1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji KCK'ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî
Ji KCK'ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî,ji,kck,ê,peyama,ji,bo,cejna,zimanê,kurdî

Ji KCK'ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî

"Tacîdar û misogerkirina Şoreşa Kurdistanê, bi pêşxistina hemleya stratejîk a perwerdeya neteweya demakratîk ve pêkan e. Mayîndekirina Cejna Zimanê Kurdî jî bi mezinkirina Têkoşîna Azadiya Rêber Apo, hemû hêzên berxwedanê û artêşa gerîla ve pêkan e."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Komîteya Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşand û got, "Em di pêvajoya şoreşê ya herî girîng, krîtîk û encamgir de Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku civak bi zimanê xwe hebûn û civakbûna xwe ava dike û hat destnîşankirin, ku ev rastiya cîhanî ji bo gelên Kurdistanê jî derbasdar e.

Komîteya Perwerdeyê diyar kir, ji bo tinekirina vê rastiyê dewleta dagirker faşîst a Tirk zimanê Kurdî bi dehan sal qedexe kir û got, "Aşê pişavtinê -ango asîmîlasyonê- dibistanên xwe heta gundên li qorzîkên çiyan jî birin û mamosteyên endamê şerê taybet şandin van deran. Ji bo zarokên Kurd hemû diyardeyên civakbûna xwe ji bîr bikin, xwarinên dayikên Kurd çêdikirin jî li wan qedexe kirin. Bikaranîna yek hûşeyê Kurdî jî bi lêdan û îşkenceyê cezakirin. Berxwedana dayikan zimanê me heta astekê parast. Dibistanên bi ked û wêrekiya kedkarên perwerdeyê û gelê me hatine vekirin û zarokên me bi zimanê dayîkê perwerde dikin, di bin êrîşên dijmin de ye."

DEWLETA TIRK DIXWAZE CEJNA ZIMANÊ KURDÎ VEGUHERÎNE ŞÎNÊ

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev kiryarên Dewleta Dagirker û Faşîstê Tirk, li gorî zagonên Neteweyên Hevgirtî tawanê qirkirina çandî ye. Di vê pêvajoya diyarker a şoreşê de dijmin hewl dide ku qirkirina çandî bi qirkirina civakî bigîne encamê. Ji bo vê yeke qirkirinê fîzîkî jî pêk tîne. Dixwaze wekî hemû cejnê Kurdan, Cejna Zimanê Kurdî jî veguherîne şînê. Li bajaran Tirkiye kêsên bi Kurdî daxivan rastî êrîşên çeteyên nijadperest û faşîstan tên, hem tên birîndarkirin û kuştin, hem jî hêzên polîsên AKP’ê wan digrin û davêjin zîndanan. Qedexe û qirkirin bi rengekî fîzîkî û pratîkî her berdewam e. "

KCK'ê destnîşan kir, ku eger îro rayedarên dewleta dagirker û faşîstê Tirk qala hebûna Kurd û zimanê Kurdî dikin, ev yek di saya berxwedan û têkoşîna Gel û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya 40 salan e.

ŞOREŞA KURDISTANÊ KÊLÎ BI KÊLÎ BER BI SERKETINÊ VE DIÇE

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Girîngî û wateya pîrozkirina cejna zimanê Kurdî jî herî zêde bi armanca pûçkirina qirkirina çandî û civakî ve girêdayî ye. Di hemû kêlî û qada jiyanê de wekî cejnekî zimanê xwe bikaranîn, beşeke girîng ya têkoşîna şoreşê ye.

Berxwedanên rêveberiyên cewherî hemleyeke stratejîk a Şoreşa Kurdistanê ye. Roj bi roj, kêlî bi kêlî ber bi serketinê ve diçe. Tevgera Hevgirtî ya Şoreşa Gelan eniya şoreşê berfirehtir dike. Dijmin ji her demî lawaztir û tengavtir e. Har û dînbûna dijmin ji neçariya wî ye. Îro bi berxwedana dîrokî ya Îmralî, Gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistan dijmin qaoseke mezin dijî. Li gel rejîma faşîst ya AKP û Qesrê, dewleta dagirker jî ji ber hev dikeve.

SIBEROJ DI NAVA ŞERÊ XWEPARASTINÊ DE GAV BI GAV TÊ AVAKIRIN

Şoreşa Rojava bi avakirina –înşaya- pergala xwerêvebirina civakî, aborî, siyasî û hwd. û Federasyona Rojava û Bakurê Surî serketinê mayînde dike. Di nav şerê xweparastinê de siberojê pêngav bi pêngav ava dike.

Tacîdar û misogerkirina Şoreşa Kurdistanê, bi pêşxistina hemleya stratejîk a perwerdeya netewa demakratîk ve pêkan e. Mayîndekirina Cejna Zimanê Kurdî jî bi mezinkirina Têkoşîna Azadiya Rêber Apo, mezinkirina hemû hêzên berxwedanê, mezinkirina artêşa gerîla ve pêkan e.

Bi hêvî û baweriya serketinê Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Mamosteyê Mezin Rêber APO, dayîkên berxwedêr, kedkarên perwerde û gele Kurdistanê Pîroz Dikin!"