netewî tevbigerin û piştgiriyê bidin hev, bi vî wayî ji pêşketinên dawiyê re bibin bersiv û li hemberî hemû hêzên dijminên Kurdistanê tekoşînê xurt bikin.

BANGA XURTKIRINA SERHILDANAN

Em bag li hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê, ciwanên Egîd ên Kurdistnaê, jinên Kurd ên azadîxwaz, hemû sazî û komeleyên demokrat-aşitîxwaz dikin ku li hemberê van êrişên dewleta AKP’ê ya dagirker ku van komkujiyan pêk tîne bê deng nemînin, li her derê nerazîbûnên xwe yên civakî nîşan bidin, dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin, li hemberî êrişên li ser gundên belengaz ên Kurdistanê serhildan û tekoşîna xwe gurr û xurt bikin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî