1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ji KCK'ê peyama sala nû
Ji KCK'ê peyama sala nû,ji,kck,ê,peyama,sala,nû

Ji KCK'ê peyama sala nû

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, sala nû pîroz kir û xwest ji bo tevahiya mirovahiyê bibe saleke aştî, demokrasî û azadiyê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, sala nû pîroz kir. KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Weke gel û tevgerê, em sala 2014'an bi destketiyên mezin ên di asta nirxên dîrokî yên ji mînakên berxwedana bi heybet li dû xwe dihêlin, sala 2015'an ji her demê bêhtir rêxistinbûyî, bi hêvî, biryardar û bi ruhê têkoşîneke bilind pêşwazî dikin."

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Mirovahî li dijî zext, mêtîngerî, birçîbûn, betalî, şer û pevçûnên neheq ên ji ber modernîteya kapîtalîst, bi têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê re, bi hêviyeke mezintir dikeve saleke nû.

Gelên Rojhilata Navîn, li hemberî zext, êrîş û komkujiyên rejîmên olîgarşîk netewe-dewlet û faşîzma DAIŞ'ê, ji bo demokrasî û azadiyê di têkoşînê de asteke mezin a hişyarî, têgihiştin, yekîtî û piştevaniyeke derxistine holê.

Li Tirkiyeyê komkujiyên karkeran, talana aboriyê û polîtîkayên dijminahiya li gelê Kurd, jin, demokrasî û azadiyê yên ji ber rejîma AKP'ê derket holê; têkoşîna ked, demokrasî û azadiyê ya antî kapîtalîst, antî AKP'ê mezin bûye û dewam kiriye.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hevsengiyên polîtîk ên li Rojhilata Navîn hejandiye, veguheriye hêza bi bandor û diyarker. Berxwedana Şengal û Kobanê ji bo hemû gelan bûye hêvî û moraleke mezin, asteke mezin a hêz û pêşengiyê destnîşan kiriye.

Sala 2014'an bûye saleke ku tê de îdeolojiya jinê ya azad a Kurdistanê derketiye asta herî bilind. Jinên Kurdistanê ne tenê li Şenga û Rojava-Kobanê, di asta gerdûnê de destketî afirandine. Şoreşa azadiya jinê ku ji hemû azadiyên çîn û neteweyan bêhtir bi qîmet û watedar e, li gel azadiya rasteqîn a jinê wê sala 2015'an veguherîne saleke kuk mirovahî bêhtir nêzî aştî, demokrasî û azadiyê bibe.

Paradîgmaya Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo, ji bo hemû çand û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bûye hêvî û bawerî. Gelê Kurd wê li ser bingeha destketiyên sala 2014'an, di sala 2015'an de li gel Rêber Apo bi biryardariya pêkanîna statuya Xweseriya Demokratîk û Kurdistana Azad, têkoşîna xwe xurtir bike.

Li ser vê bingehê em sala nû di serî de li Rêber Apo û malbatên şehîdan, li tevahiya gelên xwe, gelên Rojhilata Navîn û hemû rêhevalan pîroz dikin. Em hêvîdarin ku wê sala 2015'an aştî, demokrasî û azadiyê ji tevahiya gelên me û mirovahiyê re bîne."


Bêjeyên Miftehî