1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Kemal Burkay Serdana Demirbaş
Ji Kemal Burkay Serdana Demirbaş,ji,kemal,burkay,serdana,demirbaş

Ji Kemal Burkay Serdana Demirbaş

A+ A-


Siyasetmedar û nivîskar Kemal Burkay, ku kevneserokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ye û piştî 31 salên Swêdê vegeriya Tirkiyeyê, serdana şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş kir.

Li gor nûçeya di malpera Şaredariya Sûrê de hate weşandin, Burkay di serdana Şaredar Abdullah Demirbaş de hin peyam dan. Burkay da zanîn ku wî li derveyî welat jî Şaredariya Sûrê û xebatên wê yên pirzimanî şopandiye û girîngiyê didê.

Li gor nûçeya malpera şaredariyê Burkay di axaftina xwe de got: “Çi heyf ku ji ber van xebatan berdêl hatine dayin. Şardar ji kar hat standin û niha jî digel ku nexweş e nikare her eli devrî welat derman bibe. Lê ez bawer im di pêşerojê de ev hemû dê derbas bibin. Dê şaredarî xebatên xwe bi kurdî bikin. Lê em di demek pir zehmet re derbas dibin. Van rojên dawî rewşeke pevçûnê heye. Şer heye. Lê me wisa bawer dikir ku piştî hilbijartinê de rewşek aştiyane were. Dê yasaya bingehîn a nû bihata amadekirin û dê astengiyên li pêşiya demokrasiyê rabûna, dê gav bihatina avêtin.”

Di nûçeya Şaredariya Sûrê de her wisa hate weşandin ku Burkay li ser van pevçûnan axiviye û wiha gotiye: “Divê ev derbas bibin. Ev rewşên pevçûnan pir hatin ceribandin, lê li her du aliyan jî hewldêrên aştiyê xurt in. Divê aştiyeke adîl, wekhevî hebe û divê kes serî li ber kesî netewîne. Divê bi şertên wekhevî, biratî jiyanek hebe. Mînakên vê li cîhanê hene. Em dikarin bi hev re di vî warî de bi ser bikevin.”

Di malperê de hate weşandin ku Demirbaş jî di axaftina xwe de girîngiyê dide ser dûmahîka pevçûnan: “Em ji hatina we kêfxweş in, em hêvîdar in hemû kurdên mecbûr mane li Ewropa û derve bijîn bikaribin vegerin. Li welatê xwe bila bikaribin azad û di rewşeke demokratîk de bijîn. Herî pir jî niha pêdiviya me pê heye. Aqilê ku hatiye girtin, hêvîdar im şûna xwe ji aqilmendiyê re bihêle. Li şûna dijminatiya ku heye hêvîdar im biratî bibe serdest û em bigihîjin zarên xwe, birayên xwe, dost û hevalên xwe. Em hêvî dikin di rewşeke ku qedexeyên ziman tune be û kuştin û mirin tene be bijîn.

Demirbaş bi boneya serdana Burkay teyfikeke ku amblema kurdî ya şaredariyê li ser heye û çendek pirtûkên Serê Şevê Çîrokek ku sedema girtina Demirbaş e, wekî xelat da destê wî.