1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji konferansa li Kerkûkê biryara 'xwerêveberiyê' derket
Ji konferansa li Kerkûkê biryara 'xwerêveberiyê' derket,ji,konferansa,li,kerkûkê,biryara,xwerêveberiyê,derket

Ji konferansa li Kerkûkê biryara 'xwerêveberiyê' derket

Tevgera Azadî danezana encamê ya konferansa xwe ya li Kerkûkê aşkere kir

A+ A-

KERKÛK - ANF Tevgera Azadî danezana encamê ya 1. konferansa xwe ya li Kerkûkê aşkere kir.

Tevgera Azadî encamên konferansê bi 10 xalan ragiahnd û da zanîn, xebatên sîstema xwerêveberiyê wê ji bo wan esas be.

TESPÎT Û BIRYAR

Biryarên di konferansê de hatin wergirtin bi vî rengî ne:

"Ji bo pêşvebirina siyaseta demokratîk û xweseriya demokratîk em ê têkoşîna xwe mezin bikin û modela xwerêveberiya demokratîk bikin bingeha xebatên xwe yên ji niha û pê ve.

Ji bo çareserkirina krîzên heyî û birêxistinkirina mûxalîfên sîstema heyî qebûl nakin, li gund, bajarok, navçe û bajaran wê komîte werin avakirin. Her wiha wê têkoşîna çînî bi aktîf were meşandin.

Girîngiyeke mezin wê ji xebatên çapemenî, çand, wêje hwd. re were dayîn. Salê carekê wê kadro û xebatkar werin perwerdekirin.

Ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê wê bîrdariyek bê çêkirin.

Pêwîste fermandariya hevpar a bi xwîna gerîla û pêşmergeyan derket holê, ji dest neçe. Ji bo parastina welatiyan û hêsankirina jiyanê, divê hêza asayîşeke hevpar tavilê were avakirin.

Di têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê de em ê bi hemû hêza xwe re li cem têkoşîna jinê bin û di vî warî de bêhtir bi rêxistinî têbikoşin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên koç û bêkariyê xebateke berfireh were meşandin, di mijara koçberiyê de ciwan werin perwerdekirin û bi vî rengî pêşî li koçberiyê were kirin.

Di çarçoveya pîvan û felsefeya jiyana bi hev re de bi hemû aliyên siyasî, komên etnîkî, kesayetên serbixwe yên demokrat û dengên mûxalîf ên li Kerkûkê re têkilî were pêşvebirin û polîtîkayên ji bo çareseriya pirsgirêkan bên afirandin.

Ji bo parastina cihên dîrokî û parastina ekolojiyê xebatên berfireh bên meşandin. Ji bo gel ji gaz û petrola li herêmê sûdê werdigire, em ê bibin şopdarên kar û barên firotina petrolê.

Ji bo bi cih anîna xala 140. em ê kar bikin."