1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji KNKê Banga Alîkariya Lezgîn
Ji KNKê Banga Alîkariya Lezgîn,ji,knkê,banga,alîkariya,lezgîn

Ji KNKê Banga Alîkariya Lezgîn

A+ A-

24 Cotmeh 2011 BRUKSEL - Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê têkildarê erdheja li Wanê rû da got; “Pêwiste werê zanîn ku karesata li Wanê em teva kirin nava şînê û em êş û azara gelê xwe yê Wanê di kûraya dilê xwe de hîs dikin. Em, ji bo malbatên ku xizmên xwe winda kirina û tevahiya gelê Kurd re, sersaxiyê dixwazin.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarê erdheja bi pileya 7,2 daxuyaniyek belav kir û got; “Erdheja li Wanê gelê me yên çar parçeyên Kurdistanê kire nava xemginîyeke mezin û careke din da xuyakirin ku nêzîkatiya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ya li hemberî gelê Kurd, bi kîndariyek faşîzan e û wiha domand; “Pêwiste werê zanîn ku karesata li Wanê em teva kirin nava şînê û em êş û azara gelê xwe yê Wanê di kûraya dilê xwe de hîs dikin. Em, ji bo malbatên ku xizmên xwe winda kirina û tevahiya gelê Kurd re, sersaxiyê dixwazin. Bê guman êş û azara gelê Wanê, di dilê her Kurdî de bû birîneke kûr û xedar.”

KNK’ê diyar kir ku divê ku, tevahiya gelê Kud bi giyanê seferbarî bikevê nava tevgera hawarî û destên alîkariyê bi riya sazî û dezgehên Kurd, bi riya şaredariyên Kurd, li Ewropa jî bi riya Heyva Sor a Kurdistanê bigihîne mexduran.

KNK’ê got; “Careke din derkete holê ku, dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, li hemberî êş û azara Kurdan xemsar tevgeriya û bi dijminatiya tolhildanî nêzîk bû” û wiha pê de çû; “Dewlet û desthilatdariya AKP’ê, ku di meş û bikaranîna mafên demokratîk yên gelê Kurd de, di nava nîv saetê de, bi hezaran polîs û tîmên taybet amade dike û êrîşî komên xelkê Kurd dike; mixabin di erdheja Wanê de, piştî 8-10 saetan çû Wanê û di rewşeke sembolîk de destê alîkariyê dirêj kir.”

KNK’ê destnîşan kir ku pêwiste gelê Kurd, rûdêna faşîzan a dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê nas bike” û got; “Em weke KNKe, bang li wan kes û derdorên ku ligel AKPe cih digirin û bûne parçeyek ji şerê taybet û qirêj; divê ku piştî vê bexreşiyê, rewşa xwe dibin çavan re derbas bikin û ligel gelê xwe cih bigirin. Dîse em bang li tevahiya gelê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê, Kurdên li Ewropa, Rusya û Ermenîstanê teva dikin ku, bi hawara birayên xwe yên Wanê, navçe û gundên wê biçin. Êşa gelê Wanê parvebikin û bi alîkarî û desteka amurên jiyana rojane destekê bidin. Baş tê zanîn ku destpêka zivistanî ye û rewşa tofanzedeyan gelekî zor e. Pêdiviya gelê me yê Wanê bi her cûre alîkariyê heye. Dive ku her Kurd xwe berpirsiyar bibîne û gelê Wanê tenê ne hêle, êş û azara birayên xwe parve bike.”

KNK’ê got; “Em weke KNK, bi êş û azariyek dilşewêt êşa gelê xwe yê Wanê parvedikin, ji malabtên ku xizmên xwe winda kirina û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”

ANF NEWS AGENCY